BI DÎMEN

HPG: Dêrsîm Nûrhak wê ti carî neyê jibîrkirin!

HPG'ê endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Fermandarê Akademiyên Apollo Dêrsîm Nûrhak bi bîr anî û got, "Têkoşîna wî ya destanî û şoreşgeriya wî ya lehengî wê ji hevrêyên wî, ciwanên Kurd û gelê me re timî bibe mînak."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Fermandarê Akademiyên Apollo hevrêyê me Dêrsîm Nûrhak 1'ê Cotmeha 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Di salvegera şehadeta fermandarên pêşeng ên partiya me PKK'ê hevrê Dêrsîm Nûrhak bi hurmet û minet bi bîr tînin û soza dilsoziya bi bîranîna wî re dubare dikin.

Hevrêyê me Dêrsîm ku bi bawerî û têgihiştineke xurt tevlî têkoşîna me ya azadiyê bû ku bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir, ji xwe re kir armanc ku êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me bişikîne, di tevahiya jiyana xwe de ev sekna xwe dewam kir. Di oxira nirxên ku jê bawer kiribû bi rengekî fedaî tevlî jiyanê û şer bû, heta hemû hucreyên xwe, xwe perwerde û birêxistin kir. Bi dilekî bi îsyanê dagirtî, jiyana fedaîtî ya Apoyî ji xwe re kir armanc û pîvana bingehîn. Bû yek ji fermandarên me yên elheng ku weke milîtanekî fedaî yê Apoyî û derwêşekî hemdem mohra xwe li dîroka têkoşîna me xist. Di nava jiyana xwe ya têkoşînê ya 31 salan de li çar aliyên Kurdistanê, ji Başûrrojava heta bi Dêrsîmê, ji Serhedê heta bi Efrînê, ji Xakurkê heta bi Zap û Qendîlê û gelek metropolên Tirkiyeyê li qadeke berfireh bênavber têkoşiya. Weke şagirt û mamosteyekî jêhatî yê îdeolojiya Apoyî mohra xwe danî binê gelek serketinan.

Hevrêyê me Dêrsîm bi kesayetiya xwe ya durust, ji dil û derwêşane di dilê hevrê û gelê xwe de bû xwedî cihekî mezin, bi kûrahiya di rêbaza kar a Apoyî de mohra xwe danî binê gelek serketinan û ji bo amadekirina bingeha ji gelek karên girîng re ked da, fedakarî kir. Bi vî rengî bû şoreşgerê kêliyê û demê, di her demê de berpirsyariya dîrokî ya dikeve ser milê xwe bi cih anî. Hezkirin û dilsoziya bi Rêberê me û hevrêyên xwe re di ser her tiştî de dît, mezinkirina vê dilsozî û hezkirinê ji xwe re kir yek ji armancên bingehîn, bû parêzvanekî xurt ê pîvana hevrêtiyê ku cewhera PKK'ê ye û veguherî abîdeyeke sax. Bi vê sekn û keda xwe hêjayî Endametiya Komîteya Navendî ya partiya me PKK'ê hat dîtin.

Bi asta xwe ya îdeolojîk û têgihiştina leşkerî ji bo pêşvebirina Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî kedeke mezin da, bû yek ji fermandarên leheng û pêşeng ên vê pêvajoya şoreşê û navê xwe bi vî rengî li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Hevrê Dêrsîm bi têkoşîna xwe ya mîna destanekê, bi meşa xwe ya bêteredût, bi şoreşgeriya xwe ya lehengî ji hevrêyên xwe, ciwanên Kurd û tevahiya gelê me re bû mînak û wê ti carî neyê jibîrkirin.

Weke hevrê û şervanên wî, di salvegera şehadeta hevrêyê xwe Dêrsîm Nûrhak de em careke din wî bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Di serî de ji malbata welatparêz a gelekî hêja, ji xelkê me yê Meletiyê û gelê me yê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku armanca Kurdistana azad û sosyalîst, serbixwe pêk bînin ku hesreta fermandarê me hevrêyê me Dêrsîm Nûrhak bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Dêrsîm Nûrhak bi vî rengî ne:

Nasnav: Dêrsîm Nûrhak
Nav paşnav: Îzzettîn Înan
Cihê jidayikbûnê: Meletî
Dayik-Bav: Hasan-Cennet
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Cotmeha 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Di pêvajoyekê de ku bi navê Kurdîtiyê pel jî nedihejiya, bêdengiya mirinê li Kurdistanê serwer bû, Rêber Apo û Apoyiyên destpêkê ku kes ne li bendê bûn bi rengekî bêhempa derketin ser dika dîrokê, bi pratîka xwe ya hevgirtî, bi fedakariya xwe ya ji bo şoreşê, bi sekn û jiyana xwe ketin dilê gelê me. Apoyiyên ku ketin dilê gelê me beriya her tiştî di demeke kurt de pêşketinên mezin afirandin, bûn hêvî û baawerî, bûn tevgera azadiyê ya ber bi rêya vejînê ve. Li hemberî êrîşên li derveyî mirovahiyê yên cûntaya faşîst a 12'ê Îlonê li her kolanê, li her gundî, li zindan û çiyê partiya me PKK'ê berxwedan ji xwe re kir esas û bi îradeya xwe ya xurt berevajî bendewariyên dijmin kir ku gelê me li dora Rêber Apo û partiya me PKK'ê bicive. Bi taybetî bi Pêngava Dîrokî ya 15'ê Tebaxa 1984'an re ji hemû beşên gelê me ciwanan berê xwe dan refên gerîla, ji bo armanca xwe ya Kurdistana azad, sosyalîst û serbixwe pêk bînin bi fedakariyeke mezin tevlî karên şoreşê bûn.

Hevrêyê me Dêrsîm ku li navçeya Majûran a Meletiyê ji eşîra Balyan a esîl û qedîm di nava malbateke Kurd a Elewî de ji dayik bû, di nava gundê xwezayî de mezin bû. Hevrêyê me li gund çû dibistana seretayî, dema ji ber dibistanê dima ji bo alîkariyê bi malbata xwe re bike li bax, baxçe û karê sewalkariyê derbas dikir. Bi bandora malbat û derdora xwe hîn biçûkanî bala wî çû ser têkoşîna sosyalîst û xwe nêz kir. Ji ber zexta giran a dijmin, dijberiya hevrêyê me Dêrsîm a li dewleta Tirk a qirker bi giranî li ser înkarkirina baweriya Elewîtiyê û çepgiriyê pêk hat. Hevrêyê me di destpêka dema xwe ya ciwantiyê de bala wî çû ser Apoyiyan, ji sekna radîkal û şênber a li dijî dijmin bi bandor bû, lê der barê wan de xwedî agahiyên zêde nebû. Bi taybetî dema ku cûntaya faşîst a 12'ê Îlona 1980'î hate kirin, gelek komên çep tasfiye bûn an jî ji armancên xwe dûr ketin. Lê belê PKK'ê bi îradeyeke mezin têkoşîna xwe dewam kir. Vê yekê hem bandor li hevrêyê me Dersrim kir hem jî kir ku hêviya wî ya ji bo sosyalîzmê xurt bibe. Di sala 1983'an de ji bo perwerdeya xwe ya lîseyê dewam bike çû Amedê, li Amedê zexta giran a dijmin a li ser gelê me dît, li vê derê piştî ku gelek kesên ji Zindana Amedê derketibû dît, fêhm kir ku şoreşgeriya rasteqîn bi wê yekê dibe ku xwe bi temamî fedayî têkoşînê bike. Hevrêyê me dema ku li Amedê bû kete nava lêgerîna wê yekê ku rastiya civaka Kurd bêhtir fêhm bike, di heman demê de hewl da hişmendiya xwe ya Kurdîtiyê xurt bike. Piştre sala 1986'an dema ku ji bo xwendina zanîngehê çû Stenbolê, lêgerînên xwe yên têkoşînê zêde kir, li vê derê bi xwendekarên Kurd ên welatparêz û şoreşger re kete nava pêvajoyeke xurt a nîqaşê. Hevrêyê me tevlî nava karên ciwanan ên xwendekar bû, di heman demê de kete nava lêgerîna rê û rêbaza wê yekê ku partiya me PKK'ê hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me dest bi xwendina manîfestoya destpêkê ya 'Rêya Şoreşa Kurdistanê' ya Rêbertî û analîzên Rêbertî kir, piştre biryar da ku weke şoreşgerekî profesyonel beşdarî nava partiya me PKK'ê bibe. Li hemberî hewldanên dewleta Tirk û hin komên sosyal şoven ên ku bi zimanê şerê taybet hewl didan partiya me reş bikin, çalakiyên bi bandor ên gerîlayên ARGK'ê hem rastiya dijmin hem jî rastiya komên sosyal şoven raxist pêş çavan. Bi têkoşîna bi biryar a PKK'ê re di salên 1980'î de her ku rastî yek bi yek şênber dibû, biryardariay hevrêyê me Dêrsîm a ji bo tevlîbûna li nava refên têkoşînê hîn xurt bû. Hevrêyê me Dêrsîm di dema Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê (YCK) de ku mohra xwe li serdemekê xist û kevneşopiyeke bingehîn a têkoşînê afirand, li Stenbolê û li zanîngehê karekî çalak kir. Li vê derê ji ber karên şoreşgerî sê caran hate binçavkirin. Lê belê ev zextên dijmin li şûna rawestandina hevrêyê me Dêrsîm, daxwaza wî ya ji bo têkoşînê hîn mezin kir. Li ser vê bingehê Dibistana Bilind a Çapemenî-Weşanê ya Zanîngeha Marmarayê terikand, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di sala 1990'î de li Geverê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Dêrsîm ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve ji aliyê îdeolojîk, leşkerî û civakî ve timî lêpirsîn kir, di demeke kurt de pêşketinên mezin afirand. Bi taybetî ji bo hînbûna rastiya Kurd û rêbaza têkoşînê ya partiya me kete nava hewldanên mezin. Ji ber polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ji aliyê ziman û çandê ve zor û zehmetî kişandibe jî ji bo çareserkirina van zehmetiyan bi biryardarî û daxwazeke mezin di kesayetiya xwe de dest bi pêngava veguherîna li cewhera xwe kir. Bi taybetî di mijara dîroka Kurdistanê de lêkolînên girîng kir, taybetmendiya çandî, civakî û dîrokî ya gelê me bi kûrahî hîn bû. Di sala 1990'î de ku tevlî nava refên gerîla bû û piştî wê li hemberî êrîşên dijmin ên berfireh ên li hemberî gerîla, hewl da bibe bersiv. Hîn gerîlayekî ji çend mehan bû, lê belê di çalakiyên li dijî êrîşên dijmin de li refên pêş bû. Li herêmên Çelê û Colemêrgê beşdarî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hate xistin û gerîlatî li qada şer hîn bû. Hevrêyê me Dêrsîm ku bi tevlîbûna xwe ya bi wêrekî, bi coş û kelecan li pêş bû, bi pratîka xwe di nava hevrêyên xwe de bû cihê hurmet û baweriyê. Di gerîlatiyê de hîn saleke wî temam nebû wezîfeya fermandariya manga wergirt û bi rengekî çalak tevlî bû. Di heman demê de li qadên ku lê dima li hemberî meyl û feraseta çetetiyê têkoşîna îdeolojîk meşand û bi jiyan û sekna xwe hewl da pêwîstiyên milîtaniya Apoyî bi cih bîne. Di demekê de ku hevrêyên me yên di şer de bûn xwedî tecrûbe û bi pêş diketin, diçûn Qada Rêbertî, li ser pêşniyara hevrêyan şensê wê yekê dît ku derbasî Qada Rêbertî bibe. Bi kêfxweşiyeke mezin ev pêşniyar pêşwazî kir. Ev kêlî weke kêliya nayê jibîrkirina a jiyana xwe pênase kir û ji bo hêjayî baweriya hevrêyên xwe bibe, soz da ku hîn bi xurtî tevlî bibe.

Hevrê Dêrsîm sala 1991'ê li Geliyê Bekaayê weke şagirtekî Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz gihîşt Qada Rêbertî. Hevrêyê me Dêrsîm ji bo xwe şensekî mezin dît ku biçe Qada Rêbertî, Rêber Apo bi xwe bibîne û tevlî perwerdeya wî bibe. Di vê pêvajoya perwerdeyê de bi giranî li ser rêbaz, tempo û kesayetiya sosyalîst a Rêberê me kûr bû. Her wiha li ser analîzên kesayetiyê yên Rêberê me û dîroka partiya me kete nava kûrbûnê, hewl da di şexsê xwe de kesayetiyeke şoreşger a giştî ava bike. Bi tevlîbûn, sekn û asta biryardariya xwe ya di gerîlatiyê de hevrêyê me Dêrsîm ji Rêberê me û hemû hevrêyên xwe bawerî wergirt û di raporeke xwe de bi vî rengî qala vê pêvajoyê kir: "Dema ku Rêbertî li pêşberî civata akademiyê berpirsyariya min a komê eşkere kir û pirsî 'karim bikim, karim mafê wê bidim?' hingî çokên min lerizîn, ji bo nebêjim nikarim bikim min gelekî zor da xwe. Di rewşeke welê de ku bi perwerde û analîzan hem hemû berpirsyarî parve kir, ji bo hilgirtina wezîfeyê û milîtaniyeke demdirêj xwe amade dikir, biryardariya xwe xurt kir, reva ji berpirsyariyeke bi vî rengî wê bibûya qebûlkirina lawaziyê; min ev yek jî li xwe nedianî. Diyar bû ku Rêbertî ev rewşa min dîtibû ku hêz da min û got, 'Em ê hemû derfetên partiyê bi kar bînin û we bigihînin eyaletê. Hûn jî divê hemû afirîneriya gerîlatiyê bi kar bînin û xwe biparêzin'. Dema ku bi vî rengî ez bi rê kir, min fêhm kir ku bi milîtaniyeke ji rêzê mirov nikare hêjayî Rêbertî bibe."

Hevrêyê me Dêrsîm ku li ser vê bingehê bi berpirsyariya komek ji hevrêyan bi rê ket, bi hewldan û daxwazeke mezin xwe gihand Eyaleta Başûrrojava ya li rojavayê Firatê, asta destpêkê ya wezîfeya ku Rêberê me dabû wî bi serketî bi cih anî. Li Eyaleta Başûrrojava ku sala 1991'ê gihîşt wê derê, heta sala 1994'an gerîlatî kir, di vê demê de di serî de Engîzek, Nûrhak û Bînbogalar, li herêmên Semsûr, Mereş, Meletî û Edeneyê têkoşiya. Di navbera salên 1994-1995'an de li Qada Dêrsîmê û Eyaleta Koçgiriyê gerîlatî kir. Hevrê Dêrsîm ku gerîlayekî bêtirs û wêrek bû, sala 1995'an li Eyaleta Dêrsîmê ji milê xwe, sala 1996'an li Eyaleta Başûrrojava ji lingê xwe bi fîşekê birîndar bû. Di sala 1998'an de li Antalyayê ji teht ket û birîndar bû. Lê belê ev birînên xwe weke nîşaneya rûmetê ya şoreşgeriya xwe ya profesyonel dît, zû rehet bû û têkoşîna xwe bênavber dewam kir. Di wan salan de ku têkoşîna me ya gerîla pêşketinên mezin afirand, weke gerîla û fermandarekî ARGK'ê wezîfeyên xwe yên demê bêkêmasî bi cih anî û xwest hêjayî hewldan û keda Rêbertî û şehîdên leheng bibe. Ji bo vê jî xwe ji berpirsyariyê neda alî, endametiya fermandariya eyaletê jî di nav de gelek wezîfe bi cih anî. Li hemberî êrîşên dijmin ên ji bo derxistina gerîla ji van herêman, bi hemû kesayetiya xwe tevlî kar bû, di heman demê de li hemberî meyla çetetiyê ya li nava gerîla têkoşîna îdeolojîk meşand. Hevrêyê me Dêrsîm di vê pêvajoyê de ji aliyê îdeolojîk, leşkerî û rêxistinî ve bû xwedî tecrûbeyên girîng û ji bo kêliyekê jî navber neda kûrbûna xwe, hewl da ku soza serketinê ya dabû Rêbertî bi cih bîne. Hevrêyê me ku xwest têkoşîna me ya gerîla derbasî bajarên Tirkiyeyê bike û di vê mijarê de xwe ji pêşengiyê neda alî, di sala 1997'an de careke din bi komeke ji hevrêyên xwe berê xwe da Torosan. Ji Torosan heta bi Derya Spî salekê li vê derê kar kir, bi koma pê re li ser fermana Rêbertî careke din ji bo vegere Eyaleta Başûrrojava bi rê ket. Hevrêyê me Dêrsîm ku fermandarekî pêşdîtî bû, bi pratîka xwe ya li Torosan kir ku çeperên girîng bêne bidestxistin û bingeh ji gelek karên piştre bêne kirin re amade kir. Bi vî rengî rêbaza kar a Apoyî bi rengî herî baş bi cih anî. Hevrêyê me piştre careke din li Amanos û Torosan kar kir û li vê derê bû xwedî tecrûbeyeke mezin a gerîla û veguherî fermandarekî efsanewî yê gerîla.

Komloya Navneteweyî ya ku sala 1999'an li hemberî Rêberê me hate kirin, mîna bandor li gelê me, dostên me û hevrêyên me kir, bandoreke kûr li hevrêyê me Dêrsîm jî kir. Bi taybetî tespîta hevrêtiya kêm a ku bû sedema komployê, hevrêyê me Dêrsîm xist nava pêvajoyeke kûrbûnê. Weke milîtanek û fermandarekî pêşeng hewl da fêhm bike ku berpirsyariyên xwe bi têrkerî bi cih neaniye, barê şoreşê bi temamî li ser milê Rêberê me hatiye hiştin û di kesayetiya xwe de hewl da sedemên vê yekê analîz bike. Hevrêyê me Dêrsîm zanîbû ku pêvajoay piştî komployê wê ji her demê bêhtir cuda û giran be, lewma ji bo xwe ji vê pêvajoyê re amade bike hewl da ji zexta manewî xwe rizgar bike. Hevrêyê me xwest xwe bigihîne qadên ku berê lê dima, çalakiyên bi bandor lê bike û di vê mijarê de hevrêyên xwe îqna kir. Lê belê piştî ku li ser banga Rêberê me gerîla xwe vekişand Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyê me neçar ma vê plansaziya xwe taloq bike.

Ji ber baweriya xwe ya kûr a bi Rêbertî re li gorî fermana Rêberê me tevgeriya û vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me Dêrsîm li vê derê tevlî perwerdeya Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan bû. Di vê pêvajoya perwerdeyê de ji aliyekî ve pratîka xwe ya derbasbûyî nirxand, li aliyê din jî hewl da pêvajoyê fêhm bike. Hevrêyê me Dêrsîm ku weke fermandarekî fedaî difikirî ku divê teqez hesab ji dijmin bipirse, kûrbûna xwe jî li ser vê bingehê pêk anî. Di vê çarçoveyê de hin plansazî kir û li benda wê kêliyê ma ku careke din li Bakurê Kurdistanê vegere. Meyla tasfiyekar û xiyanetkar a weke dewama komploya navneteweyî hewl da partiya me û gerîla ji hêza şerkeriyê dûr bixîne hate meşandin, ji bo hevrêyê me Dêrsîm bû sedema hêrseke mezin. Li hemberî vê meyla tasfiyekar helwesteke şênber nîşan da û bû neferekî xurt ê xeta Apoyî. Bi taybetî li ser bingeha Parêznameyên Rêberê me bi kûrbûnên xwe re narkokî yek bi yek ji holê rakir û ji bo pêngavekê xwe amade kir. Dema ku vegera gerîla ya li Bakurê Kurdistanê careke din kete rojevê, plansaziya xwe ya berê careke din bi hevrêyên xwe re parve kir û xwest derbasî Eyaleta Başûrrojava bibe. Hevrêyê me Dêrsîm ji bo vê jî ji aliyê leşkerî, îdeolojîk û ruhî ve amade hîs kir, ji bo hesabê komploya li dijî Rêberê me bipirse bi biryardariyeke mezin tevgeriya.

Hevrêyê me Dêrsîm ku li her qadê ji hevrêyên xwe re bû cihê baweriyê, ji ber pêwîstiyên têkoşîna me di sala 2003'an de derbasî Eyaleta Serhedê bû. Weke Fermandarê Eyaleta Serhedê li vê derê heta sala 2006'an karê pratîkî kir û ji bo serxistina Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an û pêvajoya piştî wê kedeke mezin da. Hevrêyê me li cografya zehmet a Serhedê bi pratîkê xwest wezîfeyên xwe yên demê bi cih bîne û piştî pratîka li vê derê careke din vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê û di bin sîwana Fermandariya me ya Biryargeha Navendî dest bi kar kir.

Hevrêyê me Dêrsîm ku di vê demê de giranî da ser karên perwerdeyê, bi taybetî bi perwerdeya hevalên ji Bakur hatin re mijûl bû. Di sala 2006'an de li Akademiya Hakî Karer li perwerdeyê pratîka derbasbûyî nirxand û kûrbûnên xwe xurt kir. Hevrêyê me di çarçoveya vî karî de şensê wê yekê dîti ku gelek qadan bibîne, bi hezaran hevrêyan nas bike û tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Ji nîqaşên bi hevrêyên xwe re encamên girîng bi dest xist û weke fermandarekî ji hemû kêmasiyên hevrêyên xwe, xwe berpirsyar dît û ji bo çareserkirina kêmasiyan jî bi dil û can xebitî. Hevrê Dêrsîm ti carî ji pirsgirêkan gilî û gazin nekir, radestî kesekî nekir, bêçare nema, xwe neda alî. Weke milîtanekî Apoyî yê fedaî xwe kir hêza çareseriyê, ji pirsgirêkên hevrêyên xwe û gelê xwe berpirsyar dît, hewl da alternatîfê peyda bike û wezîfeyên şoreşgerî yên demê bi cih bîne. Bi vê tegihiştinê tevgeriya, ji aliyê îdeolojîk ve ji bo kêmasiyan ji holê rake kete nava pêvajoyeke bingehîn a têkoşînê. Di serî de Xakurkê li gelek eyaletên Herêmên Parastinê yên Medyayê di astên cuda de fermandarî kir, di vê pêvajoyê de beşdarî gelek pêngavên şoreşgerî bû û bi rengê herî rast xwest bersivê bide êrîşên dijmin ên li ser gelê me û Rêberê me. Li ser vê bingehê kete nava pratîkeke xurt û pêşengî ji gelek çalakiyên serketî re kir. Her hevrêyên ku di van çalakiyan de şehîd bûn di dilê xwe de hîs kir, ji bo hêjayî wan be bi hemû hêza xwe têkoşiya, xwe ji ti fedakariyê neda alî û bû fermandarekî mînak. Ji ber vê yekê li nava hemû hevrêyên pê re dixebitîn bû cihê baweriyeke mezin û hezkirinê û bi vî rengî xwe ji wezîfeyên hîn mezin re amade kir.

Di sala 2010'an de beşdarî pêvajoya perwerdeyê ya li Ocaxa PKK'ê bû, li vê derê xwest li ser bingeha paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê ya Rêber Apo hîn kûr bike û bigihîne wê astê ku pêşengiyê ji Şerê Gel ê Şoreşgerî re bike. Fêhm kri ku ev yek jî tenê bi kûrbûna li ser rêbaza têkoşîn û felsefeyê ya Rêber Apo dibe û bi vê cidiyetê nêzî perwerdeyê bû. Bi taybetî asta biryardariyê ya di Kongreya 10'emîn a partiya me PKK'ê de ji bo karibe di kesayetiya xwe de temsîl bike bi temamî xwe tevlî perwerdeyê û têkoşîna xeta îdeolojîk û rêxistinî kir. Hevrêyê me Dêrsîm di pêvajoya perwerdeyê de bi kûrbûnê xwe ji wezîfeyên dema nû re amade kir, giraniya pêvajoya şoreşê hîs kir û jiya. Zanîbû ku êdî jiyan û şer mîna berê nabe, weke fermandarekî pêşeng xwe ji hemû wezîfeyên şoreşê re amade kir. Bi hêza ji perwerdeyê wergirtî li Herêmên Parastinê yên Medyayê demekê kar kir û sala 2010'an derbasî Qada Amanosê bû. Di sala 2010 û 2011'an de ji bo Şerê Gelê Şoreşgerî dema herî girîng îfade dike fermandariya Qada Amanosê kir. Hevrê Dêrsîm, meşa xwe ya bi îstîkrar û bi heybet a şoreşê li Amanosan jî bi biryardarî domand. 

Di sala 2011’an de dema statukoyên heyî bi bihara gelan re ji holê rabû û tevgera gel li Rojava û Sûriyeyê pêvajoyêk şoreşî derxist holê, îradeya xwerêvebirinê ya gelê me asta şoreşeke nû danî holê. Rojavayê Kurdistanê û taybetî jî pêngava şoreşî ya gelê me yê Efrînê, bala dijminê gelê me yê sondxwarî kişand û zû bû hedefa êrîşan. Bûyîna hedefa DAÎŞ’ê ya Efrînê û piştre jî bûyîna hedefe çeteyên din a Efrînê, gelê me bi xetereya komkujiyê re rû bi rû kir. Hevrê Dêrsîm jî li ser vê ji Amanosan bi komek hevalên xwe re derbasî Efrînê bû û li wir têkoşînek dîrokî meşand. Hevrê Dêrsîm xwe gihand hawara gelê Efrînê yê ku bi salan ji bo serketina Têkoşîna Azadiyê zarokên xwe yên herî binirx û her tiştê xwe daye şoreşê. Bi taybetî jî ji bo şoreşa azadiyê ku gelê me yê Efrînê bi berdelên mezin afirandiyê were parastin ji banga tevgera me re bêdeng nema û ji bo mînetdariya xwe ya li hember gelê Efrînê nîşan bide, xwest li gel wan cih bigire. Di dema sala 1991’an derbasî eyaleta Başûrrovayê dibûn gelê Efrînê hemû derfetên xwe seferber kiribû ku ev yek timî di bîra hevrêyê me de bû û ji dilsoziya gelê Efrînê ya bi têkoşînê re bi bandor bûbû. Piştî 20 salan dubare xwe gihand gelê Efrînê ku ev yek ji bo wî bû cihê kelecan û kêfxweşiyê. Bi taybetî jî, dema çeteyan êrîşî gelê me kirin û xwestin destketiyan têk bibin, bi îdîa û biryardariyek mezin û coşa gelê me yê şoreşê bi roj û şev xebitî. Ji bo gelê Efrînê xwe birêxistin bike, pergala demokratik bi pêş bikeve û ciwan parastina cewherî pêk bînin kedek mezin da. Hevrê Dêrsîm ê ku sekna derweşane, wêrekiya wî, mîlîtaniya fedaî ya Apoyî, fermandariya xurt û wek gelê me gotiye bêhna Rêbertiyê jê dihat, ji gelê me yê Efrînê re bû çavkaniyek mezin a moral û hêzê. Hevrê Dêrsîm bi sekn û pratîka xwe re ket dilê gelê me yê Efrînê û şopên ku qet nayê bîrkirin li pey xwe hişt. Piştî ku erka xwe ya Efrînê temam kir û gelê me gihand xwerêveberiya demokratîk dubare vegeriya Bakurê Kurdistanê.

Hevrê Dêrsîm piştî pratîka Bakurê Kurdistanê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Ji bo fermandariya Apoyî ya fedaî ya ku di xwe de dihewand bide hevalên xwe, gerîlatiya serdema nû û fermandayê serketinê bi pêş bixe wek fermandarê Akademiyên Apollo erk girt. Hevrê Dêrsîm hema hema li her eyaleta Kurdistanê xebat meşand û şer kir. Danehevê ku girtiye bi eşq û daxwazek mezin da şervanên xwe. Hevrê Dêrsîm kedkarek mezin ê gerîlatiya modernîyeta demokratik bû ku encam û girîngiya wê roja me hîn zêdetir derketiye holê ye. Dema dixwest erka xwe ya têkoşînê bi cih bînê di encamê êrîşa dijmin a 1'ê Cotmeha 2021'ê de şehîd bû. Têkoşîna destanî ya Hevrê Dêrsîm, meşa wî ya bêteredût û şoreşgeriya wî ya lehengî ji aliyê hevalên wî, ciwanên Kurd û hemû gelê me ve wê her tim mînak were dîtin û nayê jibîrkirin."