Girtiyê ku li ber mirinê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da

Mehmet Emîn Soyal ê 78 salî ê ku tevî nexweşiyên xwe yên giran hatibû rehîngirtin û li ber mirinê hatibû tehliyekirin, jiyana xwe ji dest da.

Mehmet Emîn Soyal (Mela) ê 78 salî yê ji bajarokê Ereban ê Hezex a Şirnexê di 28’ Cotmeha 2023’yan de girêdayî lêpirsîna Serdozgeriya Sêrtê bi hinceta ‘alîkariya rêxistinê’ hatibû girtin, li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da.

Soyal ê 78 salî di 23’yê Cotmeha 2023’yan de tevî nexweşiyên xwe yên weke nedîtîn, nebihîstin, dil, KOAH û rapora astengdariyê ya ji sedî 91’an jî ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin ew şandibûn Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Êlihê. Girêdayî îtîraza parêzerên wî, Soyal di 6’ê Mijadara 2023’yan de hatibû berdan.

‘EZ NE POŞMAN IN’

Soyal ê ku piştî ji girtîgehê serbest hatibû berdan ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî bû û ev yek anîbûn ziman: ‘’Ez ne poşman im. Ez bi dilekî şikestî ji girtîgehê derketim. Ji ber ku hevalên min hê jî di girtîgehê de ne. Ma zilmeke ji vê mezintir heye?’’

Cenazeyê Mehmet Emîn Soyal anîn Erebanê û bi tevlîbûna hezkiriyên wî, cenazeyê wî hate veşartin.