Derbarê kesê mirî de lêpirsîna ‘fînansekirina terorê’ hatiye vekirin

Derket holê ku derbarê Cemal Candemîr ê di sala 2020’an de ji ber şewbê jiyana xwe ji dest da, lêpirsîna “finansekirina terorê” hatiye vekirin.

Polîsên Tirk di meha Sibatê de di çarçoveya lêpirsîna derbarê 43 kesan de ku Rojnamevan Oktay Candemîr, Lokman Gezgîn û Arîf Aslan jî di nav de bûn, bi ser malan de girtin. 36 kesên ku di lêpirsîna ku bi hinceta Heyva Sor ji van kesan re pere şandiye û ev kes “finansekirina terorê” dikin hatibû vekirin de hatibûn binçavkirin, ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan. Piştî 4 mehan Serdozgeriya Komarê ya Wanê der barê 43 kesan de biryara neşopandinê da.

Di nav kesên ku polîs û dozgerî derbarê wan de lêpirsîn daye destpêkirin, Endamê Meclîsa Giştî ya DTP’ê yê berê Cemal Candemîr ku di sala 2020’an de ji ber şewbê jiyana xwe ji dest da heye.

Di dosyaya ku di sala 2022’an hat vekirin de tê îdîakirin ku Cemal Candemîr ê di sala 2020’an de jiyana xwe ji dest daye “finansekirina terorê” kiriye.

Dozgerî diyar kir ku delîlên têrker nehatine dîtin ku Candemîr sûcê navborî kiriye û der bara wî de biryara neşopandinê da.

‘LÊPIRSÎN BÊBINGEH TÊN KIRIN’

Hiqûnas Cemal Demîr ku têkildarî mijarê agahî da, ev tişt gotin: “Em dibînin ku lêpirsîn bêyî ku xwe bispêre delîlên hiqûqî û madî hatiye destpêkirin. Tenê bi raporên Masak despêkirina lêpirsînên bêbingeh, berî her tiştî binpêkirina rêgeza ewlehiya hiqûqî ye. Eşkere ye ku mafê azadî û ewlehiya hemû kesên ku der barê wan de biryara neşopandinê hatine dayîn, bi awayekî kêfî tê binpêkirin. Em dibînin ku di biryara neşopandinê de der barê kesên mirî de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ev jî nîşan dide ku lêpirsîn çiqas bi kêfî û bêserûber tên kirin. Ji ber sedema binpêkirina mafên azadî û ewlehiyê doza tezmînetê yê madî û manewî dikarin bên vekirin. Xisûseke din jî ew e ku hiqûqê hiştine kêfa evqas kes û saziyan, tinehesibanda heq û azadiyê tê wateya tar û mar kirina rêgeza hiqûqê.”