BI DÎMEN

Ciwanên Başûr: Em li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û xiyaneta PDK’ê ne

Ciwanên başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê û xiyaneta PDK’ê li çend bajar û bajarokan çalakî lidar xistin û gotin: “Em ê li dijî her cure dagirkeriya li ser Kurdistanê rawestin û em ê xiyaneta malbata Barzanî qebûl nekin.”

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta malbata Barzanî ku bûye hevkarê dagirkerên Kurdistanê, li çend bajar û bajarokan li dijî dagirkeran û xiyaneta malbata Barzanî, çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Ciwanên Kerkûkê ragihandin ku ew li dijî her cure dagirkeriyê ne û gotin: “Em wek ciwanên Kerkûkê, em ê li dijî her cure êriş û dagirkeriya dewleta Tirk rawestin ku li ser xwişk û birayên me li herêmên cuda pêk tîne û wan bombebaran dike. Êdî em ê qebûl nekin û li dijî wê rawestin.”

Ciwanekî Kerkûkê bang li ciwanên başûrê Kurdistanê kir ku helwesteke tund nîşan bidin û wiha got: “Wek ciwanekî bajarê Kerkûkê, ez ê li dijî wan êrişan rawestim ku li ser başûrê Kurdistanê pêk tên, em ê wek ciwanên Kerkûkê êdî helwesteke tund nîşan bidin.”

Ciwanên bajarokê Ranyayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de dirûşmeya “Xiyanet bêbextî ye, qebûlkirina wê nemerdî ye” hate berzkirin.

Ciwanên Tekyayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û xiyanetê çalakî lidar xistin û gotin: “Em wek ciwanên başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ne ku demek e êriş û dagirkeriyê pêk tîne. Peyama me ji bo PDK’ê jî ew e ku bila dest ji vê xiyanetê berde.”

Ciwanekî gundê Tekyayê li ser dîwaran “Kurdistan hatiye dagirkirin” nivîsî.