BI DÎMEN

Yaray: Em ê êdî nehêlin ku ya gel bidizin

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray diyar kir ku endamên bankamatîkê dişînin pêşiya şaredariyên wan, bi vî rengî provokasyonê dikin û got, "Ev mejî wê winda bike. Em ê nehêlin ku ya gel bidizin."

DIJMINATIYA LI KURDAN

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray destnîşan kir ku AKP-MHP bi rengekî eşkere dijminatiyê li Kurdan dike.

Hevseroka Bajarê Amedê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sûltan Yaray ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku piştî hilbijartinên 31'ê Adarê AKP li Kurdistanê pûç bû û got, "Li her devera ku DEM Partî lê bi ser ket îtiraz kirin, bi hîleyan hewl dan dest dînin ser şaredariyan lê belê me li Curnê Reş careke din dît ku li gel îtiraz û hîleyên xwe jî bi ser neketin, DEM Partî bû partiya yekemîn û şaredarî bi dest xist."

NIKARIN XWE LI HILSTANDINA ME JÎ RABIGIRIN

Sûltan Yaray diyar kir ku AKP-MHP'ê hiqûqa dijminatiya li Kurdan gihandiye asta herî bilind; nikare xwe li Kurdan rabigire ku li ser xaka xwe jî bêhnê bistîne û got, "Gelê Kurd li ku derê tiştekî bi dest bixe, li ku derê bibe xwedî statu êrişî wê derê dike. Rojava jî mînakeke vê yekê ye."

KURDÊN KU HÎN JÎ DI NAVA AKP'Ê DE NE

Sûltan Yaray bal kişand ser wan Kurdan ku li gel vê polîtîkaya dijminatiya li Kurdan hîn jî di nava AKP'ê de ne û got, "Wekîlekî AKP'ê yê bi eslê xwe Kurd li Meclîsê êriş bir ser wekîlekî DEM Partiyê. Dixwazin li her qadê Kurdan dorpêç bikin. Şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê jî parçeyek ji vê dijminatiyê ye. Divê gelê Kurd vê dijminatiyê bibîne, li hemberî van polîtîkayan xwe hîn bêhtir bi rêxistin bike û hîn bi xurtî têbikoşe."

DERIYÊN ŞAREDARIYAN LI GEL VEKIRÎ NE

Sûltan Yaray destnîşan kir ku li hemberî desteserkirina şaredariyan gel reflekseke xurt nîşan dide û bi bîr xist, li Wanê kir ku desthilatdarî paşve gavê biavêje. Sûltan Yaray diyar kir ku ji bo Colemêrgê jî heman berxwedan dewam dike û got, "Ev yek sîstemeke faşîst e ku li dijî gelê Kurd tê meşandin. Şaredarî çima têne desteserkirin? Ji ber ku şaredarî dema di destê gel de be deriyên wan şaredariyan heta dawiyê li gel vekirî ne. Bi vê zanin. Me li Çinar û Şemrexê di dema şewatê de dît. Valakirina şaredariyan têrê nekir, kontrola wesayitên arkujiyê jî baş nekiribûn."

JIYANA KURDAN ERZAN DIBÎNIN

Sûltan Yaray ragihand ku li herêma şewatê komîsyonên krîzê hatin avakirin, hewl hate dayin ku pêwîstiyên gel bêne çareserkirin û got, "Nêzî 20 sal in têlên elektrîkê yên li wê derê xerabe bûn û tevî ku bi dehan daxwazname hatin şandin jî DEDAŞ'ê tamîr nekiribû. Jiyana Kurdan erzan dibînin. Li ber çavên dewletê jiyana Kurdan nehêja ye. Çima ewqasî dijminatiyê li hebûn, xweza, çanda Kurdan dikin? Eger helîkopterek di dema xwe de çûbûya ewqas mirov nedimirin. Şewat, mirin, sirgûn, ev hemû qedera Kurdan nîne. Haya gelê Kurd ji her tiştî heye. Xwedî li şaredarî, xweza û çanda xwe derdikevin. Her ku êrişên sîstemê zêde dibin, berxwedana gelê Kurd jî wê mezin bibe."

HEWLDANÊN PROVOKATÎF

Sûltan Yaray diyar kir ku endamên bankamatîkê dişînin ber şaredariyên wan, bi vî rengî provokasyonê dikin û got, "Yên ku rojekê jî neçûne şaredariyê, li mala xwe rûniştî ne û tenê destpêka mehê diçin bankê ji bo maeş werbigirin, li pêşiya şaredariyê dirûşmên maf diqîrin. Em zanin bê ew kî ne. Şaredariyên me ya ku di vê mijarê de pêwîstî pê heye, kiriye. Ew çiqasî bikin hedef jî rastî li holê ye. Piştî ku pere li ser wan hate birîn wan li ber şaredariyê kon vedan ku rojekê jî nediçûn şaredariyê. Ev mejî wê winda bike. Em ê destûrê nedin ku ya gel bidizin."