Meşa hurmeta ji îradeyê re: Nûda Karker hate bîranîn

Meşvanên 'Meşa hurmeta ji îradeyê re' gihîştin Elbakê. Meşvanan Nûda Karker li cihê lê ji dayik bû, bi bîr anîn.

MEŞA HURMETA JI ÎRADEYÊ RE

'Meşa hurmeta ji îradeyê re' ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê destpê kir, di roja 6'an de ye. Parlamenter, hevşaredar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de 350 kesî şeva xwe li Navendên Bêhnvedanê yên Dogû yên li navçeya Payîzava ya Wanê derbas kirin. Serê sibehê piştî taştê bi navê meşvanan daxuyaniyek hate dayin.

'TÊKOŞÎNA AZADIYÊ WÊ BI SER BIKEVE'

Parlamenterê berê yê HDP'ê Mûrat Çepnî got, "Li vê derê em bi sedan kes in, lê belê dilê bi milyonan mirovî bi me re ye. Ji bo daxwazên bi milyonan mirovî yên li dijî faşîzm û qeyûm bînin ziman, em li vê derê ne. Em berdevkên têkoşîneke mezin in. Talankeriya qeyûm ji bo tinekirina îradeya gel hate kirin. Gelekî rêxistinbûyî têk naçe. Em ji vê derê ji kesên ku hewl didin bi vê talankeriyê paşerojekê ji xwe re ava bikin dibêjin; qeyûmperest wê têk biçin, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê bi ser bikeve."

NÛDA KARKER HATE BÎRANÎN: JIN, JIYAN, AZADÎ

Meşvan piştre li ber dirûşman bi rê ketin û li gel hewa germ jî bi 5 kîlometreyan meşiyan. Meşvanan li pêşiya navçeya Elbak a Wanê, li cihê ku Endama Konseya Leşkerî ya HPG'ê û YJA Starê Nazan Bayram (Nûda Karker) lê ji dayik bû, bi pêşengiya TJA'yê çalakiyeke bîranînê lidar xistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê dirûşma 'Şehîd namirin' hate qîrîn. Parlamentera Dersimê Ayten Kordû li vê derê daxuyaniyek da û got, "Têkoşîna me ya jinê têkoşîneke demdirêj e. Têkoşîneke me ya azadiyê ye ku bi salan e dewam dike. Li vê xakê bi pêşengiya jinan têkoşînek hate meşandin ku li hemû qadên demokratîk belav bû. Di têkoşîna me ya azadiyê de felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' weke nirxên me her bi pêş ve çû. Têkoşîna azadiyê ya jinê di şexsê van hevalan de hem li Tirkiyeyê, hem li Kurdistanê, hem jî li cîhanê belav bû."

Piştî daxuyaniyê çalakger careke din bi 5 kîlometreyan meşiyan û xwe gihandin Navendên Bêhnvedanê yên Ovayê. Piştî bêhnvedan û xwarinê wê ber bi navçeya Elbakê ve bimeşin.