Li bejahiya Elbakê operasyona leşkerî hate destpêkirin
Li navçeya Elbak a Wanê, dewleta Tirk gelek herêm weke 'Herêma Ewlekariyê ya Taybet a Demkî' ragihand û dest bi operasyona leşkerî kir.
Li navçeya Elbak a Wanê, dewleta Tirk gelek herêm weke 'Herêma Ewlekariyê ya Taybet a Demkî' ragihand û dest bi operasyona leşkerî kir.
Li gorî daxuyaniya walîtiya li Wanê, 15 herêmên li navçeya Elbak a Wanê di navbera 3’yê Cotmehê û 17’ê Cotmehê de weke “Herêma Ewlekariyê ya Taybet a Demkî” hatine îlankirin.
Hate ragihandin ku li hin herêman operasyon hatiye destpêkirin û li hin qadan ketin û derketin qedexe ye.