Artêşa Tirk a dagirker gundên Başûrê Kurdistanê dişewitîne

Di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker a li Girê Amediyê bi cih bûye de gundên li berpalên Çiyayê Garê şewat derket. Xelkê herêmê ku agir bi bexçeyên wan ket, xwestin şewatê vemirînin lê ji aliyê rayedarên PDK’ê ve hatin astengkirin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Êrîşên artêşa dagirker ên di rojên dawî de zêde bûne, ne tenê qadên gerîla tevahiya Başûrê Kurdistanê hedef dike.

Ji ber bombebarana artêşa Tirk a dagirker gundên Dergelê, Bazê û Mîska ên herêma Metînayê şewitîn û niha agir bi gundên Mijê, Kevne Mijê û Spîndarê yên li berpalên Çiyayê Garê ket.

Di encama bombebarana hêzên artêşa Tirk a li Girê Amediyê bi cih bûne de ku di saetên sibehê de pêk hatin, şewat derket. Şewata ku tevahiya rojê dewam kir belavî gund, bax û bexçeyan bû.

Xelkê herêmê ku dixwazin belavbûna şewatê asteng bikin, ji aliyê rayedarên PDK’ê ve tên astengkirin û nayê hiştin ku mudaxeleyî şewatê bikin.