PDK li Behdînanê amadekariyên komployan dike

PDK li herêma Behdînanê li pey komployan e. Di pêvajoya pêşiya me de dibe ku hinek komploger li herêmê êrîşên bombeyî bikin û vê yekê bixin stuyê tevgera azadiyê.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

PDK ji bo xwe weke xulamê baş bide nîşan dan hemû derfetên di destê xwe de pêşkêşî dewleta Tirk a dagirker dike. Hebûna gelê herêmê, statûya herêmê û destkeftiyên gelê Kurd daniye aliyekî û ketiye pey berjewendiyên xwe. Bi taybet li herêma Amediyê, Dêrelûk, Kanî Masî û Bradostê di her tevgerekî dagirkeriyê de PDK rolekî digire û herêmê dixe rewşekî sosret.

Li gorî çavkaniyên pêbawer, dewleta Tirk a dagirker bi hin rayadarên PDK’ê re civînekî veşartî li Hewlêrê li dar xistiye. Hat zanîn ku di vê civînê de nexşeya tevgera dagirkeriyê û bi taybet Xakurkê hatiye destgirtin.

PDK û hikûmeta Iraqê ne tenê bêdengiya xwe li hemberî tevgera dagirkeriyê diparêzin, li gelek herêman bi eşkereyî rê ji artêşa Tirk re vedikin. Çawa ku deriyê Serzêrê ji tanq û wesayitên dagirkeriyê re vekirin ta ku derbasî herêma Metîna û Amêdiyê bibin, niha bi awayekî hevbeş li girê Rowala ya Xakurkê bi artêşa Tirk re cih digirin û hejmarekî zêde ji hêzên xwe ber bi herêma Kolîtê ve bi cih kirine. Ew hewl didin vê tevgera ku li Xakurkê despêkirî bi awayekî veşartî û dûrî çapemeniyê bigirin.

HEVKARIYA PDK’Ê DI TÎRMEHÊ DE DERKET LÛTKEYÊ

Di esas de taktîkekî klasîk dimeşînin. Li herêma Amêdiyê çawa ku ev tevgera deşifre bû, niha hewl didin di bin siya vê tevgerê de li Xakurkê pêşveçûnan bidest bixin. Tê payîn ku ev daxwaz ji aliyê PDK’ê ve hatiye kirin. Di meha Tîrmehê de hevkariya PDK’ê ya di asta lûtkeyê de li Amêdiyê xuya bû. Ji bo wê heger ev hevkariya wan li Xakurkê jî were eşkerekirin dibe ku helwestên berfireh ên ku veguherin xwepêşandanan heye.

Li aliyekî din li herêma Amêdiyê û Dêrelûkê ev hevkarî berdewam e. Me di pêvajoya dawî de şopand ku gundên Mijê, Sipîndarê û herêma Berêgarê bi dijwarî tên topbarankirin. Li van herêman gelek mal û milkên gundiyan hilweşiyan û bermahiya wan a çandinî û daristanên ku temenê wan bi sedan sal in ji ber şewatê bûn xwelî. Rast e, ev êrîş ji aliyê tanqên dewleta Tirk a dagirker ve pêk tên, lê gelo ev êrîş ji ku derê û kî kordîneya wê dike? Hat zanîn ku ev êrîş ji herêma navbera gundên Silav û Bêbadê yên Amêdiyê ve tên kirin. PDK û artêşa Tirk li wir tanq bi cih kirine û her roj van herêman topbaran dikin. Di vî warî de PDK hem agahiyên îstixbaratî ji heremê digire û hem koordînatan dide artêşa dagirker. Ango esas amadekariyên van êrîşan bi giştî PDK pê rabûye, artêşa Tirk jî li ser esasê wan amadekariyan topbaran dike.

PDK ELEKTRÎKÊ JI ARTÊŞA DAGIRKER RE DIBE

Aliyekî din a hevkariya PDK’ê û di esasê xwe de rewşa ku dixwaze dagirkeriyê mayînde bike niha di navbera heremên Dêrelûk û Çemçoyê diqewime. Wek tê zanîn artêşa dagirker gelek zehmetiyan dikşîne heya ku pêdiviyên xwe dighîne kûrahiya bejahiya Zapê. Ji wan pêdiviyan jî elektrîk e. Ji bo wê niha PDK ji bendava Dêrelûkê ber bi geliyê Balinda û ber bi herêma Çemço ve dîrekên elektirîkê bi cih dike. Piştî ku ev xebat bi dawî bû wê elektrîk bi awayekî bê navber ji artêşa Tirk re were pêşkêşkirin.

Bê guman ev derfeteke mezine ji artêşa Tirk re. Wek tê zanîn artêşa Tirk ji ber ku bi teknîkê şerê xwe dike, pêdiviyên wî yê elektirîkê pir zêde ye. Ji kamerayên mobesse, pergalên muhaberê, radar û amûrên keşfê ku hemû bi armanca asteng kirina tevgera gerîlayan e bi elektirîkê dixebitin. Ji bo wê ev rewş destekeke mezin e.

RAYEDARÊN PDK’Ê XIZMETA DAGIRKERIYÊ DIKE

Hêjayî gotinê ye ku ev herêm bi dehan salan pêdiviyên elektirîkê weke tê xwestin jêre nayê pêşkêşkirin. Bi salan e gelê herêmê daxwaz dike lê bi hinceta bê derfetiyê PDK elektirîk nedida vê herêmê. Lê niha bi xizekî bilind vê xebatê ji bo dagirkeran dimeşîne. Dîsa divê mirov bal bikşîne ser rewşa havînê ku germahiya wê pir zêde ye. Ji heman gundên derdorê Dêrelûkê tenê çend seat elektirîk tê dayîn. PDK di vê havînê de elektirîkê li ser gel qut dike û aliyekî din pêşkêşî artêşa Tirk dike. Ji bo wê pir baş diyar dibe ku rayadarên vê partiyê ne ji gel re, ji dagirkeriyê re xizmetê dikin.

Rewşa herî metirsîdar jî amadekirina komployan e. Li ser erdê di warê pratîkî de her tişt tê kirin û hewl didin tevgera azadiyê tengav bikin. Lê PDK vê yekê têr nabîne û li herêmê komployan dihûne.

PDK JI BO XIYANETA XWE VÊŞERÊ BÊBEXTIYÊ LI PKK’Ê DIKE

PDK ji bo ku rûyê xwe yê reş veşêre û xiyaneta xwe qamufle bike çend agahî di nava gel de belav dike. Dibêjin ku PKK bi wesayitên teqemenî barkirî derbasî herêma Dihokê bûne. Ji bo vê di bin navê vê bêbextiyê de li nav malan lêgerînê dike û weke ku wê êrîş li ser wan were kirin nîşan dide.

Armancên vê bêbextiyê gelek in. Ji aliyekî ve hewl dide di nava gel de tirsê ava bike û weke ku ew ê pêşiyê vê rewşê bigire xwe nîşan dide. Bi vê ve girêdayî helwesta gel a li hemberî xwe lewaz bike û xwe weke parazvanê ewlekariyê nîşan bide. Aliyekî din û ya herî girîng reşkirina tevgera azadiyê û şikandina piştgiriya bi gerîlayan re ye.

DI DEMÊN PÊŞ DE DIBE KU KOMPLOGER ÊRÎŞÊN BOMBEYÎ BIKIN

Gelê herêmê baş dizane ku tevgera azadiyê van pratîkan nake. Ew bi çavê xwe dibînin ku çawa gerîla erdê wan diparêze û ji bo wê canê xwe didin. Lê li vir xalekî girîng heye ku divê mirov binê wê xêz bike. Di pêvajoya pêşiya me de dibe ku hinek komploger li herêmê êrîşên bombeyî bikin û vê yekê bixin stuyê tevgera azadiyê. Bi vî awayî pozisyona tevgerê lewaz bikin û berê reflêksa gel ji xwe dûr bixin û bidin ser tevgera azadiyê.

Van pêkanîna rûyê kirêt ê PDK’ê derdixe holê. Ji aliyekî din ve rewşa artêşa Tirk ku li hember şerê bi gerîla re xitimiye eşkere dike. Gerîlayên ku di şertê herî zehmet de li ber xwe didin, hemû derfetên xwe bi pişta xwe digihînin girên bilind. Bi nanekî û lîtrek av bi rojan di kemînan de dimînin. Fedekariyeke pir mezin raber dikin. Şer dikin û bi serbilindî jî şehîd didin. Ev nirx bi ked û xwînê hatiye avakirin. Tenê yek armanca wan heye; şikandina dagirkeriyê û parastina ax û gelê Kurdistanê ye. Ji bo wê bê guman hemû komployên ku tên hûnandin jî wê bê encam bimînin. Ji ber ku gel rastiyê bi çavên xwe dibîne dijî.