‘Êrîşên dagirkeriyê bi berxwedaneke topyekûn dikarin bên rawestandin’

Partiya Karkerên Komunîst a Kurdistanê diyar kir ku rêveberên DYA, Hewlêr û Bexdayê berpirsyarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk in û got: “Gelên azadîxwaz bi berxwedaneke topyekûn dikarin êrîşên dagirkeriyê rawestînin.”

Partiya Karkerên Komunîst a Kurdistanê têkîldarî talan, hilweşandin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker yên li ser gelê Kurd û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyekî nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker li Dihokê bi rêya bejahî û hewayî operasyoneke berfireh a dagirkeriyê daye despêkirin û got: “Bi dehan wesayitên zirxî û bi hezaran leşkerên Tirk ketin herêmê, bendên kontrolê danîn û baregehên leşkerî ava kirin. Di heman demê de êrîşên balafirên bêmirov, bombebarana li dijî herêmên sînor, koçberkirina xelkê bi zorê, belavbûna pêkanînên terorîstî û êrîşên wesayîtên bombebarkiri li bajarên Kurdistanê pêk hatin. Ev polîtîkaya berfirehkirina milîtarîzm a desthilatdariya faşîst a Erdogan e.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ewlehî û aramiya gelê Kurd xera bike û alozî, kuştin, wêrankirin û karesatên nû biafirîne. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a faşîst ev 3 sal in bi hinceta hebûna gerîlayên PKK’ê gundên Kurdistanê wêran kirine, bax û bexçe şewitandin, bi dehan sivîl birîndar kirin û qetil kirin. Heta kampên penaberan hedef hate girtin û xwîna mirovên bêguneh rijand.

Ligel ku Emerîka ji ewlehiya herêmê berpirsyare jî tu mudaxele nake. Bêdengiya hikûmeta Iraqê û partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, nîşan dide ku hemû partî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî hevkariyê dikin. Hemû amade ne ku can, mal, ewlekariya civakî ya gelê Kurdistanê bixin metirsiyê.

Emerîka û rêveberên Hewlêr û Bexdayê ji êrîşên dagirkeriyê berpirsyar in. Em teqez dikin ku heta li dijî dewleta Tirk a faşîst berxwedana topyekûn a gelên azadîxwaz û têkoşîna hevpar a herêmê neyê meşandin, ev sûc, tundî û êrîşên dagirkeriyê yên leşkerî bi dawî nebin.”