Dewleta Îranê li Şino binçavkirinan didomîne: Agahî ji 5 kesan nayê girtin

Dewleta Îranê li Şino 2 kesên din binçav kir. Agahî ji 5 kesên di rojên dawî de hatine binçavkirin nayê girtin.

Pêla binçavkirinê ya li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ku di rojên dawî de zêde bûye, zext û zordariya dewleta Îranê careke din anî rojevê. Piştî ku sê welatî li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê hatin binçavkirin, îro hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê bi ser malên du welatiyên din yên ji Şino de jî girt û binçav kirin. Li gor rapora Rêkxistina Mafên Mirovan, îro welatiyên binavê Selîm Zulqerneyn, Sabîr Zulqerneyn ku xelkê gundê Hesen Nûran yê girêdayî bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ne, di encama serdegirtina malan ya ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewleta Îranê ve, li ser daxwaza dozger hatine binçavkirin.Xizmên van kesên hatine binçavkirin dibêjin hêzên ewlekariyê yên Îranê bi awayekê tund bi ser malan de girtine, wan kesan bi zorê ji malê derxistine û ber bi cihekê nediyar ve birine.

Çend roj berê jî sê welatiyên din yên binavê Mihemed Resûlpûr, Idrîs Karsaz û Kemal Quabî hatine binçavkirin û ber bi cihekê nediyar ve hatine birin. Li gor gotinên xizmên van her pênc welatiyên hatine binçavkirin, heta niha derbarê sedema binçavkirinê û cihê ku welatî lê tên girtin de ti agahî negirtine.