Li sînorê Duhokê nuqteya kontrolê ya Dewleta Tirk-PDK’ê, dest bi xespê kirin

Dewleta Tirk û PDK’ê nuqteyeke kontrolê ya hevpar di navbera navçeya Amêdiyê û navenda Duhokê de ava kirin. Hat zanîn ku li vir kel û pelên gel jî tên desteserkirin.

Hevkarî û çavsaxiya PDK’ê ya ji bo dagirkerî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê bi hemû bê exlaqiya xwe ve berdewame.

Çavkaniyek ji Rojnews’ê re ragihand ku duh bi şev Parastina PDK’ê û MÎT a Tirk li ser rêya navbera navenda parêzgeha Duhokê û bajarokê Amêdiyê ya li Geliyê Qentara yê li navçeya Bagêra ser bi bajarokê Zawête, seytereyek nû ava kirin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku seytere dibin navê Parastinê de hatiye danîn, lê di bingeh de di çarçoveya xebatên hevbeş ên PDK’ê û MÎT a Tirkiyê deye.

Her wiha hate destnîşankirin ku li seytereyê weke ku ji welatekî derbazî welatek din bibî, nêzîkatî û lêkolîn tê kirin, lê di rastiyê de welatî tenê ji navçeyek ya parêzgeha Duhokê derbazî navçeyek din ya parêzgehê dibe.

Çavkaniyê ji Rojnews’ê ragihand ku di komputerên li vê seytereyê de li şûna navên teroris, kujer û tawanbaran, navên şoreşger, çalakvan û welatparêzên Kurd têde heye ku ji aliyê MÎT a Tirk ve têne xwestin.

Li gorî hatî ragihandin, li vê seytereyê bi qestî bi hinceta ku pêdawîstî negihijin hêzên gerîla, dest datînin ser kelûpel û xwarinên welatiyên bêçek, ev jî mekanîzmayên dorpêçkirinê yên ku rejîma Bees di şerê çekdarî de bikar anîbû, tîne bîra me.

Hêjayî gotinêye ku beriya demekê jî bi dîmenan derket holê ku dewleta Tirk a dagirker li Berwarî Bala seytereyên kontrolkirina nasnameyan danîne û herêmê dagirkirine.

Li gorî çavdêran, xala nû ya kontrolê ya Duhokê gelek pirs û gengeşeyan li ser armancên rastîn ên dewleta Tirk di ketina Herêma Kurdistanê de derdixe holê. Ji ber ku ew pêngavek eşkere ye ku çalakvan û şoreşgerên Kurd dike armanc.