KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG’ê Bîlançoya meha Gulanê eşkere kir: 43 dagirker hatin cezakirin, SÎHA’yek hate xistin
HPG’ê bîlançoya şer a meha Gulanê eşkere kir. Gerîlayan 82 çalakî kirin, 43 dagirker hatin cezakirin. SÎHA’yek hate xistin, gelek kel û pelên leşkerî hatin îmhakirin. Dagirkeran jî 286 caran bi çekên kîmyewî, 37 caran jî bi teqemeniyên qedexe êrîş kirin. -
Nasnameya gerîlayê şehîd hat eşkerekirin
HPG’ê nasnameya gerîlayê ku li Mêrdînê şehîd bû, eşkere kir û got: “Hevrêyê me Welat bû nûnerekî girîng ê yekîtiya neteweyî ya gelê me.” -
Hevşaredarê Colemêrgê hate binçavkirin
Hat zanîn ku polîsên Tirk bi ser şaredariya Colemêrgê de girtine û hevşaredar Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê binçav kirine. -
KCK’ê banga xwedîderketina berxwedana li zindanan kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û alîgirê demokrasiyê kir ku xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derkevin û li dijî sîstema tecrîd-êşkenceyê helwesteke hevpar nîşan bidin û têkoşîna yekbûyî mezin bikin. -
Gerîlayan li dagirkeran xist: Konteynirek û mewziyek hat îmhakirin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê sê caran bi teknîkeke taybet li leşkerên artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encama çalakiyê de konteynirek û çeperek hate îmhakirin. -
Civîna hevşaredaran: Xizmetên şaredariyê têne astengkirin
Beriya civîna hevşaredaran a li Amedê Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî daxuyanî da û diyar kir ku hikumet bi biryarên 'tedbîrên teserûfê' xizmetên şaredariyan asteng dike. -
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 16 caran li artêşa Tirk a dagirker xistin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 16 çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker lidar xistin. Dagirkerên ku li hemberî gerîla bêçare mane çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî bi kar anîn û sûcê şer kirin. -
Îranê kolberek din qetil kir
Hêzên Îranê li sînorê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê kolberek qetil kirin û avêtin avê. -
HPG'ê şehîdek bi bîr anî
HPG'ê gerîlayê li Meletiyê di 2'ê Hezîrana 2017'an de şehîd bû bi bîr anî û got, "Hevrêyê me Azad bi jiyana xwe ya sade, ji dil, hevrêtî, fedakarî û fedaîtiya xwe wê ji aliyê hevrêyên xwe ve timî weke mînak bê dîtin." -
Çiyayên Kurdistanê hêlîna lehengên azadiyê ye
Cotkar Kato ku 5'ê Hezîrana 2016'an li qada Mêrgezer a Cîloyê şehîd bû, yek ji wan gerîlayên azadiyê bû ku bi rengekî herî bi wate jiya. Li pey xwe ala Kurdistanê hişt ku ji bo serketinê li ba ye. -
Karayilan: Yên ku difikirin wê me bi tank, top û xayinan tine bikin di xefletê de ne
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê xwe dispêre zemîneke civakî û destnîşan kir ku ev rastî bi tank, top, piştevaniya hêzên derve û xayinan tine nabe. -
Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine ‘windakirin’ hatin ba hev
Li Êlih, Amed û Colemêrgê ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine ‘windakirin’ hatin ba hev. -
KCK: Divê her kes li dijî êrîşên dewleta Tirk helwest nîşan bide
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê komkujiya ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî, bi tundî şermezar kir û bang li her kesê kir ku helwest nîşan bide. -
Bafil Talebanî: Eger em bibin yek, em ê mafên xwe garantî bikin
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî wiha got: “Eger em bibin yek, em ê mafên xwe garantî bikin. Parçebûn xizmetê ji ti aliyê re nake.” -
Gerîla TV dîmenekî nû yê çalakiyê weşand
Gerîla TV dîmenê kepçeya ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate îmhakirin, weşand. -
Berxwedana li Îmraliyê serketin teqez kir
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, bi îrade û berxwedana xwe serketin teqez kir. -
Gerîla piştgirî da berxwedana Emîne Şenyaşarê
Gerîlaya YJA Starê ya ji Malbata Şenyaşar Sema Brûsk anî ziman ku ew ji têkoşîna ku Emîne Şenyaşar bi mehan e li dijî vê pergala bêedaletiyê dide, coş û hêzek mezin digre. -
Karayilan: Di sala 20’an a Pêngava 1’ê Hezîranê de, gerîla di meşa serketinê de ye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku 15’ê Tebaxê sala xwe ya 40’an, 1’ê Hezîranê jî sala xwe ya 20’an temam kiriye û got: “Di têkoşîna sala 21’an de her gerîlayek HPG û YJA Starê wê serketinên girîng bi dest bixe.” -
HPG: Derb li helîkopterekê hate xistin, 2 dagirker hatin cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Metînayê 2 dagirker hatin cezakirin, li Avaşînê jî derb li helîkopterekê hate xistin. -
HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
HPG'ê ragihand ku li Xakurkê 2 gerîla şehîd bûne û got, "Em careke din soza xwe dubare dikin ku di şexsê wan de em ê layiqî hemû hevrêyên xwe yên şehîd bin." -
Gurbuz: Gel xwedî li Mehmet Yildirim derket
Hevserokê Amedê yê DBP'ê Mehmet Şîrîn Gurbuz diyar kir ku gelê Amedê li gel terora dewletê jî paşve gav neavêt, xwedî li Mehmet Yildirim derket ku li Licê hate qetilkirin û cenazeyê wî bi merasîmekê hate veşartin. -
NPG'ê 1'ê Hezîranê pîroz kir: Em ê li ser xeta Apoyî bi fedaî têbikoşin
NPG'ê pêngava 1'ê Hezîranê pîroz kir, "Ji bo azadiya gelê me, di şerê me yê gel ê şoreşgerî de em ê berpirsyariya xwe bi têkoşîna fedaîtî ya li ser xeta Apoyî bi cih bînin. Em xwedî wê hêzê û biryardariyê ne." -
220 roj in rojnamevan Silêman Ehmed nayê berdan
220 roj in rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatî girtin, nayê berdan. -
Di 70 rojên dawî de herî kêm 17 kolber hatin qetilkirin
Li gorî agahiyên ku Kolbernewsê parve kir, di nava 70 rojên dawî de li herêmên sînor ên Kurdistanê di nava wan de zarokek jî hene bi giştî 17 kolber jiyana xwe ji dest dane. 12 ji wan di encama gulebarana rasterast a hêzên dewleta Îranê de hatin qetilkiri -
Fermandariya Eyaleta Amedê ji bo kesên sîxuriyê dikin hişyarî da
Fermandariya Eyaleta Amedê kesên ku li Amedê sîxuriyê dikin hişyar kir û got, “Em diyar dikin ku, em ê teqez hesabê ji kesên ku bi şêwayên cuda zirarê didin gelê me yê welatparêz û destê wan di xwîna gerîla de hene bixwazin.”