Dewleta Tirk bombe li gundeke girêdayî Duhokê barand, şewat derxist

Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Kanî yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya Duhokê barand. Piştî bombebaranê şewat derket.

Li gorî nûçeya Rojnews’ê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, li Başûrê Kurdistanê bombe li gundê Kanî yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya Duhokê barand.

Hat ragihandin ku piştî bombebaranê li gund şewateke mezin derketiye.

DAGIRKERÎ BERFIREH DIBE, SIVÎL DI HEDEFÊ DE NE

Dewleta Tirk di mehên dawî de, li Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê êrîşên xwe yên dagirkeriyê berfireh dike û gefa valekirina bi sedan gundan dixwe. Qadên niştecihiyê yên sivîl, bi rengekî sîstematîk tên bombebarankirin. Bi dehan gund hatine valakirin û li gorî çavkaniyên herêmî zêdeyî 600 gund jî di bin gefa valekirinê de ne.

Tîmên Aştiya Civakî (Community Peacemaker Teams-CPT) ragihand ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hewayî heta navçeya Çoman a Hewlêrê berfireh kiriye û herêm di nava hefteyê de du caran hatiye bombebarankirin.

Li gorî daneyên CPT, dewleta Tirk a dagirker ji serê salê û vir ve di êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê pêk anî de 19 sivîl şehîd bûn û 2 welatî jî birîndar bûn.