22’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bi çalakiyên cur be cur destpê kir

22’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bi çalakiyên cur bi cur hate destpêkirin.

Starta 22’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê hate dayîn. Mîhrîcan, bi dirûşma “Em destûrê nadin xespkirina xweza û îradeya me” tê lidarxistin. Beriya mîhrîcanê gelek welatî bi dahol û zirneyê li ser Sûka Binerd hatin gel hev. Hevşaredarên Dersimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Dêrsimê Ayten Kordu, Hevserokê Giştî yê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Zeynel Kete û gelek kes tevlî bûn. Beşdaran çerax vêxistin. Piştre jî daxuyanî hate dayîn. 

Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê destûrê nedin xespkirina îrade û xwezaya xwe” hate hilgirtin. Hevşaredar Cevdet Konak dîroka 24-25’ê Tîrmeha 1923’yan weke “Dîroka tunehesibandina nasname, çand, dîrok, Kurdayetî û Elewîtiyê” nirxand. Konak, wiha got: “Gotin ku ‘em ê Kurdan û Elewiyan li ser vê xakê tune bihesibînin. Parlamenterên Dêrsimê di Meclis-î Mebûsanê de gotin; ‘Ka we digot ev welatê me tevane. We digot welatê ermenistanî û kurdistaniyan e?’ Wê demê qeyûm li ziman, çand û dîroka me tayîn kirin. Em ji bo Dersima xwe têdikoşin. Bav û kalên me yên têkoşer di 1938'an de hatin qirkirin. Armanca esasî ya vê mîhrîcanê, li dijî feraseta me û nasnameya tune dihesibîne ye.” 

Hevserokê Giştî yê DAD’ê Zeynel Kete jî bal kişand ser êrîşên li dijî xwezaya bajar. Kete, ev tişt anî ziman: “Ev sed sal in mirin, zilm, tirs, zindan û pişaftin li ser vê xakê didome. Li ser vê xakê sirgun, mirin û nexweşî tu caran kêm nebûye. Zarok li cem zarokên wan hatin kuştin. Em di meha Muharremê de ne. Li gorî baweriya Elewîtiyê ev meh sembola berxwedanê ye. Divê hemû gelên vî welatî weke xwişk-bira bijîn. Rêya rast aştî ye. Ziman û dîroka xwe ji bîr nekin. Ziman, hebûna me ye. Zimanê me zimanê Xizir e. Xwedî li zimanê Xizir derkevin.” 

Parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordu jî wiha got: “Gelê me li ser vê xakê her cureyên înkar, tunekirin, talan û pişaftinê jiya. Em hêj jî dijîn. Bi biryarên li Mecisê re dê dengê jinan, xwezayê û baweriyan kintir bikin. Polîtîkayên înkar û pişaftinê yên ji beriya komarê ve dest pê kiribûn hêj didomin. Ji van mîhrîcanan armanca me ew e ku em li dijî înkar, tunekirin û pişaftinê bên gel hev û bawerî, çand û hiqûqa Dersimê vebêjin û çanda xwe mayinde bikin. Weke Kurdên Elewî em ê ji bo bawerî, çand û xwezaya xwe dengê xwe bilindtir bikin. Em ê her tim li van kolanan bin.” 

Piştî daxuyaniyê, Koroya Zarokan a Behzat Fîrîk li Kolana Hunerê çalakî li dar xist.