BI DÎMEN

HPG’ê şehîdên Serhedê bi rêzdarî bibîr anî

HPG’ê 3 gerîlayên şehîd bibîr anî û got, “Bi qasî têkoşîna xwe ew ê bi şehadetên xwe jî her dem ji bo me hevrêyan pêşeng bin.”

ŞEHÎDÊN SERHEDÊ

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

Hat tespîtkirin ku di 5'ê Cotmeha 2023'yan de di êrîşa dijmin de ya li qada Kirê Halaç a girêdayî Gilîdaxê pêk hat, hevrêyên me milîtanên Apoyî yên bi rûmet Agirî, Serxwebûn û Harun gihiştine şehadetê. Em hevrêyên xwe Agirî, Serxwebûn û Harun ku zilm û sîstema qirkirinê ya bi dehan salan e li ser gelê me tê meşandin qebûl nekirin û di pêşengiya partiya me PKK'ê de beşdarî têkoşîna azadiyê bûn bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.

Hevrêyên me Agirî, Serxwebûn û Harun di pêvajoyeke ku li dijî gelê me bi taybetî jin û ciwanan, êrîş, zext, êşkence û komkujî ji aliyê dijmin dihat pêk anîn de, bi hişmendiya azadiyê û ramanên Rêber Apo re zindî girtin û bêteredût tevlî têkoşînê bûn. Hevrêyên me Agirî, Serxwebûn û Harun bi sekna xwe karîbûn bibin milîtanên mînak ji hemû ciwanên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide. Hevrêyên me Agirî, Serxwebûn û Harun li dijî hemû hêzên mêtinger, bi taybetî dewleta Tirk a qirker ku ji bilî koletiyê ti şansek din nade gelê me, di nava PKK'ê de hatin cem hev û bi vê yekbûnê re bi awayekî şênber yekîtiya neteweyî ya gelê me nîşan dane. Hevrêyên me Agirî, Serxwebûn û Harun ku hevrêtiya kûr a PKK'ê û nirxên jiyana komunal kirine bingeha hemû jiyana xwe û bi coş, kelecan û îdîaya serketinê di nava şert û mercên herî giran de jî têkoşiyane, wê her tim bi qasî têkoşîna xwe ew ê bi şehadeta xwe jî ji bo me hevrêyan pêşengî bikin.

Bi van hestan em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re, bi taybetî ji malbatên hêja yên hevrêyên me Agirî, Serxwebûn û Harun re dixwazin û bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Agirî Azadî

Nav û paşnav: Ferha Hacî

Cihê jidayikbûnê: Girkê Legê

Dayik-bav: Ferha-Ekrem

Dem û cihê şehadetê: 5 Cotmehê 2023/ Serhed

 

 

Nasnav: Serxwebûn Rêvan

Nav û paşnav: Suat Ozel

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-bav: Hediye- Yusuf

Dem û cihê şehadetê: 5 Cotmehê 2023/ Serhed

 

Nasnav: Harun Cûdî

Nav û paşnav: Mecîd Delayîmîlan

Cihê jidayikbûnê: Makû

Dayik-bav: Çînî-Yusuf

Dem û cihê şehadetê: 5 Cotmehê 2023/ Serhed

AGIRÎ AZADÎ

Hevrêya me Agirî li bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de jidayik bû. Ji ber ku malbata wê girêdayî nirxên Kurdîniyê bû, hevrêya me Agirî jî li gorî cewhera xwe mezin bû. Her çend partiya me û têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya PKK'ê di emrê xwe ya ciwantiyê de bihîstibe jî, bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re derfet dît ku baştir nas bike. Hevrêya me ji şoreşa ku bi fikrên Rêber Apo pêk hat û gel û baweriyên cuda li dora siberojeke azad kirin yek bi bandor bû, pêşî di nava xebatên civakî de cihê xwe girt. Hevrêya me ya ku di dema xebatan de derfet dît ku analîzên Rêber Apo yên derbarê azadiya jinê de bixîne, ji kêliyên destpêkê ve ji nirxandinan bandor bû. Hevrêya me ya ku bi demê re ket ferqa rola klasîk a ku ji aliyê civakê li ser jinê tê ferzkirin, wê jiyanê qebûl nekir. Hevrêya me ku pê hesiya ku jiyanek xwedî wateyeke eger, tê xwestin bi rengekî azad bê jiyîn, di vê wateyê de dest bi hin lêgerînan kir. Dijwarbûna êrîşên çeteyan ên li dijî Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku bi ked û berdêlên giran hate avakirin û têkoşîna fedaî ya hêzên azadiyê ku ji jin û mêrên şoreşger pêk tên, bandoreke kûr li hevrêya me Agirî kir. Hevrêya me Agirî ku dixwest pêdiviyên azadî û parastinê yên gelê me bi cih bîne û zincîrên koledariyê yên sîstema bi serdestiya mêr li ser jinê ferz dikin bişikîne, gihîşt wê encamê ku ev yek bi tevlîbûna li nava refên berxwedanê pêkane. Hevrêya me ku demeke cihê xwe di refên parastina gelê me de girt, piştre biryar da ku têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê dewam bike. Li ser vê bingehê hevrêya me Agirî ku di sala 2016'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê, bi tevlîbûna xwe li nava refên gerîla re rûpeleke azad di jiyana xwe de vekir.

Hevrêya me her çend bi agahiyên ku ji hevrêyên xwe yên derbarê jiyana gerîla û çiyê de girtiye pêşî hin zehmetî jiyabe jî, hêza xwe ya wateyê dewlemend kir û bi awayekî coş û kelecan tevlî jiyanê bû. Ji bo vê jî ji rojên ewil a gerîlatiya xwe de, bala hevrêyên xwe kişand. Hevrêya me bi perwerdeyên ku wergirtî re xwe di aliyê îdeolojî û hunera gerîlatiyê de pêş xist û li ser heqîqeta ku hîn bûye, lêhûrbûnên kûr jiya. Hevrêya me ku berê jî heta astekê xwedî tecrûbeya leşkerî bû, bi pêvajoya perwerdehiyê re li ser pîvanên gerîla ên esasî û taktîkên şer, bû xwedî zanabûn. Dîsa hevrêya me ya ku girîngiyeke taybet dide perwerdeya xwe ya îdeolojîk, bi baldariyeke mezin li analîzên Rêber Apo yên li ser azadiya jinê guhdarî kir û hewl da bi jiyanî bike. Hevrêya me bi lêhûrbûnên ku jiyaye, bawer kir ku rêya nûnertiya rêgezên jina azad di şexsê xwe de jiyîn, tenê bi têkoşîna bi şêwazê Apoyî pêkan e. Di wê zanabûnê de bû ku ev yek bi yekkirina fikir, gotin û çalakiyê re pêkan e. Li ser vê bingehê her tim kariye hevsengiyekê di navbera fikir û pratîka xwe de pêk bîne. Hevrêya me Agirî ku di heman demê de gerîlayeke YJA Starê ya bi îdîa ye, her tim di nava lêgerîna xwebûnê de bû û ji bo xwe bi pêş bixîne têkoşiya. Hevrêya me di ferqa pêvajoya dîrokî yên em tê de dijîn de bû û pê bawer bû ku azadiya gelê me ancax bi têkoşîna milîtanên ku xwe feda dikin dikare pêk were. Hevrêya me ya ku ji bo vê jî di her hêlê de pêdivî bi xwe perwerdekirinê dît, bi tevlîbûna xwe ya jidil û sekna xwe ya rast balê hevrêyên xwe kişand.

Hevrêya me piştî perwerdehiya şervanên nû bi dawî kir, cihê xwe di xebata perwerdekirina şervanên nû de girt û ji bo ku hevrêyên xwe weke milîtanên Apoyî yên jêhatî di aliyê leşkerî, jiyanî û îdeolojîk de pêş bixe, kedeke mezin da. Hevrêya me Agirî ku bi qasî du salan di nava van xebatan de ma, pê bawer bû ku ji bo bibe gerîlayekî jêhatî û profesyonel, divê xwe di taktîkên gerîla yên serdema nû de perwerde bike. Ji bo vê jî hevrêya me çû akademiya leşkerî, li wê derê derfet dît ku gelek taktîkan hîn bibe. Hevrêya me ji perwerdeya ku bi hevrêyên xwe yên jin re dîtî, ezmûnên mezin bi dest xist, ya herî girîng jî bû şahid ku jin bi hêza xwe dikare çi bi dest bixe û ji bo vê yekê ked da. Hevrêya me Agirî ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, pêşniyar kir ku ji bo bersivê bide êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger yên li dijî gelê me, biçe Bakurê Kurdistanê. Pêşniyara hevrêya me ku bi sekna xwe ya jiyanê gerîlayeke mînak a YJA Starê bû ji aliyê hevrêyan ve hat qebûl kirin, lê berî ku biçe pêşniyar kirin ku perwerdeyeke navendî bibîne. Hevrêya me ya ku pêşniyara hevrêyên xwe pejirand, li ser îdeolojiyê û taktîkên leşkerî ders dîtin. Hevrêya me ku li vê derê derfet dît ku hîn bêhtir lêhûrbe, bi xwendina parêznameyên Rêbertî re kesayeta xwe baştir analîz kir û derfeta guherînê dît. Hevrêya me Agirî ku bi saya hevrêyên xwe, xwe di xeta jina azad de xwe kûr kir, li ser jiyana şoreşgerî ya Şehîd Sara - Sakîne Cansiz lêhûrbû û ew ji xwe re mînak girt. Tevî ku hevrêya me Agirî şehîd Sara nedîtibû jî ji kesayet, têkoşîn û sekna wê ya milîtanî hêz digirt, asta îdîa û biryardariya xwe hîn bêhtir bilind kir. Piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî bi dawî kir, pêşniyara wê ya çûna Bakûrê Kurdistanê hat qebûlkirin.

Li ser vê bingehê hevrêya me berê xwe da herêma Serhedê, li vê derê dest bi têkoşîna xwe kir. Hevrêya me Agirî ku di ferqa şerê dijwar ê li Serhedê de ye, bi îradeyek ji pola li ber xwe da û gerîlatiya serdema nû bi rengekî serketî bi pratîk kir. Hevrêya me ku navê xwe ji Agirî wergirtiye û li dora Gilîdaxê gerîlatî kir, bi hevrêtiya xwe ya xurt, çalakger, dilnizm û gihîştî re hurmeta hemû hevrêyên xwe yên bi wan re têkoşiya, bi dest xist. Hevrêya me Agirî ku di dema mayîna xwe ya li herêma Serhedê de her tim xwest derbên giran li dijmin bixe, bi lêgerîn û keda xwe ya di vî alî de bû gerîlayeke mînak a YJA Starê. Hevrêya me Agirî ku di wênexêzkirinê de jêhatî ye, wêneyên hevrêyên xwe yên li Serhedê bi hev re mane pêşî di dilê xwe de piştre jî li ser kaxeza xwe nemir kir.

Hevrêya me Agirî ku bi baweriya ku dayî hevrêyên xwe weke ''Çiyayê Agirî yê sêyem'' tê binavkirin, ti caran baweriya hevrêyên xwe vala dernexist û mîna çiya karî li cem hevrêyên xwe bisekine. Hevrêya me Agirî ku wê her tim bi rûkeniya xwe cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de bigire, di 5'ê Cotmeha 2023'yan de dema bi hevrêyên xwe Serxwebûn û Harun re li ser erka xwe bû, di êrîşa dijmin ya li dijî herêma Kirê Halaç a Gilîdaxê rû da, gihîşt şehadetê. Weke hevrêyên wê em ê hevrê Agirî bi kena wê ya bedew û hevrêtiya wê ya ji dil bi bîr bînin û em ê têkoşîna wê hê bêhtir mezin bikin.

SERXWEBÛN RÊVAN

Hevrêyê me Serxwebûn li navçeya Milazgir a Mûşê di nava malbateke welatparêz de jidayik bû. Ji ber girêdana malbatê bi çand, ziman û kevneşopiyên xwe hebûn, hevrêyê me Serxwebûn bi cewhera xwe ve mezin bû. Ji ber tevlîbûn ji malbatê û xizmên nêz ji bo refên gerîla û şehadet hebûn, hevrêyê me Serxwebûn derfet dît ku partiya me PKK'ê ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me ku heta lîseyê li dibistanên mêtingeriyê dixwend, şahidî ji polîtîkayên şerê taybet re kir ku dijmin li dijî zarokên Kurd pêş xistî. Ji ber vê yekê, hevrêyê me ku bi naskirina rastiya dijmin mezin bû, hêrseke mezin li dijî dijmin hîs kir. Hevrêyê me Serxwebûn piştî ku bavê wî jiyana xwe ji dest da, di emrê xwe yê ciwaniyê de dest bi tevkariya debara malbata xwe kir, di vê pêvajoyê de rastiya kedê nas kir. Hevrêyê me ku nêzîkatiya dijminane ya dewleta Tirk a li dijî gelê me li metropolan jî dît, hêrsa wî ya li hemberî dijmin mezintir bû. Êrîşên çeteyan ên bi desteka dewleta Tirk di sala 2014'an de li hemberî Şoreşa Azadiyê ya Rojava û berxwedana destanî ya li Kobanê hat meşandin, hişt ku hevrêyê me Serxwebûn bikeve nava lêgerîna têkoşînê.

Hevrêyê me bi zanebûna ku weke ciwanekî Kurd ê şoreşger divê bibe bersiva êrîşên li dijî gelê me, lêgerînên xwe her roj kûrtir kir. Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a qirker ku di salên 2015 û 2016’an de li Sûr, Nisêbîn û bi taybet li Cizîrê li dijî gelê me da destpêkirin, qetilkirina Dayika Taybet û hiştina wê ya li kolanan, bû sedem ku hevrêyê me Serxwebûn lêgerînên xwe veguherîne têkoşîna çalak. Hevrêyê me bi zanebûna ku tenê bi tevlîbûna li nava refên gerîla dikare bersivê bide arasteyên nemirovî yên dijmin ên li ser gelê me, ji bo tevlî refên gerîla bibe kete nava lêgerîneke mezin. Hevrêyê me ku çend caran hewla vê yekê kir, li gel ku encamê ji van hewldanan negirt jî di armanca xwe de bi israr bû. Hevrêyê me difikirî ku divê bi zimanekî ku dewleta Tirk jê fêm bike bersiva wî bide, dîsa di pêvajoyeke ku êrîşên dijmin giran bûn de bi îdia, biryardar û asta hişmendiyê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me ku perwerdeya xwe ya ewil a di refên gerîla de li herêma Serhedê dît, di demeke kurt de fêrî jiyana çiya û gerîla bû. Hevrêyê me di perwerdeyê de li ser dîroka Kurdistan û partiya me PKK’ê lêhûrbûn kir û ji van perwerdeyan derseke mezin derxist. Hevrêyê me di rêbazên şerê taybet û armancên êrîşên qirkirinê yên dijmin ên bi dehan sal in li dijî gelê me dimeşîne de serxwext bû û tevlîbûneke hê bi îdia nîşan da. Hevrêyê me ku di pêvajoya perwerdeyê de ji têkiliyên hevrêtî û jiyana komunal a gerîla bandor bû, ji bo bibe layiqî keda hevrêyên xwe ya ji bo pêşketina wî, her tim di nava hewldanê de bû. Hevrêyê me Serxwebûn piştî perwerdeyên xwe yên ewil qedand derbasî xebatên pratîkî bû. Bi tevlîbûnaxwe ya bi coş û kelecan bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me xwest ji hevrêyên xwe yên bitecrûbe yên li herêma Serhedê têkîldarî taktîkên gerîla yên serdema nû agahî bigire, bi taybetmendiya xwe ya daxwazkar û jêhatî baweriya hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me li ser vê bingehê fêrî gelek taktîkên gerîla bû û bi asta aqil û têgihiştina xwe rêzgirtina hemû hevalên xwe qezenç kir. Hevrêyê me Serxwebûn ku hêrseke wî ya mezin li dijî dijmin hebû, dixwest li her derê ku dijmin dîdit lêbixe û tune bike. Hevrêyê me bi vê aliyê xwe ve ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya moral û hêzê û bû mînaka herî sade ya helwesta milîtanên Apoyî ya li dijî dijmin.

Hevrêyê me Serxwebûn di sala 2023’yan de derbasî herêma Agiriyê bû û biryar da ku têkoşîna xwe li wir bidomîne. Hevrêyê me di ferqa girîngiya dîrokî ya qada ku lê têkoşîn dimeşand de bû. Gelê me bi salan li Gilîdaxa qedîm li dijî dewleta Tirk şer kir. Hevrêyê me hewl dida ku têkoşîna xwe ya li ser esasê mîrateya dîrokî ya şehîdan ava kirî, hîn mezintir bike û xeyala wan a sedan salan pêk bîne. Bi ked û tevlîbûna xwe ya fedakar derket pêş. Xeyalê herî mezin a hevrêyê me Serxwebûn, ew e ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne û ji bo gelê me siberojên azad biafirîne. Lewma di her kêliya xwe de bû xwediyê têkoşîneke bê navber. Hevrêyê me Serxwebûn bi hezkirina xwe ya bêdawî ya li hemberî hevrêyên xwe, di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. 5’ê Cotmeha 2023’yan di êrîşa dijmin a li ser herêma Kirê Halaç a girêdayî Gilîdaxê de, bi hevrêyên me Agirî û Harun re şehîd bû û têkoşîna xwe di lûtkeyê de temam kir. Hevrêyê me Serxwebûn bi dilsoziya xwe ya bi nirxên azadiyê û kesayeta xwe ya dilnizm, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Bîranîna hevrêyê me Serxwebûn her tim wê bibe meşaleyeke ku pêşiya me ronî bike.

HARUN CÛDÎ

Hevrêyê me Harun li bajarê Qeleniyê yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku malbata wî welatparêz e, hevrêyê me girêdayî cewherê xwe yê Kurdîtiyê mezin bû. Hîna di temenekî biçûk de, ket ferqa dagirkerî û mêtingeriya li ser gelê me. Hêzên ku welatê me Kurdistan dagir kirine, li dijî gelê me îfadeyên biçûkxistinê bi kar anîn û ev yek jî bû sedem ku hevrêyê me Harun bibe xwedî bertek. Lewma her tim ji xwe pirs dikir ku çima gel û welatê me di bin dagirkeriyê de ye, têkildarî vê yekê lêhêrbûn kirin. Hevrêyê me Harun têkoşîna ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo gelê me dimeşînin, bihîst û li hemberî gerîlayên ku bi fedekarî têdikoşin, bû xwedî mereq. Bi hezaran ciwanên mîna wî li çiyayan ji bo azadiya gelê me di nava têkoşînê de ne, ev yek ji bo hevrêyê me Harun li aliyekî cihê serbilindiyê ye, li aliyê din jî berpirsyarî girtin ser xwe. Hevrêyê me ji tarzê jiyanê yê gerîlayên ku destpêkê dîtî û nêzîkatiya wan li hemberî hevdû, bandor bû û dema ku gerîla dîtin pir kêfxweş bû. Ku timî xeyala dîtina gerîla dikir. Hevrêyê me di demên ciwantiyê de eleqeya xwe ya li hemberî gerîla, hîn zêdetir kir û hîn zêdetir tehemûlî êrîşên li ser gelê me nekir û xwest di nava refên têkoşînê de cih bigire. Hevrêyê me ji bo vê yekê ket nava hewldanan û ji ber hin bûyeran, nekarî xeyala xwe pêk bîne. Hevrêyê me piştre neçar ma ku ji artêşa rejîm re leşkertiyê bike, berpirsyarên li vir li hemberî gelê me gotinên faşîzan bi kar tînin û li ser Kurdan êşkence û zextê dimeşînin. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me ji leşkertiyê fîrar bike û biryar da tevlî nava artêşa azadiyê ya gelê me gerîla bibe. Li ser vî bingehî hevrêyê me Harun berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Harun anî ziman, dema ku tevlî nava gerîla bûyî xisûsa yekem a ku bala wî kişandî têkîliyên hevrêtiyê û şêwazê jiyana komunal a li ser esasê azadiyê bû. Hevrêyê me diyar kir ku vê yekê bandoreke kûr li ser wî kir. Hevrêyê me baş dizanî ku jiyana sîstemê hema bêje hemû li ser esasê berjewendiyan bû. Pir bandor bû ku hemû hevrêyên di nava refên gerîla de ji hevdû re fedekariyê bikin. Hevrêyê me Harun bi perwerdeyên ku wergirtî, fêrî jiyana çiyê û gerîla bû. Û bû xwediyê tevlîbûneke bi coş û kelecan. Hevrêyê me li hemberî hêzên ku welatê me dagir dikin, bû xwedî hêrseke mezin. Ji bo ku hesabê komkujiyên bi serê gelê me hatine bipirse û tola şehîdên me hilîne, bi bêsebirî li bendê ma ku perwerdeya xwe biqedîne. Hevrêyê me Harun di ferqa pêvajoya dîrokî de bû û fêm kir ku ji bo bikare ji vê pêvajoyê re bibe bersiv, divê xwe di warê leşkerî de pispor bike. Ji bo vê yekê hevrêyê me bi eleqeyeke mezin nêzî perwerdeyên leşkerî bû û di nava demeke kurt de fêrî hunera şerê gerîla bû. Hevrêyê me Harun ji tecrubeyên şer ên hevrêyên ku ji wî tecrubetir bûn, dersên girîng ji xwe re girt û bingehê bûyîna gerîlayekî Apoyî yê pispor, bi rengekî saxlem avêt. Di heman demê de hevrêyê me di warê îdeolojîk de xwe perwerde kir û bi taybetî ji dersên têkildarî dîroka Kurdistanê hatine dayîn, encamên girîng ji xwe re derxist. Bi vî rengî hevrêyê me tevlîbûna xwe ya li ser esasê hestiyarî, li bingehekê îdeolojîk rûnişkand. Di kesayeta xwe de guhertinên girîng afirand û bû xwediyê tevlîbûneke hîn xurttir. Tevî ku di nava refên têkoşînê de nû bû, bi sekna xwe ya milîtanî, çêkera enerjîk a ciwantiyê û aliyên xwe yên fedekar re hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Di heman demê de hevrêyê me Harun bi rengekî pir xurt girêdayî nirxên azadiyê bû û bi asta xwe ya îdîaya bilind, ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak.

Dijmin li her çar aliyên Kurdistanê, êrîşên qirkirinê li ser gelê me pêk tîne û bi rengekî sîstematîk li ser Rêber Apo tecrîdê dimeşîne, ev yek yek dibe sedem ku xwesteka têkoşînê ya hevrêyê me Harun hîn zêdetir bibe. Li ser vî bingehî hevrêyê me derbasî herêmên Gilîdax bû û hemû demê xwe yê li vir bi lêhêrbûnê derbas dikir ku derbeyê li dijmin bixe. Hevrêyê me Harun bi asta lêhêrbûn û cesareta xwe rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir û lêgerînên xwe yên ji bo çalakiyê her roja borî kûr kir. Hevrêyê me di gelek çalakiyên li herêma Agiriyê li dijî dijmin dihatin kirin de, bû xwedî ked û hewldan. Bi her derbeya ku li dijmin xistî, tola gelê me hilda. Hevrêyê me Harun nirxên ku jê bawer dikir, heta dawiyê parast û bû milîtaneke Apoyî yê xurt. 5’ê Cotmeha 2023’yan di êrîşa dijmin a li ser herêma Kirê Halaç a Gilîdaxê de, gihişt şehadetê û tevlî karwanê şehîdan bû. Weke hevrêyên wî em car din soz didin ku bîranîna hevrêyê xwe Harun li Kurdistana azad bidin jiyîn.”