Komên çep ên Tirk ji aliyê îstîxbarata Elman ve tên şopandin

Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye, li ser karên bi navê tevgera çep a Tirk ve tên kirin raporeke berfireh weşand. Îstîxbaratê îdîa kir ku 2550 endamên van koman li Elmanyayê hene.

Dewleta Elman a Federal ku piştî hilbijartinên 24'ê Hezîranê dixwaze têkiliyên xwe yên bi rejîma Erdogan re xurtir bike, eşkere bû ku tevgerên çep ên Tirk jî ji nêz ve şopandiye. Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku ji îstîxbarata navxweyî berpirsyar e, li ser van koman raporek amade kir.

Di raporê de ku ji 38 rûpelan pêk tê, qala dîrok, armanc û şêweyê xebatê yên tevgerên çep ên Tirk ên li Elmanyayê hate kirin. Rêxistina îstîxbaratê ya Elman îdîa kir ku 2550 kes endamên van koman e. Di raporê de bi berfirehî qala kar û civatên DHKP-C, TKP/ML û MLKP'ê hate kirin.

'ROJAVA KOMÊN ÇEP XISTE NAVA LIV Û TEVGERÊ'

Di raporê de ku bi sernavê "Çepgirên tund ên radîkal û organîzasyonên bi wan ve girêdayî" hate weşandin, hate ragihandin ku DHKP-C ji sala 1998'an û vir ve li Elmanyayê hatiye qedexekirin û li 60 endamên wê cezayê girtîgehê hatye birîn.

Di dewama raporê de hate îdîakirin ku piştî qedexekirinê, karên rêxistinê bi giranî li Belçîka û Hollandayê hatine dewamkirin û hate ragihandin ku Elmanya ji bo DHKP-C'ê li Ewropayê qadeke girîng e. Li gorî Rêxistina Parastina Destûra Binghîn, li Elmanyayê 650 endamên DHKP-C'ê hene.

Gotinên bi heman rengî ji bo TKP/ML jî hatin nivîsandin û hate îdîakirin ku hejmara endamên vê rêxistinên 1300 e. Di raporê de hate bibîrxistin ku TKP/ML endama Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ye û qala karên vê rêxistinê yên li Tirkiyeyê hate kirin. Hate gotin ku HBDH roja 12'ê Adara 2016'an bi pêşengiya PKK'ê hate ragihandin û armanca wê jî têkoşîna hevpar a li dijî rejîma AKP'ê ye.

Rêxistina ku di dawiya raporê de cih girt, MLKP ye. Rêxistina îstîxbaratê îdîa kir ku zêdeyî 600 endamên piştevanên vê rêxistinê li Elmanyayê hene û MLKP bi navê saziyên sivîl ên cuda karê xwe dike. Raporê her wiha bal kişand ser bangên ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê û rejîma AKP'ê bê dayin.

Xaleke din a ku di raporê de derkete pêş jî gotinên li ser Rojava bû. Di raporê de hate ragihandin ku bi navê "Rojava" peyveke nû derketiye holê û hate destnîşankirin ku şerê li Rojavayê Kurdistanê tê dayin bandor li tevgerên çep ên şoreşger ên Tirk kiriye. Hate gotin ku gelek kesên ji van koman ji bo têbikoşin çûne Rojava.

Di dawiya raporê de ev şîrove hate kirin: "Ev rêxistin tevî ku li Elmanyayê têkoşîneke dûrî şîdetê dimeşînin û ji bo destekê bidin hevrêyên xwe yên li Tirkiyeyê dixebitin jî, ji bo ewlekariya Tirkiyeyê hîn tehdît in."