BI DÎMEN

Fedaiyên mezûn bûn: Em ê bi şêwaza Zîlan şer bikin

Fedaiyên ku dewreya perwerdeyê di 30'ê Hezîranê de temam kirin, di merasîma mezûniyetê de gotin, "Êriş li ku derê li hemberî gelê me bê kirin em ê li wir bin û bi rêbaza Zîlan bi ser bikevin."

Fedaiyên Apoyî li çiyayên Kurdistanê, dewreyek nû ya perwerdê bi awayekî serketî bi dawî kirin.

Fedaiyên ku di salvegera çalakiya fedaî ya fermandara nemir Zîlan (Zeynep Kinaci) di 30’ê Hezîranê de dewreya perwerdehiyê bi dawî kirin, merasîma mezûniyetê pêk anîn.

Fedaiyên Kurdistanê ku şopdarên fermandara nemir Zîlan in, piştî perwerdehiya serketî derbasî qadên xwe bûn.

Gerîlayên fedaî di merasîma mezûniyetê de ev tişt anîn ziman:

‘RUHÊ FEDAÎ YÊ APOYÎ TI CARÎ WINDA NABE’

“Îro 28’emîn salvegera şehadeta hevrê Zîlan e. Hevrê Zîlan li dijî komploya li Şamê weke bersiv di 30'ê Hezîrana 1996'an de çalakiyeke fedaiyane pêk anî. Hêzên desthilatdar ên hegemon di şexsê Rêbertî de xwestin gelê me û tevgera me ya azadiyê tine bikin. Lê belê hevrê Zîlan bi çalakiya xwe ya fedaî peyama ku Rêbertî ne bi tenê ye, gerîlayên fedaî li pişt Rêbertî ne û ew ê her tim ji her tiştî re amad bin, li nava dijmin da. Bi vê çalakiyê re peyama gerîla her dem li dijî êrîşên ser Rêbertî amade ye, da dost û dijmin. Di 7'ê Hezîranê de hevrê Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) û di 17’ê Hezîranê de hevrê Sema Yuce di şopdariya xeta hevrê Zîlan de, şehîd bûn. Şehîd Sema got, 'Çawa ku li ezmanan du roj nabe, ji bo me jî tenê Rêber Apo heye, ji bilî wî em tiştekî din qebûl nakin.' Hevrê Zîlan got, 'Xwezî ji canê min tiştek din bi qîmetir heba û min feda kiriba.’ Her sê pêşengên me yên fedaî, bi çalakî, gotin û şehadeta xwe re, nîşan dane ku ruhê fedaî yê Apoyî ti carî winda nabe.

‘EM Ê ERKÊN XWE BI CIH BÎNIN’

Îro  keç û xortên Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, di xeta Zîlan de mîna Zîlanan şer dikin û di çeperên şer de li ber xwe didin. Bi cesaret û îradeyeke mezin êrîşên dijmin têk dibin. Hevrêyên me di tunelên şer ên li Zap û Metîna de, li dijî her cure teknîka dijmin, êrîşên ji bejahî û hewayî û bikaranîna çekên kîmyewî berxwedaneke bêhempa raber dikin. Bi çalakiyên xwe her tim mizgîniyê didin gelê me. Weke hevrêyên van hevrêyan, em ê her berpirsyariya dikeve ser milê xwe bi cih bînin.

‘EM Ê BI ŞÊWAZA ZÎLAN ŞER BIKIN Û SERKETINÊ MISOGER BIKIN’

Êrîşên dijmin ên li dijî gelê me û hevrêyên me yên li zindanan, îro jî didome. Her roj mirovên me yên welatparêz li kolanan tên qetilkirin, dayikên me li kolanan tên êşkencekirin, ciwanên me tên qetilkirin. Em ji gelê xwe re dibêjin; Hûn ne bi tenê ne, gerîlayên we li pişt we ne, gerîlayên Kurdistanê li pişt we ne, em her roj amade ne. Li ku derê êrîş li dijî gelê me çêbe, ji bo bersivê em ê li wir bin. Em ji dijmin re jî dibêjin ku gelê me ne bi tenê ye. Em ê bi şêwaza Zîlan şer bikin û bi ser bikevin. Em ê bi şêwaza Zîlan şer bikin û serketinê misoger bikin. Em vê sozê didin gelê xwe û hevrêyên xwe yên ku beriya her kesî li zindanê li ber xwe didin. Em ê mîna hevrê Hewrê, Doga, Ciwan û Andok ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi ruhê Zîlan jiyan, serketinê misoger bikin.  Em di dawiyê de dibêjin; Serketin a me ye, serketin a gelê me ye, serketin a me hemûyan e."

Gerîlayên fedaî piştî axaftinê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bi Can Bi Xwîn Em Bi Te Re Ne Ey Serok", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Partiya Karkerên Kurdistan" berz kirin û derbasî qadên xwe bûn.