YRK: Ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker li derdora gundê Gelale şewat derket

YRK’ê ragihand ku balafirên dewleta Tirk a dagirker 3 caran derdora gundê Gelale yê Mawetê bombebaran kirine, di encama bombebaranê de ti tişt bi hêzên wan nehatiye, lê li herêmê şewat derketiye.

Navenda Çapemenî û Ragihandina Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekî ragihand ku dewleta Tirk bi balafirên şer sê caran derdora gundê Gelale ya navçeya Mawetê bombebaran kir û ragihand ku ji ber bombebaranê li herêmê şewat derket û şewat hê jî didome. 

Daxuyaniya YRK’ê bi vî rengî ye:

“Roja Înê 26’ê Tîrmeha 2024’an dewleta Tirk a dagirker piştî tevgereke zêde ya keşfa hewayî, saet di 23:00’an de bi balafirên şer sê caran herêma Dukanî, Kanî Çumehesp û Xezîne yên gundê Gelale ya navçeya Mawetê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de zirar û xisareke mezin gihîşt rez, baxçe û zeviyên gelê me. Di vê bombebaranê de hêzên me ti zerar nedîtin. Lê li zevî, baxçe eraziyên derdor şewat derket û şewat hê jî berdewam dike.

Bêguman hedefa dewleta Tirk a dagirker hemû zindî, xweza û jîngeha welatê me ye û divê hemû kes wê rastiyê bizane ku dijminatiya dewleta Tirk ji mêjde ye di rex dijatiya beramber mirovan, xweza, jîngeh û hemû xweşikiya welatê me girtiye ber xwe. Ji darên zeytûnê yên Efrînê bigire heta Behdînan, ji bazarên Hewlêr û Kerkûkê bigire heta çiya, bax û baxçeyên Asosê dikine armanc. Em sond dixwin ku heta em bigihêjin azadiyê, hêza kirêt a dewleta Tirk a dagirker ji welatê xwe derxin, ji bo xweza, jîngeh û hemû zindiyên welatê xwe em ê li ber xwe bidin û têbikoşin.”