Li gundê Bilêxşê yê Kercewsê serdegirtin û binçavkirin

Li gundê Bilêxşê yê Kercewsê, leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi ser malan de girtin û gund dorpêç kirin.

SERDEGIRTIN, BINÇAVKIRIN Û DORPÊÇ

Operasyona leşkerî ya ku di 18’ê hezîranê de li herêma Çiyayê Mawa ya navçeya Heskîf a Êlihê hatibû destpêkirin û di 22’yê hezîranê de belavî navçeya Kercewsê bû, didome. Di saetên serê sibê de leşkeran bi ser gundê Bilêxşê yê li herêma Torê ya Kercewsê de girtin. Hate diyarkirin ku li gundê 7 kes lê hatin binçavkirin dorpêç û serdegirtina malan didome, di dema binçavkirinê de leşkeran gundî derbkirine û şêniyên gund li mizgefta gund hatine komkirin.

Li Taxa Bayindirlik a li navenda Êlihê jî di çarçoveya heman operasyonê de bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de Abdûlcelîl Gîtmez û hevjîna wî Yuksel Gîtmez hatin binçavkirin. Hate zanîn ku 2 welatiyên hatin binçavkirin birine Fermandariya Cendermeyan a Êlihê.