Nasnameyên şehîdên Metînayê hatin eşkerekirin

HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, “Bi şehadetên xwe, ji bo hemû hevrêyan û gelê me bûn sedema xurtkirina têkoşînê.”

DAXUYANIYA ŞEHÎDAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê gerîlayên ku li Metîna şehîd bûne, ev tişt gotin:

“Di 4’ê Tîrmeha 2024’an de me bi daxuyaniyekê agahiya ku di encama êrîşên dijmin ên li dijî Qadên Berxwedanê ya Serê Metîna ya Metîna 3 hevrêyên me şehîd bûne, parve kiribû. Di encama êrîşa dijmin de hevrêyên me Newal Mêrdîn, Jiyan Rêdûr û Dijwar Keleş şehîd bûn.

Hevrêyên me Newal, Dijwar û Jiyan ku dilê wan bi xeyala Kurdistana azad lêdida û ji bo vê bêdudilî têkoşiyan, bûn nûnerê dawî yên ciwanên Kurd ên birûmet û hişmendiya azad. Hevrêyên me Newal, Dijwar û Jiyan ku di her dema jiyana xwe de bêyî ku rê bidin dagirkerî û xiyanetê xwe bi temamî ji bo azadiya gelê me feda kirine û ji bo têkoşîna azadiyê ji berdêl dayînê xwe nedan paş, bê guman ew ê bibin kevirê bingehîn ê Kurdbûna azad a serketî. Hevrêyên me Newal, Dijwar û Jiyan li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê li nava eniyên berxwedanê yên li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê cih girtin û rûmeta gelê me parastin, ew ê bi şehadeta xwe bûn sedema têkoşînê ji bo hemû hevrêyên xwe û gelê me.

Weke hevrêyên wan em soz didin ku em ê têkoşîna ku wan dewrî me kiriye bigihînin serketinê û bersivek xurt bidin êrîşên dewleta Tirk a qirker-mêtinger û xeta xiyanetê. Li ser vê bingehê em bi taybetî sersaxî ji malbatên birûmet ên hevrêyên me Newal, Dijwar û Jiyan û tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên derbarê hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Newal Mêrdîn

Nav paşnav: Nûdem Kurt

Cihê jidayikbûnê: Îzmîr

Dayik-Bav:  Feyruze – Şakir

Dem û cihê şehadetê: 30’ê Hezîrana 2024’an / Metîna

Nasnav: Dijwar Keleş

Nav paşnav: Serdar Duşerge

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Bahriye-Fahrî

Dem û cihê şehadetê: 30’ê Hezîrana 2024’an / Metîna

Nasnav: Jiyan Rêdûr

Nav paşnav: Darşîn Musa

Cihê jidayikbûnê: Şam

Dayik-Bav:  Fatma – Mihemed Elî

Dem û cihê şehadetê: 30’ê Hezîrana 2024’an / Metîna

NEWAL MÊRDÎN

Hevrêya me Newal li Îzmîrê weke ferdekî malbatê yê bi eslê xwe ji Mêrdînê jidayik bû. Ji ber ku malbata wê di salên 90 'î de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk koçî Îzmîrê kir, ji welatê me Kurdistanê dûr jidayik bû û mezin bû. Tevî vê yekê jî, ji ber malbat bi welatparêziya xwe û nirxên Kurdewariyê ve girêdayîbû, hevrêya me Newal li gorî cewhera xwe mezin bû. Li dijî asîmîlasyon û hemû êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a qirker jî, karî ziman û çanda xwe biparêze. Bi vî awayî di çerxa dijmin a qirker de şikandinek pêk anî. Ji ber ku sedema koçberiya malbata xwe ya ji Kurdistanê dizanîbû, li dijî rejîma Tirk a qirker xwedî hêrseke mezin bû. Hevrêya me ku di heman demê de di ferqa têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de bû, ji gerîlayên azadiyê ya Kurdistanê ku bi fedekariyên mezin têdikoşin gelek hezdikir. Ji ber ku ji malbat û xizmên hevrêya me tevlîbûna nava gerîla hebûn, ev rastî hişt ku eleqe û hezkirina wê mezintir bibe. Rastiya ku dewleta Tirk li her derê êrîş û komkujiyên hovane li dijî gelê me yê ku ji bo maf û hebûna xwe ya herî rewa têdikoşe pêk aniye, bûye sedem ku hevrêya me Newal bikeve lêgerîna têkoşînê. Bi hişmendiya ku weke jin û ciwaneke Kurd divê li dijî êrîşên li ser gelê me helwest nîşan bide, pêşî di nav xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih girt. Hevrêya me di pêvajoya ku di nav xebatan de cihê xwe digirt de, têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê ji nêz ve nas kir û biryar da ku têkoşîna xwe hê bêhtir mezin bike. Hevrêya me Newal di sala 2014'an de piştî ku xizmeke wê li Amedê ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger qirker ve hat înfazkirin, soza tolhildanê dabû û pê bawer bû ku dikare vê têkoşînê herî baş li nava refên gerîla bimeşîne. Di heman demê de, ji ber ku xizmekî wê yê nêz di wê demê tevlî nava refên gerîla bû, gelek bandor bû û li ser vê esasê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Newal ku yekemcar li Bakurê Kurdistanê gerîla dît, ji têkiliyên hevrêtiyê û şêweyên jiyanê yên gerîlayên destpêkê ku dît, gelekî bandor bandor bû. Ji ber ku ji Kurdistanê dûr jidayik bû û mezin bû, di destpêkê de di jiyana çiyê de zehmetî jiya, lê bi saya alîkariya hevrêyên xwe û sekna xwe ya xurt û xwedî îrade, di demeke kurt de karî van zor û zehmetiyan derbas bike. Hevrêya me ku xwedî tevlîbûneke çalak bû, roj bi roj bi çiyayan re bû yek. Hevrêya me ku li ser daxwaza hevalên xwe ji bo di hunera şerê gerîla û felsefeya Apoyî de xwe kûr bike berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê, perwerdeya xwe ya yekemîn a akademîk li vir dît. Bi perwerdeya wergirtî re di kesayetiya xwe de di warê leşkerî û îdeolojîk de pêşketinên girîng çêkir. Hevrêya me ku bi taybetî piştî dersên li ser dîroka jinê dîtiye ket ferqa rastiya xwe, ji bo xwe di pîvanên azadiya jinê de kûr bike ket nava hewldanên mezin. Hevrêya me Newal ku xwedî şêwazekî xebatê yê bi dîsîplîn û bi pîvan e, piştî ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, dest bi hin xebatên girîng kir. Hevrêya me ku demekê di nava van xebatan de cih girt, li vê derê bû xwedî tevlîbûneke çalak û serketî. Hevrêya me xebatên ku di vê pêvajoyê de pêkanî bi awayekî serketî bi rê ve bir û li aliyê din jî tim hewl da ku xwe di hêla îdeolojîk de bi pêş bixe. Di encama van hewildanan de hevrêya me karî pîvanên jina azad di kesayeta xwe de temsil bike, bi sekna xwe ya milîtanî ji hevrêyên xwe re bûye mînak. Mîna şervaneke YJA Starê xwe berpirsyarê ewlekariya gelê me û hemû jinan dît. Têkbirina hemû êrîşên li dijî gelê me weke rêgezek ji xwe re esas girt. Di vê wateyê de hevrêya me ku ked û hewldaneke girîng daye, di dilê gelê me de cihekî ku nayê jibîrkirin bi dest xistiye. Hevrêya me Newal di ferqa wê de bû ku di pêvajoya dîrokî de tevlîbûna ji rêzê û qels nayê qebûlkirin, ji bo di dema nû de di taktîka gerîla de bi pêş bikeve û bersiveke rast bide wezîfe û berpirsyariyên ku ji aliyê pêvajoyê ve tên dayîn, pêşniyar kir ku tevlî perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk bibe. Hevrêya me ku bi sekna xwe ya jiyanê, biryardariya xwe ya tevlîbûnê bawerî da hevrêyên xwe, li ser vê esasê tevlî perwerdeya akademik bû. Hevrêya me ku di pêvajoya perwerdehiyê de tevlîbûna xwe ya di nava pratîkê de berçavan re derbas kir, di vê wateyê de ders û tecrûbeyên girîng bi dest xist. Li aliyê din difikirî ku weke milîtaneke PKK-PAJK'ê divê bersivê bide êrîşên tasfiyeyê yên dijmin ên li dijî gelê me û tola hevrêyên xwe yên di şerê tunelan de ku bi awayekî fedaî şerkirine û gihîştin şehadetê hilîne. Ji ber vê yekê, hevrêya me ku bi rengekî çalak tevlî hemû qonaxên perwerdeyê bû, bi sekna xwe re hurmeteke kûr a hevrêyên xwe bi dest xist.

Hevrêya me Newal ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, bi kelecan û coşa ku karibe bersivê bide erkên serdemê, berê xwe da herêma Metîna. Hevrêya me Newal ku her tim li dijî êrîşên dijmin, baldar û hişyar bû, hevrêyên li gel xwe jî ji bo şer amade kir. Hevrêya me dizanîbû ku ji bo parastina herêma Metîna ji Zandûra heta Girê Hakkarî berxwedaneke destanwarî û fedaî bi pêş ketiye, bi biryardariya dewamkirina vê kevneşopiya berxwedanê tevgeriya. Hevrêya me ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 16'ê Hezîrana 2024'an ji bo hilanîna tola gelê me weke firsendekê dît, ji roja destpêkê ya êrîşan û vir ve her di nava lêgerîna ku derbên giran li dijmin bixe de bû. Di vê wateyê de hevrêya me Newal ku ji bo hevrêyên xwe bûye mînak, di 30 'ê Hezîrana 2024'an de di salvegera şehadeta fermandara me ya fedaî hevrê Zîlan - Zeynep Kinaci de xwest li dijî dijmin çalakiyeke bi bandor pêk bîne. Di vê wateyê de hevrêya me Newal ku bi hevrê Jiyan û Dijwar re li dijî dijmin bi awayekî fedaî şer kir, bi qehremanî gihîşt şehadetê. Weke hevrêyên wê em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê hesreta hevrêya xwe Newal a ji bo welatekî azad û jiyana azad teqez pêk bînin.

DIJWAR KELEŞ

Hevrêyê me Dijwar li Amedê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Ji ber ku malabata hevrêyê me welatparêz e û li bajarekî weke Amedê yê ku navenda têkoşîna me ye, ji dayîk dibe û mezin dibe, hê di zarokatiya xwe de partiya me PKK’ê nas dike. Her wiha hevrêyê me weke hemû zarokên Kurd rastiya dijmin jî di zarokatiya xwe de bi zext, zilm û qirkirinên dijmin ku li ser gelê me pêk dianî, nas dike û ji wê demê pê ve li cem hevrêyê me li hemberî dijmin hêrseke mezin peyda dibe. Hevrêyê dema ku diçe dibistanên pergalê ferq dike ku pergala dewleta Tirk biyanî wî ye û hemû caran girêdayî rastiyên xwe hewl da ku cewhera xwe biparêze. Hevrêyê me Dijwar li ser daxwaza malbata xwe demekê diçe dibistanê û piştre jî ji bo ku ji malbata xwe re bibe alîkar di serî înşeat, di gelek karên cuda de xebitî. Hevrêyê me di kêliyên karkirinê de rastiya kedê nas dike û di heman demê de ne rastiya newekheviya civakî jî baş dibîne.  Hevrêyê me dizanibû ku ji ber ku Kurd e her li ku derê be wê bi cihêkariya dewleta Tirk re rû bi rû bîmîne û tim weke mirovekî ji çîna duyem bê dîtin û ev yek bûn sedem ku hêrsa hevrêyê me ya li hemberî dijmin zêdetir bibe. Hevrêyê ji şopandina şerê hebûn û azadiyê yê ku li Kurdistanê ji aliyê gelê me ve û di pêşengtiya gerîlayên azadiyê ve dihat meşandin, xwe neda paş.  Bi taybetî jî çalakiyên gerîlayan hêz û moraleke mezin stand. Hevrêyê me ji şehadetan jî bi bandor dibe û bi taybet jî piştî şehadeda fermandarê me yê hêja Şehîd Nûman Amed (Ertem Karabûlût) biryardariya têkoşînê li gel peyda dibe.  Hevrêyê me li hemberî hemû derbeyên ku gerîlayan li dijmin dixist lêgerînên xwe yên têkoşînê zêdetir dikir û di sala 2013’yan de bi awayekî aktîf di nava xebatên şoreşgerî û ciwanên welatparêz de cihê xwe girt. Hevrêyê me di pêvajoya ku çalakiyên ciwantiyê bi rê ve dibir de partiya me PKK baştir nas kir û kete lêgerînên ku têkoşîna xwe mezintir bike. Li gel encama êrîşên dijmin yên di sala 2015’an de  û pêşketina Têkoşîna Xwerêvebirinê kurmamê wî, hevrêyê me Şehmûs Duşerge li Bismilê tevlî karwanê şehîdan dibe û ev yek bandoreke mezin li ser hevrêyê me Dijwar dike. Hevrêyê me dizanîbû ku ji bo tolhilanîna hewlên qirkirinê yên li ser gelê me û tolhilanîna hevrêyê me Şehîd Şehmûs rêya herî rast tevlîbûna di nava refên gerîlayan de ye. Girêdayî vê yekê di sala 2015’an de xwe gihand çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîlayan bû.

Hevrêyê me Dijwar bi perwerdeyên standî pê hesiya ku gerîla hem hêza gelê me yên parastinê ne û hem jî pê hesiya ku gerîlatî terzê jiyanê yê mirovên azad e û bi eşqeke mezin tevlî jiyana gerîlayan bû. Hevrêyê me dixwest di demeke kurt de hemû hûrgiliyên gerîlatiyê hîn bibe û bi bêsebriyeke mezin ma li benda kêliya ku derban li dijminî bixe.  Hevrêyê me xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de pêş xist û piştre li qadên şoreşê ji bo parastina destkeftiyên gelê me yên ku bi ked û bedêlên mezin hatibûn bidestxistin, têkoşîneke bêhempa nîşan da. Hevrêyê me tevî ku di pêvajoya têkoşîna li hemberî DAÎŞ’ê ya dijwar de sê caran birîndar jî bû, bes carekê jî dev ji têkoşîna xwe berneda û berovajî wê zêdetir têkoşiya û hêrsa li gel wî mezintir dibû. Bi vî awayî hevrêyê me Dijwar bû xwediyê tempoyeke têkoşînê ya bênavber û bi hevrêtiya xwe bihêz û wêrektiya xwe ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Dijwar demeke dirêj li gel gelê me li gelek qadan şer kir û di destkeftiyên ku îro hatine bidestxistin de xwedî kedeke mezin e, berê xwe da Herêmên Prastinê yên Medyayê. Hevrêyê me Dijwar xwest xwe bi taktîkên gerîla yên serdema nû de pêş bixe û tecrûbeyên nû li tecrûbeyên xwe yên leşkerî zêde bike, ji pêvajoya dîrokî re bibe bersiv û girêdayî van yekan di akademiyên leşkerî de daxilî perwerdeyan bû. Hevrêyê me piştî ku vê pêvajoya perwerdeyê bi awayekî serkeftî temam dike, dixwaze pêşketina xwe berdewam bike û ji bo ku bibe gerîlayekî profesyonel girêdayî warên leşkerî û îdeolojîk kûrbûnên xwe zêdetir kirin.  Ji bo vê yekê hevrêyê me ji pêvajoyên perwerdeyê yên cuda derbas dibe û girêdayî kûrbûnên di vê pêvajoyê de xwe ji pratîkê re amade kir. Hevrêyê me Dijwar  di vê çarçoveyê de  li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek pratîk bi rê ve birin û bi kesayeta xwe ya kedkar derket pêş.  Hevrêyê me xwe ji tu xebatan neda paş û bi hevrêtiya xwe ya durist û jidil di hemû xebatan de ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî hate hezkirin. Di pêvajoyeke ku êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê zêde bûn de hevrêyê me israr dike ku derbasî van herêman bibe û di wê baweriyê de bû ku bes dikarî bi vî awayî ji hevrê û şehîdên leheng re layiq bibe.

Hevrêyê me bi vê armancê bi îdîa û biryardariyeke mezin weke pêngaveke yekem berê xwe da Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û tevlî têkoşîna li vir dibe. Hevrêyê me bi tevlîbûna çalakiyên ku li hemberî dijmin hatine pêşxistin re hewl da ku erkên xwe yên serdemî bi cih bîne. Hevrêyê me bi fedakarî û wêrektiya xwe ya di van çalakiyan de derdikeve pêş û piştre jî derbasî herêma Metînayê dibe. Li vir jî bi îrade û cesareteke mezin tevlî têkoşînê dibe. Hevrêyê me Dijwar li herêma Metînayê hem di tunelên şer de û hem jî li qadê bi terza gerîlayên pispor li hemberî êrîşên dijmin li ber xwe dide û bi pêşxistina çalakiyan hêrsa di dilê xwe de ya li hemberî artêşa Tirk derpêş dike. Hevrêyê me dizanîbû ku hemû kêliyên ku pê li tetîkê dike, tola hevrêyên xwe distîne û bi vê hişmendiyê tevgeriya. Hevrêyê me bi kesayeta xwe ya şervantî û jêhatî karî ji hemû hevrêyên xwe re bibe weke çavkaniya hêz û moralê.  Hevrêyê me di 30’yê Xezîrana 2024’an de li herêma Metînayê li gel hevrêyên xwe Newal û Jiyan li dijî dijmin çalakiyeke bibandor pêk anî û li vir di encama êrîşên dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe. Em jî weke hevrêyên wî soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadiyê ya ku hevrêyê me Dijwar dewrî me kiriye bi serkeftinê tacîdar bikin.    

JIYAN REDÛR

Hevrêya me Jiyan di malbateke welatparêz a bi eslê xwe Kobanê de li Şamê ji dayik bû. Ji ber ku di malbateke ji eşîra Berazî ya xwedî nirxên qedîm û Kurdewarî de hatiye dinê, di temenê xwe ye biçûk de li gorî cewhera xwe mezin bû. Hevrêya me ku neçar ma piraniya zarokatiya xwe dûrî Kurdistanê derbas bike, ligel vê jî di parastina ziman û çanda xwe de israr kir. Hevrêya me Jiyan ku di temenê xwe ye biçûk de têkoşîna azadiya gelê me ya ji aliyê partiya me PKK’ê ve tê meşandin, bihist, bi taybetî hayraniyeke wê ya mezin ji gerîla re hebû. Hevrêya me ku ji têkoşîna fedakarane ya gerîla bandor bû, armanca wê ya sereke ew bû ku dema mezin bibe, bibe gerîla. Hevrêya me ji ber vê hestên xwe yên şoreşgerî bi xwe re mezin kir û roj bi roj nêzî armanca xwe bû. Hevrêya me Jiyan ku di dema ciwantiya xwe de derfet dît ku jiyanê bêhtir fêm bike û analîz bike, nakokiyên xwe yên ewil jî di vê pêvajoyê de jiya. Hevrêya me bi taybet gihişt zanebûna ku rola ku di civakê de ji jinê re hatiye dayîn, bi statuya koletiyê re yek e, li dijî vê keta nava lêgerînan. Hevrêya me di demên ku tovên Şoreşa Azadiyê ya Rojava dihatin reşandin û hêdî hêdî derdiket de, pêşengtiya jinê ya ku pêş diket dît û jê bandor bû. Hevrêya me Jiyan hewl da çavkaniya ku ev qas jinan xurt dike, fêr bibe û di vê pêvajoyê de felsefeta Rêber Apo nas kir. Hevrêya me guhdarî dahûrandinên Rêber Apo yên li ser azadiya jinê kir, wisa hîs kir ku heçko ji nû ve ji dayik bûye. Hevrêya me hîs kir ku ew ê bi fikrên Rêber Apo ji labîrenta tarî ku xwestin wê bigirin, xwe bigihîne ronahiyê û hin zêdetir eleqe nîşanî têkoşîna me ya azadiyê û gerîla kir. Hevrêya me pişte ji tevlîbûna birayê xwe Rêdûr- Delîl Musa ji bo refên gerîla bandor bû, lêgerînên xwe yên têkoşînê zêdetir kir. Hevrêya me Jiyan ku piştî xizma wê ya nêz hevrêya me Dicle Kobanê di sala 2014’an de û hevrêya me Rêdûr- Delîl Musa di sala 2015’an de şehîd bû, biryara têkoşînê da û di sala 2016’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevrêya me Jiyan ku neçar ma piraniya zarokatiya xwe dûrî Kurdistanê derbas bike, çiyayên Kurdistanê weke cihê ku xwe dît bi nav kir. Hevrêya me Jiyan ji ber vê yekê bi hemû xwebûna xwe bi çiyayan re hat girêdan û di demek kin de bi perwerdeyan fêrî jiyana çiya û gerîla bû. Hevrêya me ku ewil ji hevrêtiya gerîla bandor bû ku li ser bingeha heqîqet, dirûstî, jidilbûn, wekhevî û azadiyê ye û ji bo ku van taybetmendiyan bêhtir di xwe de navxweyî bike hewldaneke mezin da. Hevrêya me ku piştî perwerdeya şervanên nû li gelek Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlatî kir, vê pêvajoyê weke serdema zanebûna di gerîlatiyê de nirxand. Hevrêya me di vê pêvajoyê de mihteşemiya çiyayên Kurdistanê heta hucreyên xwe hîs kir, di xaçerêkên ku bi hezaran hevreyên me yên şehîd li ser meşiyane de hizra hevreyên me şehîd kir û gavên xwe yên azadiyê xurttir kir. Hevrêya me Jiyan ku di vê wateyê de hezkirina hemû hevreyên xwe bi dest xist. Di pêvajoyeke ku dewleta Tirk a mêtînkar konsepta tasfiye û qirkirinê ya li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û tevahiya gelê me kir rojeva xwe de, xwest zêdetir bi çalak tevlî bibe. Hevrêya me Jiyan bi zanebûna ku ji bo vê divê xwe di taktîkên gerîla ya serdema nû de pêş bixe, pêşxistina xwe esas girt. Hevrêya me li ser vê bingehê tevlî perwerdeyên pisporiya leşkerî bû, li vir derfet dît ku xwe di taktîkên gerîla yên serdema nû de serwer bike. Hevrêya me Jiyan ku ji bo perwerdeya ku dîtiye bixe pratîkê bêsebr bû, di wê zanebûnê de bû ku divê weke Gerîlaya Modernîteya Demokratîk xwe di aliyê îdeolojîk de jî pêş bixe. Hevrêya me Jiyan ji bo vê piştî perwerdeya pisporiya leşkerî tevlî perwerdeya îdeolojîk bû, li vir di felsefeta Rêber Apo de kûrtir bû. Hevrêya me Jiyan ku bi taybet di îdeolojiya azadiya jinê de lêhûrbûn bû, lêgerîn û hewldana ji bo temsîlkirina rêgezên azadiyê di kesayeta xwe de ku bi berdêlên mezin û bi keda bêhempa ya Rêbertiya me hatiye afirandin, bi awayekî bi hêz domand. Hevrêya me ku di vê wateyê de lehûrbûn bû û ked da, bi temamî xwe ji bo pratîkê amade hîs kir.

Hevrêya me bi taybetî xwest biçe herêmên ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên dagirkeriyê bi nemerdane didomîne, li ser vê bingehê derbasî herêma Mêtîna bû. Hevrêya me tevlî berxwedana dîrokî ya li Mêtîna bû, li vir derfet dît ku bi fermandarên me yên pêşeng yên wekî Şehîd Rêber û Şehîd Hêjar ku li herêma Zendûra li dijî dijmin bi fedayiyane şer kirin, têbikoşe. Ji ber ku hevreyên wê li dijî her cûre êrîşên dijmin ên li derveyî mirovahiyê, li ser xeta fedaî têkoşiyan û şehîd bûn, pir bandor bû. Hevrêya me ku derfet dît li gelek qadên Mêtinayê pratîkê bike, bû yek ji hevrêyên me ku ewil bersiv da êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên li Qada Berxwedanê ya Sêrê Mêtîna. Hevrêya me Jiyan ku li gelek çalakyên li dijî dewleta Tirk a qirker pêk hatin, ked da dizanibû ku bi her derbeya li dijmin xistî, tola gelê me û şehîdên me hiltîne. Hevrêya me ku ji ber vê yekê kêliyek jî dudilî nebû û bi wêrekî bi ser dijmin de çû, bû heleqekî girîng a berxwedana di pêşengiya YJA Starê de.

Bîranîna hevrêya me Jiyan ku di êrîşa dijmin a 30’ê Hezîrana 2024’an de bi hevrêyên xwe Newal û Dijwar re şehîd bû, wê her tim rêya me ronî bike. Em careke din soz didin ku heta ku xeyala Kurdistana azad û demokratîk ya hevrê Jiyan pêk bînin, têkoşîna xwe bidomînin.”