Li ser rêya Amed-Êlihê qeza: 14 kes birîndar bûn, rewşa 3 ji wan giran e
Li ser rêya Amed-Êlihê mînîbusek û pîkapek li hev qelibîn. Di encamê de 14 kes birîndar bûn ku yek jê zarok e.
Li ser rêya Amed-Êlihê mînîbusek û pîkapek li hev qelibîn. Di encamê de 14 kes birîndar bûn ku yek jê zarok e.
Li gorî agahiyan, mînîbuseke rêwiyan li xaçerêya Bîsmîl Salatê li pîkapekê ket û di encamê de 14 kes birîndar bûn ku rewşa 3 ji wan giran e.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê û nexweşxaneyên din ên li bajêr.
Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.