Dîmenê nuqteyên kontrolê yên dewleta Tirk hate kişandin

Derket holê ku dewleta Tirk a dagirker li Berwarî Bala seytereyên kontrolkirina nasnameyan datîne û bi vî rengî herêm dagir kiriye.

Beriya niha bi demekê jî derket holê ku dewleta Tirk a dagirker li nav xaka Başûrê Kurdistanê nasnameyan kontrol dikin û xalên kontrolê danîne.

Li gorî dîmenên ku Rojnews’ê bi dest xistî, ev yek carek din ispat bû. Li gorî çavkaniyek ku dîmen ji ajansa Rojnews re şandiye, dewleta Tirk a dagirker li Berwarî Bala ya ser bi Amêdiyê seytere daniye û nasnameyên welatiyan kontrol dike.

Li gorî dîmen tê dîtin ku leşkerên Tirk li ser rê seytere danîne û weke ku li Tirkiyeyê bin, nasnameya xelkê Başûrê Kurdistanê kontrol dikin.

Leşkerên Tirk ji xelê Başûr re dibêjin ku ev der xaka Tirkiyeyê û bi pasaportên xwe werin bigerin.

Tevî dagirkeriya bi eşkere, rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe diparêzin. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê roj bi roj xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike.