'Meşa hurmeta ji îradeyê re' bi sirûd û govendê dewam dike

'Meşa hurmeta ji îradeyê re' ku berê xwe li Colemêrgê ye, di roja 5'emîn de bi sirûd û govendê dewam dike.

HURMETA JI ÎRADEYÊ RE

'Meşa hurmeta ji îradeyê re' ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê hate destpêkirin, di roja 5'emîn de ye.

Parlamenter, hevşaredar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de 350 kes tevlî meşê dibin.

Meşvan ku bi şev li Parka Nordûz a navçeya Payîzava ya Wanê man, bi berbanga sibehê re li qada navçeyê li hev kom bûn û taştê kirin. Meşvanan piştre derdor paqij kirin û ber bi taxa Xoşebê bi rê ketin.

Meşvanan di meşê de sirûdên 'Gever e, Gever e', 'Çerxa Şoreşê' gotin. Meşvanan dirûşma 'Bijî Berxwedana Colemêrgê' qîriyan û wesayitên di rê de derbas dibûn jî li qorneyê xistin û piştgirî dan meşvanan. Meşvanan li hin deveran bêhn vedan û govend gerandin.

Meşvanan serê sibehê piştî meşa ji 5 kîlometreyî bêhn vedan, piştre careke din bi rê ketin.

Meşvanan piştre li ber def û stranan meşa xwe dewam kirin û li gundikê Tekmala Şêx Safiyeddîn navbera xwarinê dan.

Meşvan wê piştî bêhnvedana du saetan careke din bimeşin û xwe bigihînin Navendên Bêhnvedanê yên Dogû ku bi 5 kîlometreyan dûr e û şeva xwe lê derbas bikin.