HBDH'ê li Gîresûn û Gumuşhaneyê çalakî pêk anî

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li ser çalakiyên li Gumuşhane û Gîresûnê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hevpar li Gîresûnê 4 leşker hatin kuştin, li Gumuşhaneyê jî hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Hêzên me yên HBDH'ê roja 7'ê Tîrmehê li bejahiya navçeya Kurtun a Gumuşhaneyê li yekîneyeke artêşa TC a dagirker xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên yekîneya dijmin nehate zelalkirin.

Hêzên me yên HBDH'ê 8'ê Tîrmehê yekîneyeke artêşa TC a dagirker ku li zozanê Kûrûbellî yê navçeya Guce ya Gîresûnê derketibû operasyonê, şopand. Roja 9'ê Tîrmehê saet 05:30'î ji cihekî nêz ve li yekîneya dijmin hate xistin. Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Artêşa dagirker piştî çalakiyê mirî û birîndarên xwe bi wesayitên zirxî ji herêmê rakir. Û bi çekên giran li derdorê reşand."