BI DÎMEN

Ji bo Mîtînga Azadiyê bang: Çareserî azadiya Abdullah Ocalan e

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, diyar kir ku ew ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ seferber bûne û bang li her kesî kir ku di 13’yê Cotmehê roja Yekşemê de li Amedê bin.

Çalakiyên pêngava ku bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî û çareseriya pirsgirêka Kurd di qada navneteweyî de hatibû destpêkirin, didome. Li ser vê bingehê, di salvegera komployê de di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê wê çalakiyên girseyî bên lidar xistin. Tê plankirin ku di 13'yê Cotmehê de li Amedê mîtîngeke mezin bê lidarxistin û tevlîbûneke girseyî çêbibe.

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, têkildarê ‘Mitînga Azadiyê’ ya ku wê li Amedê bê lidar xistin ji ANF’ê re axivî û ev tişt gotin, “Ev tecrîd di sala 1999'an de dema Birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê û xistin navenda êşkenceyê ya Îmraliyê, destpê kir. Tecrîd di nava çar salên dawî de gelekî girantir bûye. konseptek xistin meriyetê. Di demeke ku Rojhilata Navîn ji nû ve şekil digire de, ji bo ku gelê Kurd nebe xwedî statû, pêvajoyek hatiye destpêkirin. Di rastiyê de ev pêvajo ne tenê kurdan di heman demê de gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî bi awayekî cidî bandor kiriye."

‘AZADIYA BIRÊZ OCALAN, AZADIYA GELAN E’

Şahîn, anî ziman ku li Rojhilata Navîn li şûna şerên wekîltî rasterast pêvajoya şer destpêkiriye û wiha got, "Me her tim got; Birêz Ocalan temînata aştiyê ye. Me bi awayekî eşkere got ku tecrîda li ser wî tê ferzkirin, ji bilî kûrkirina şer nayê ti wateyê. Ji ber vê jî ji tecrîdê zêdetir divê em li ser azadiya Birêz Ocalan nîqaş bikin. Di 13'yê Cotmehê de em ê li Qada Stasyonê ya Amedê mîtîngekê li dar bixin. Me vê mîtîngê weke ‘Mîtînga Azadiyê’ pênase kir. Em bi dirûşmeya "Bê azadî aştî nabe" ketin rê. Ji bo vala derxistina Komploya Navneteweyî û tecrîdê em xebatên xwe yên ji bo mîtîngê didomînin.

Em girîngiyeke mezin didin vê mitîngê. Erdnîgariya Rojhilata Navîn di nava kaoseke cidî de ye û tenê rêya xilasiya ji vê kaosê, di nava aştiyê de jiyîne. Weke ku hûn jî dizanin, paradîgmaya Birêz Ocalan ji bo Rojhilata Navîn bû model û li cîhanê jî nîqaşên cidî li ser tê meşandin. Hewldanên çar welatan ên ji bo qedexekirina vê modela ku cîhan li ser nîqaş dike, balkêş e. Sed sal in me dît ku sînorên ji aliyê feraseta netewe dewletê ve hatine avakirin çawa gelan ji hev veqetandine. Lê paradîgmaya Birêz Ocalan nîşanî me dide ku gel çawa dikarin bi statûya xwe bi hev re bijîn. Ji ber vê yekê em girîngiyeke mezin didin vê mîtîngê; Ev dê ji bo me bibe mîladek.

Em dibêjin divê dawî li tecrîda girankirî ya 25 sal in tê meşandin bê anîn, sîstema heyî ya hiqûqê bê xebitandin û eger aştî were Rojhilata Navîn divê ev aştî di nuqteya rast de bê birêxistinkirin. Em careke din destnîşan dikin, Bêyî azadî aştî nabe. Azadiya Birêz Ocalan tê wateya azadiya gelên Rojhilata Navîn, Tirkiye û bi taybetî jî ya gelê Kurd. Pêwîste em di her şert û mercî de û li her qadê qala azadiya Birêz Ocalan bikin."

‘MITÎNGA AMEDÊ WÊ BIBE MITÎNGA AZADIYÊ’

Abbas Şahîn ji bo mitîngê banga tevlîbûnê kir û wiha got, “Em hemû gelê xwe, vedixwînin mitînga Amedê. Me behsa girîngiya vê mitîngê kir. Ji Tirkiye û Kurdistanê wê tevlîbûnên girseyî çêbibin. Bi rastî jî wê bibe mitînga azadiyê. Ji ber ku helwesta gel ya li vir wê pêvajoya pêş diyar bike, divê hemû hesasiyetên xwe nîşan bidin. Ji bo azadiya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bi taybetî gelê Kurd pêk were, divê tecrîda navneteweyî were şikandin. Divê azadî pêk were, divê Birêz Ocalan azad be. Ji bo vê jî em hemû gelê xwe vedixwînin mîtînga ku em ê di 13'yê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê lidar bixin."