Haci Lokman Bîrlîk li Şirnexê li ser gora xwe hate bîranîn

Haci Lokman Bîrlîk ku li Şirnexê di sala 2015'an de piştî hate qetilkirin bi rengekî hovane bedena wî li paş wesayita zirxî hate girêdan û bi erdê re hate kaşkirin, li ser gora xwe hate bîranîn.

Haci Lokman Bîrlîk ê 24 salî li taxa Dîcleyê di 3'ê Cotmeha 2015'an de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin û piştre bedena wî li pişt wesayita zirxî hatibû girêdan û bi erdê re hatibû kaşkirin.

Bîrlîk di salvegera 9'emîn a şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bîranîn.

Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen li bîranînê axivî û got," Bi rengekî barbarî hate qetilkirin. Em ê Haci Lokman Bîrlîk ji bîr nekin. Em ê xwedî li têkoşîna wî derkevin. Heta ku armancên wî pêk bînin em ê têbikoşin. Em ê hêjayî têkoşîna wan bin û heta gelê Kurd bibe xwedî statu têkoşîna xwe dewam bikin."

Piştî axaftinê girseya gel qurnefîl danî ser gora Bîrlîk û piştre serdana sersaxiyê li malbata Bîrlîk kir.