6 kesên govend gerandin, hatin binçavkirin

Li Misircê 6 jinên ciwan ên di dawetekê de govend gerandin, hatin binçavkirin.

KURDÊN KU GOVEND GERANDIN, HATIN BINÇAVKIRIN

Li ser parvekirina dîmenên di daweteke li navçeya Misirc a Sêrtê hatin kişandin û li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin de 6 jinên ciwan hatin binçavkirin. Piştî ku dîmen li ser hesabên nijadperest hatin parvekirin li Êlih û Sêrtê bi ser malan de hate girtin. 6 jinên ciwan ên di dîmenan de cih digirin hatin binçavkirin. Ciwanên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.

Walîtiyê îdia kir ku ciwanan “propagandaya rêxistinê” kirine.