KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şengalê hêjîr debara jiyanê ye
Gava hêjîr tê gotin gava ewil hejîrên Warê Xidirê tê hişê mirovan. Mam Xêro yê 53 sal in cotkariyê dike dibêje, hêjîrên bi nav û deng ên Şengalê piştî kedeke mezin li bazarên Şengal û Mûsilê tên firotin. -
Gerîlayan qala bandora çekên kîmyewî yên dewleta Tirk kirin
Gerîla Şahîn Armanc û Rojda Zagros ku li Qada Girê Ortê tevlî berxwedana dîrokî bû, bi mehan têkoşiyan, qala êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û berxwedana gerîla ya li dijî van êrişan kirin. -
Ji bo Ozdemîr ê ku cezayê îdamê lê hatibû birîn banga hestiyariyê hat kirin
Cezayê îdamê ku ji aliyê dewleta Îranê ve li gerîlayê HPG’ê Hatem Ozdemîr hatibû birîn, ji aliyê dadgeha bilind ve hate erêkirin. Apê Ozdemîr, Alî Ozdemîr banga hestiyariyê li raya giştî kir. -
Li Xîzanê operasyona leşkerî: 2 gundî hatin binçavkirin
Artêşa Tirk a dagirker li bejahiya gundê Tasûhê yê Xîzanê ya Bedlîsê dest bi operasyonê kir. -
HPG: 2 rojan 67 caran teqemeniyên qedexekirî û kîmyewî hatin bikaranîn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di 27 û 28'ê Gulanê de dewleta Tirk a dagiker 67 caran çekên qedexekirî û kîmyewî yên bi jehr li ser tunelên şer ên gerîla bi kar anî. -
Hêzên Îranê kolberek kuşt
Hêzên dewleta Îranê li bajarê Bane kolberekî Kurd qetil kir. -
HPG: Fermandarê fedayî Hewrê Çiya şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku meha Adarê di “êrîşa dijmin” de “Fermadarê Fedayî yê Apoyî Hewrê Çiya” şehîd bû. -
Ji Dihokê 300 Êzidî vegeriyan Şengalê
Xelkê Şengalê yê li kampên Başûrê Kurdistanê koçber bûne pêl bi pêl vedigere cih û warên xwe. Herî dawî 300 koçberên din ji Dihokê vegeriyan Şengalê. -
Karasû: AKP-MHP desthilatdariya xirabiyan e
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku bi desthilatdariya AKP-MHP'ê re tiştekî baş nîne ku bê kirin û got, "Desthilatdariyeke nebaşiyan e. Tenê bi xistina ji desthilatdariyê mirov dikare ji nebaşiyê bê rizgarkirin." -
Li Geverê ji 13 kesên binçavkirî 2 jê hatin girtin
Li Geverê di 26'ê Gulanê di nava wan de zarok jî hebûn 13 kes di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin, 2 jê hatin girtin. -
217 roj in rojnamevan Silêman Ehmed girtî ye
217 roj in edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed girtî ye. Rojnamevan Silêman Ehmed 25’ê Cotmeha 2023’yan ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin. -
'Tecrîd pirsgirêka hemû civakê ye, ne tenê ya girtiyan e'
Hevseroka Amedê ya TUHAD-FED'ê Eylem Bîrtane diyar kir ku tecrîd li nava tevahiya civakê belav bûye û got, "Tecrîd pirsgirêka tevahiya civakê ye, ne tenê ya girtiyan e." -
Karayilan: Dijmin wê bersiva pêwîst werbigire
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, ku rojên bê dibe ku li Metîna, li Girê Bahar, li xeta Xakurkê-Xinêre êrişa dagirkeriyê bê kirin û got, "Em di wê baweriyê de ne ku dijmin wê bersiva pêwîst werbigire." -
Li bejahiya Paloyê operasyona leşkerî hat destpêkirin
Dewleta Tirk li bejahiya Palo ya Xarpêtê êrîşeke bejahî da destpêkirin. -
Desteya Eşayîr a Şengalê: Kes nikare pêkve jiyana li Şengalê xira bike
Casim Hirêr diyar kir ku di demên dawî de gelek kesayet û partiyên siyasî yên derveyî Şengalê dixwazin navbera Ereb û Êzdiyan de nakokiyan derxin û got, “Wê tu kes nikaribe navbera me xira bike." -
Cazim Cirdo: Divê xelkê komelgeha Girzerikê vegere warên xwe
Cazim Cirdo, behsa xemseriya hikûmeta Iraqê ya li hember vegera gel a ji bo Şengalê kir û got, “Divê xelkê komelgeha Girzerik vegere Şengalê, dest bide destê hev, gund û komelgeha xwe ji nû ve ava bike.” -
Serdana ji bo malbata Yildirim ê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin
Ji bo malbata Mehmet Yildirim ê ji aliyê leşkerên Tirk ve li Licê hate qetilkirin serdanên sersaxiyê têne kirin. -
Gerîla li Qendîlê SÎHA'yek xist
Gerîlayên HPG'ê li ezmanên Qendîlê SÎHA'yeke bi tîpa 'Aksûngûr' a dewleta Tirk anîn xwarê. -
Hêzên dewleta Îranê ciwanekî Kurd qetil kir
Hêzên Îranê li nêzî bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ciwanek qetil kir. -
HPG: Şehîd Mehmet Yildirim lehengek bû ku ji welatparêziyê tawîz neda
HPG'ê diyar ku welatparêz Mehmet Yildirim di 24'ê Gulana 2024'an de li navçeya Licê ya Amedê li pêş çavên malbata wî bi hovane hate qetilkirin û got, "Em şehîdên malbata Yildirim û hemû şehîdên xwe yên kiryar diyar bi hurmet û minet bi bîr tînin." -
Balafirên şer ên Tirk bombe li Qeladizê barandin
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer bombe li Çiyayê Asosê barand ku li navçeya Qeladizê ya Îdareya Raperînê ya li Başûrê Kurdistanê ye. -
'Li dijî xeta xiyanetê pêwîstî bi stratejî û yekdengiya neteweyî heye'
Siyasetmedar û rewşenbîrên li Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku divê li dijî dagirkeriyên li ser Kurdistanê helwest were nîşandan. -
HPG’ê fermandarê şehîd Reşîd Serdar bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li herêma Nordiz a girêdayî Payîzava ya Wanê piştî şerekî tund, herêm bi dijwarî hate bombebarankirin û di encamê de fermandarê gerîla Reşîd Serdar şehîd bû. -
'Xelkê Êzidî divê li warê xwe vegere'
Êzidiyên li kampa Mam Reşan dawî li hesreta xwe ya 10 salan anîn û li warê xwe vegeriyan. Piraniya koma ji 200 malbatî li Dugirê bi cih bû. -
Dayika girtî: Eger em rabin ser piyan em ê tecrîdê bişikînin
Dayika girtî Afîfe Kartal got, "Ji bo xak û girtiyên xwe em dakevin qadan. Dema ku em rabûn ser piyan tiştekî ku em bi dest nexînin nîne. Eger em rabin ser piyan em ê tecrîdê jî bişikînin."