‘Hebûna PKK’ê ya li çiyayan, hebûna statuya Herêma Kurdistanê ye’

Mamoste û çalakvanan nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dan û gotin: “Armanca dewleta Tirk dagirkirina başûrê Kurdistanê û jinavbirina jîngeha wê ye. Divê her kes li dijî vê dagirkeriyê bêdeng nemîne.”

Bêdengiya desthilata siyasî ya Herêma Kurdistanê li hember êriş û dagirkeriyê wisa kiriye ku dewleta Tirk a dagirker zêdetir bikeve nava axa başûrê Kurdistanê. Ev yek jî wisa dike ku hemû civak bi fikar be. Li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk, çalakvanê qada jîngehê mamoste Azad Ehmed û çalakvanê qada civaka sivîl mamoste Rêbiwar Ebdulkerîm ji ANF’ê re axivîn.

Mamoste Azad Ehmed diyar kir ku hincetên dewleta Tirk a dagirker bê bingeh in û armanca wê dagirkirina tevahiya başûrê Kurdistanê ye û got: “Ez van operasyonên li ser axa başûrê Kurdistanê şermezar dikim. Armanca dewleta Tirk dagirkirina başûrê Kurdistanê û jinavbirina wê ye. Mixabin Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê heta niha li hember operasyon û dagirkeriya artêşa Tirk bêdeng in.”

‘DEWLETA TIRK JÎNGEHA KURDISTANÊ WÊRAN DIKE’

Azad Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de amaje pê kir ku şer li ku derê çêbe, jîngeha wê wêran dike û diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker xerabkirina jîngeha başûrê Kurdistanê ye. Azad Ehmed wiha domand: “Dewleta Tirk li ku serdest be, pêşî hewl dide jîngeh û çavkaniyên wê yên avî xerab bike da ku êdî ew der wek cihekî mirovan nemîne û mirov nekarin li wê derê bijîn.”

Azad Ehmed di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Çi wek mamoste û çalakvan, çi wek rewşenbîr, partî û aliyên siyasî erka me hemûyan e ku em li hember dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng nemînin. Divê helwesteke me ya yekgirtî hebe, dengê me bigihîje navendên cîhanî. Li hember van operasyonên dewleta Tirk ên ku li ser axa başûrê Kurdistanê çêdike, divê em bêdeng nemînin û helwesta me hebe.”

‘ARMANCA DEWLETA TIRK JINAVBIRINA KURDAN E’

Rêbiwar Ebdulkerîm da xuyakirin ku dagirkeriya Tirkiyeyê ne nû ye, ew li dijî hemû Kurdan e û got: “Eger li wan çiyayan YNK, Goran yan jî her aliyekî din hebe, ew ê dîsan êriş bike, ji ber ku armanca wê jinavbirina Kurdan e. Peymana 100 salî ya Lozanê bi dawî bûye, dagirkeriya dewleta Tirk berdewam dike û hewl dide Hewlêr, Kerkûk û Mûsilê dagir bike. Ew berfirehxwaziyê dike û bi heman zihniyeta serdema Xîlafeta Osmanî kar dike ku li dijî mîrnişînên Kurdan bû. Mixabin niha di nav Kurdan de rewşek derketiye holê ku yên ku rê nîşanî dijmin didin ji welatparêzan zêdetir in. Mîrnişînên Kurdan ji ber xiyaneta navxweyî hilweşiyan, niha jî eger xiyanet tune be, dronên Tirkiyeyê nikarin werin vir bombebaran bikin û xelkê şehîd bikin.”

‘JI BER RÊZEFÎLM Û DIBISTANÊN TIRKAN ZAROKÊN ME DÎROKA KURDAN NAS NAKIN’

Di berdewamiya axaftina xwe de Rêbiwar Ebdulkerîm amaje pê kir ku nifşên me bi rêya medya û fîlmên Tirkî dibin hilgirên çand û perwerdeya wan û dîroka Kurdan nas nakin û wiha got: “Li vir em di hin aliyan de xemsar in. Zarokên me her tim li fîlmên Tirkî temaşe dikin, em zarokên xwe dibin dibistanên Tirkî. Dibistanên Tirkî li gorî daxwaza xwe wan perwerde dikin. Niha mirov ji zarokekî Kurd bipirse ka Şêx Seîdê Pîran kî ye, dê nas neke. Lê mirov navê fîlmekî Tirkî û lîstikvanekî Tirkî jê bipirse, dê pir baş nas bike.”

Rêbiwar Ebdulkerîm di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Em dikarin li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwepêşandan bikin û dengê xwe bigihînin civaka navneteweyî. Pirsgirêka dewleta Tirk bi hebûna Kurdan re heye û dixwaze çi dibe bila bibe wan ji holê rake. Mayîna PKK li çiyayan tê wateya parastina statûya Herêma Kurdistanê û mayîna wê. Eger PKK li wir nemîne, dê DAÎŞ û El-Nusra li wir bin. Em ê çawa bi wan re bijîn?”