Erdogan û Barzanî li ser çi axivîn?

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re rûnişt. Barzanî ji bo merasîma guhertina rejîmê hatibû vexwendin.

Piştî merasîma guhertina rejîmê ku roja Duşemê pêk hat, Erdogan û Barzanî li hev rûniştin.

Li gorî daxuyaniya Serokwezaretiya Herêma Kurdistanê ya federe, "Barzanî û Erdogan li ser têkiliyên dostane yên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê sekinînin. Destnîşan kirin ku divê têkilî hîn bêhtir bên xurtkirin."

Hate ragihandin ku Nêçirvan Barzanî tevî Erdogan bi Serokkomarê berê Abdullah Gul û Serokwezîrê berê Bînalî Yildirim re jî rûniştiye.

GELO HEVDÎTIN NE FERMÎ BÛ?

Li ser hevdîtinê agahiyên berfireh nehatin dayin. Balkêş e ku hevdîtina navbera Erdogan û Barzanî di rojeva fermî ya Serokkomariya Tirk de nebû. Serokkomariya Tirk jî li ser vê hevdîtinê ti daxuyanî neda.

BERIYA BÊ ENQEREYÊ JI PKK'Ê RE GOTIBÛ 'DAGIRKER'

Ev hevdîtin di demeke welê de hate kirin ku dewleta Tirk gelek herêmên Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Nêçirvan Barzanî beriya bê Enqereyê daxuyaniyek dabû, Erdogan wê ji nû ve bû Serokkomar pîroz kiribû û PKK jî weke hêzeke 'dagirker' îlan kiribû. Barzaniyê ku li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bêdeng e, hewl da ji bo êrîşên dewleta Tirk hincetan çêbike.