Sebahat Tûncel: Ji bo Kurdan hiqûqeke taybet tê pêkanîn

Sebahat Tûncel di panela “Jineolojî siyaseta demokratîk nîqaş dike” de axivî û wiha got, “Li Tirkiyeyê ji bo Kurdan hiqûqeke taybet tê pêkanîn. Em ê yan azadiyê yan jî koletiyê hilbijêrin.”

22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ya bi dirûşmeya “Em ê destûrê nedin xwezaya me bê talankirin û îradeya me bê desteserkirin” tê lidarxistin, di roja 3’yemîn de berdewam dike. Di çarçoveya bernameyê de li Qada Seyît Riza, li Ana Fatma û Halvoriyê aktîvîteya “Rotaya Hafizayê” hate lidarxistin. Siyasetmedar Sebahat Tûncel, parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordû, Hevşaredarên Dersimê Cevdet Konak û Bîrsen Orhan û gelek nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî û gelek kes beşdarî aktîvîteyên îro bûn. 

Di serdana Ana Fatmayê de çerax hatin vêxistin. Ji vir çûn Halvoriya (zinarên 38’an) ku jinên ji bo di 14-15’ê Tebaxa 1938’an de neyên tecawizkirin xwe ji kendalê avêtin, zilamên bi sungu û darên mazî hatin qetilkirin û çerax hatin vêxistin. Pişt re jî qurnefîl avêtin Çemê Mûnzûrê. 

Piştî aktîvîteyên li vir çûn Kolana Hunerê ya panela “Jineolojî, siyaseta demokratîk nîqaş dike” lê hate lidarxistin. Bi moderatoriya Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan, Sebahat Tûncel, edîtora Kovara Jinê Rojda Yildiz û Hevseroka Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan weke axivêr beşdarî panelê bûn.

Yildiz a ku di panelê de ewilî axivî, diyar kir ku civakan li dijî polîtîkayên kedxwariyê yên bi hezaran salan ên desthilatan li her derê bi avakirina siyaseta demokratîk re ji bo rastiya xwe biafirînin qad afirandine. Yildiz bi lêv kir ku avaniya civakî ya bi navê “yekperestî” pergaleke ku li ser redkirina heqîqeta jinê hatiye avakirin e û destnîşan kir ku siyaseta demokratîk çareseriya pirsgirêkên civakê ye

ZANÎSTA HERÎ GIRÎNG A ROJA ME 

Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan ku bi gotina “Jineolojî zanista herî girîng a serdema me ye” dest bi axaftina xwe kir, bal kişand ku windakirina jinan windakirina civakê ye. Dogan diyar kir ku jin pîroz in, dijîn û didin jiyîn û got: “Baweriya elewîtiyê heta roja îro ji ber avaniya xwe ya azadîparêz a jinê hatiye qirkirin. Elewîtî pêwîst e bikeve qada taybet a jineolojiyê. Ji ber ku azadîxwaziya jinê ye. Xweza jî berhemdar e, jin jî wisa ye. Xweza zirarê nade xwezayê. Ev bawerî li cihekî aram, azad, wekhev, xwezahez û parastinê radiweste. Ji ber vê yekê em xwe bi rêxistin bikin.”

 ‘ÎRADEYA GELÊ KURD NAYÊ NASKIRIN, HIQÛQEKE TAYBET TÊ PÊKANÎN’

Sebahat Tûncel a herî dawî axivî jî bal kişand ser rêwîtiya heqîqetê ya jineolojiyê û wiha got: “Jîneolojî rêwîtiyek e ku xwe bigihîne sira jiyanê. Pergala kapîtalîst a mêr hemû rastî berovajî kirine û ji me re çîrokeke derewîn vegotiye. Kirin ku civak ji vê derewê bawer bike. Ji ber vê yekê em ê careke din ser û bin bikin û rastiyê derxînin holê.” 

Tûncel da zanîn ku siyaseta demokratîk bi giştî wekî “mafê xwe yê bijartin û hilbijartin, ewlekirina mafên bingehîn, dewleta hiqûqê, tevkarî, zelalî û hesabdayînê” tê pênasekirin û wiha domand: “Ev girîng e, lê tenê yek ji wan li Tirkiyeyê derbasdar e. Ku ev jî mafê hilbijartinê ye û tenê ji bo desthilatê ye. Dibêje ku ‘divê hurmet ji îradeyê re bê nîşandan’, lê dema mijar dibe kurd, rêzê nagire. Li Tirkiyeyê ji bo Kurdan qanûneke taybet tê pêkanîn. Kurd ji hemwelatîbûna xwe tên derxistin. Bi rêya hiqûq û siyasetê Kurd tên tepisandin û qada siyaseta demokratîk ji holê tê rakirin.” 

Tûncel, bal kişand ku qada hiqûqê yek ji qadên ku herî zêde Kurd lê tên mexdûrkirin û diyar kir ku li Tirkiyeyê “hiqûqa faşîzmê” heye û wiha domand: “Hiqûq girîng e. Ji ber ku li dijî hikûmetê gel û xizanan diparêze. Li Tirkiyeyê hiqûq li dijî gel, xizan û bindestan tê bikaranîn. Li tu dera cîhanê qala operasyoneke qirkirinê nayê kirin û hûn ji ber fikrên xwe nakevin girtîgehê. Li Tirkiyeyê hiqûqeke du alî heye. Ji bo ku ciwanan dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin, fikra xwe gotin tên binçavkirin û girtin. Ev tundiye, zilm e, faşîzm e. Ne tişteke din e. Li vî welatî li ser navê Kurdan çi hebe dikin sûc. Her xebata em dikin weke xebata terorê digirin dest. Li vî welatî axaftin sûc e, bê axaftin em çawa dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin? Tenê bi berfirehkirina siyaseta demokratîk em dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

‘YAN KOLETÎ YAN AZADÎ’ 

Tûncel destnîşan kir ku di hevdîtinên li Îmraliyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fermî mûxatab hate wergirtin û wiha dewam kir: “Di wê demê de her kes diaxivî, gelekî kêfxweş dibû û xwe azad hîs dikir. Niha kes nikare biaxive. Kes nikare nêrîna xwe ya rast bîne ziman. Em ê teslîmî vê bibin an jî bibêjin 'na'? Teslîmbûna li ber vê yekê tê wê wateyê ku em rê li ber sazîbûna faşîzmê vedikin. Mafê bijartinê azadî ye. Em ê yek ji van her du tiştan hilbijêrin; an tirsê yan cesaretê yan azadî yan koletiyê... Di encamê de nikarin mafê me yê hilbijartinê ji destê me bigirin. Hilbijartin karekî bi rîsk e, lê azadî ye. Dibe ku em berdêlan bidin, lê em bi serê xwe yê bilind û li her derê bi rûmeta xwe dijîn. Ya ku li me tê ev e.”

Panel, bi piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.