Sewqiyata leşkerî ya dewleta Tirk dewam dike

Dewleta Tirk a dagirker 100 leşker û nêzî 25-35 wesatîtên zirxî sewqî Dêrelok û derdora wê kir.

SEWQIYETA LEŞKERÎ

Artêşa Tirk a dagirker 100 leşkerên din anîn sewî nuqteya kontrolê ya Dêrelokê kir û ji vir jî beralî baregeh û nuqteyên din yên dagirkeriyê kir. Her wiha nêzîkî 25-35 wesayîtên zirxî destpêkê ji bo navçeya Çelê, piştre jî şandin Serzêrê.

dibin navçeya Çelê, ji wir tînin Serzêrê û ji wê derê jî ji bo amadekariyên dagirkeriyê bi ser baregeh û nuqteyan de belav dikin.

Çavkaniyeke herêmî ku nekarî navê xwe eşkere bike ji deverên şer û dagirkeriyê yên sînorê Amêdiyê û Dêrelokê agahiyên nû yên derbarê sewqiyata artêşa Tirk a qirker agahî dan Rojnewsê.

Çavkaniyê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li herêmê amadekariyên xwe yên leşkerî didomîne.

Çavkaniyê herêmî got: “Şeva borî dewleta Tirk a dagirker 100 leşkerên xwe anîn seytereya bajarokê Dêrelokê yê girêdayî navçeya Amêdiyê. Leşker ji wê derê bi wesayîtan peya dibin û bi peyayî diçin Geliyê Reşave. Ji wê derê derbazî nuqte û baregehên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê dibin.”

Her wiha çavkaniyê herêmî wiha got: “Artêşa Tirk a dagirker 100 leşkerên din anîn seytereya Dêrelokê û ji wir jî dibin baregeh û nuqteyên din yên dagirkeriyê.

Her wiha bi şev nêzîkî 25-35 wesayîtên zirxî pêşî sewqî Çelê û piştre jî sewqî Serzêrê hat kirin. Ev wesayît ji bo amadekariyên dagirkeriyê bi ser baregeh û nuqteyên li Amêdiyê û Dêrelokê hatin belavkirin.