BI DÎMEN

‘Mafê hêviyê li Tirkiyeyê ezmûna rast a hiqûq û demokrasiyê ye’

Hevserokê Şaxa Amedê ya OHD’ê parêzer Muhîttîn Mûgûç geşedanên siyasî yên piştî banga ji Îmraliyê, nirxand û got, mafê hêviyê ne tenê meseleyeke hiqûqê, di heman demê de Tirkiyeyê bi demokrasiyê re rû bi rû dihêle.

MUHÎTTÎN MÛGÛÇ

Bi banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk re li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriya demokratîk a ku demek dirêj asê mabû, car din kete rojevê. Piştî daxuyaniya nivîskî ya bi raya giştî re hatî parvekirin, PKK li gorî bangê tevgeriya û biryar da ku têkoşîna çekdarî bi dawî bike. Bi pêvajoya diqewime re, gavên hiqûqî û sererastkirinê tên hêvîkirin, mijarên ku destpêkê guhertin lê bên kirin jî mafê hêviyê û guhertina zagona bingehîn e.

Hevserokê Şaxa Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Muhîttîn Mûgûç diyar kir ku ev pêvajo tenê ne siyasî, di heman demê de xwedî asteke hiqûqî ya kûr e. Mûgûç bal kişand ser rewşa înfaza girtiyên ku cezayê hepsa muebedê lê hatine birîn û got, ev mesele pirsgirêkeke çêkerî ya Tirkiyeyê ye.

Li gorî Mûgûç “mafê hêviyê” pênaseyeke ku bi îçtihatên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a têkildarî cezayê îdamê û hepsa muebedê ya girankirî, derketiye holê. Mûgûç got, “Jiyana mirov pîroz e, cezayê li kesekê hatî birîn tenê wî/wê na, malbat, derdor û bandora fikrî ya di civakê de jî digire nava xwe.” Mûgûç anî ziman ku DMME vê pîvanê esas digire û mafê hêviyê bi vê yekê re dinirxîne.

Mûgûç ev tişt jî bilêv kir: “Rewşa Birêz Ocalan sembolîk e. Lê belê tenê bi wî re sînordar nîne. Ji bo hemû girtiyên ku cezayê muebedê lê hatine birîn, derbasdar e. Her rojeke li girtîgehê, rojeke ku mafê hêviyê tê binpêkirin.”

Mûgûç diyar kir ku di çarçoveya biryara DMME’yê ya têkildarî Ozkan Ekîncî de, heya Îlona 2025’an wext hatiye dayîna Tirkiyeyê. Mûgûç got, “Eger ev biryar neyê bicihanîn, têkiliyên Tirkiyeyê yên bi mekanizmaya hiqûqa navneteweyî re zirarê bibînin. Mesele ne tenê mafekî şexsî ye, wê bandorê li statuya navneteweyî ya mîna endamtiya Tirkiyeyê ya Konseya Ewropayê jî bike. Eger li gorî biryarên DMME’yê tevnere, dibe ku endamtî were sekinandin.”

Muhîttîn Mûgûç anî ziman ku li Tirkiyeyê Kurd tenê di bin navê nasnameya “Tirk” de dikarin bibin xwedî maf û ev rewş weke “tune hesibandina zagona bingehîn” nirxand û got, çareserî jî naskirina hiqûq û demokrasiyê ye. Mûgûç ev tişt jî li axaftina xwe zêde kir: “Ji bo mafê hêviyê bikeve meriyetê, divê di qanûna înfazê de reformeke berfireh çêbibe. Ne tenê Ocalan, gelek girtî di vê çarçoveyê de ne. Heta ku newekheviyên di qanûna înfazê de neyên derbaskirin, mafê hêviyê bi rastî pêk nayê.”

Muhîttîn Mûgûç diyar kir ku mafê hêviyê ne tenê meseleyeke hiqûqê, di heman demê de Tirkiyeyê bi demokrasiyê re rû bi rû dihêle û got, “Mafê hêviyê li Tirkiyeyê ezmûna rast a hiqûq û demokrasiyê ye.”

Mûgûç anî ziman ku ji bo ceribandina samîmiyeta pêvajoya çareseriyê, mafê hêviyê girîng e û destnîşan kir ku naskirina vî mafî ne siyasî, pêdiviyeke mirovî û hiqûqî ye. Mûgûç axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mafê hêviyê tenê kaxeza turnusol a vê pêvajoyê ye. Eger bi rastî jî çareserî tê xwestin, divê ev maf were bicihanîn û sererastkirina ceza û înfazê were guhertin. Mafê hêviyê ne tenê girtiyan, wijdana hevpar a temamiya civakê eleqeder dike.”