Hêzên PDK’ê li Hewlerê ciwanek qetil kir

Hêzên Zêrevanî yên bi ser PDK’ê ve li ser gundê Korek yê Hewlêrê de girt û ciwanê bi navê Dana Mêdehin ê 20 salî bi çekê qetil kirin.

Hêzên Zêrevanî yên bi ser Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ve bi 12 wesayîtên zirxî û 50’î kesan li ser gundê Korek ê girêdayî bajarokê Mela Omer yê Hewlêrê de girt. Di serdegirtinê de di nava hêzên Zêrevanî û gel de rageşî derket. Di encama gulebarana hêzên Zêrevanî yên bi ser PDK’ê ve ciwanê bi navê Dana Mêdehin ê 20 salî hat qetilkirin.

Hate zanîn ku serdegirtin bi hinceta xirakirina malekî ku nû hatiye avkirin hatiye kirin.