BI DÎMEN

Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re, di roja 7’an de ye

“Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ya ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hatî destpêkirin, di roja 7’an de dewam dike. Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Feray Mertoglû wiha got: “Bila her kes li dijî vê bêmafî û bêhiqûqiyê deng derxîne.”

RÊZGIRTINA JI ÎRADEYÊ RE

“Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ku li dijî tayînkirina qeyûm a di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye hate destpêkirin berdewam dike. 350 kesên ku Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenter, hevşaredar, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî di nav de bi şev li navçeya Elbak a Wanê man. Meşvanên di saetên serê sibê de hatin ba hev, ji navenda navçeyê ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin. Meşvanên ku bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Colemêrg ya me ye” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Roj dê bê dewran dê bizivire, AKP dê hesabê bide gel” di navenda navçeyê re derbas bûn piştî 3 kîlometreyan meşiyan civîna çapemeniyê li dar xistin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû ya li ber pankarta “Ji îradeyê re rêz girtin, rê nadin qeyûm” daxuyanî da û anî ziman ku tevî hemû astengî û zehmetan meşa xwe didomînin. Mertoglû, bi lêv kir ku polîtîkayeke zulmê ya desthilata AKP’ê û MHP’ê li gelê kurd û gelan dike heye û wiha got: “Sê serdem in mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd hatiye xespkirin. Desthilat ji bo mayîndebûna xwe destûrê nade gelê kurd xwe bi rê ve bibe û şaredarê xwe hilbijêre. Qeyûm li Kurdistanê encama neçareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk e. Hemû raya giştî, şoreşger û mûxalefeta bûrjûva jî di nav de herkesên ji vê rewşê aciz in divê li dijî vê bêdeng nemînin. Heke em li dijî vê yekê bêdeng bimînin jin dê li malan bên hefskirin, karker dê bêkar bimînin û xweza dê bê talankirin.”

Mertoglû, destnîşan kir ku ji bo herkes di şert û mercên azad û wekhev de bijî divê xwedî li vê meşê bê derketin û ev tişt gotin: “Ev di heman demê de meşa azadiya jinan e, meşeke li dijî pêkanînên demokratîk e. 22 sal in tu pêkanîn bi mirovan dan jiyîn neman. Em dixwazin herkes li dijî vê neheqiyê û bêhiqûqiyê dengê xwe derxîne. Em spasiyên xwe pêşkeşî hemû kesên ku di meşê de bi me re ne, deriyên malên xwe vekirin û piştgirî dane me dikin.”

Piştî axaftinê meşvan ber bi sînorê Colemêrgê ve meşa xwe domandin.