Dagirkeran bombe li gundekî Çemçemal barand: Şewat derket

Dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Tuteqel ê navçeya Çemçemal bombebaran kir. Hat diyarkirin ku li gund şewat derketiye û şewat belav bûye.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, dewam dikin. Dewleta Tirk niha qadên niştecihiyê û derdora wê bombebaran dik.

Balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker, bombe li derdora gundê Tuteqel ê navçeya Çemçemal a girêdayî bajarê Silêmaniyê barand.

Hat diyarkirin ku di derdora saet 12.30’an de êrîş pêk hat û ji ber êrîşê şewat derketiye û şewata li herêmê berfireh bûye.

Ji ber rîska êrîşê, gel nikare şewatê vemirîne.