Li Serêkaniyê serdegirtina malan: Yek jê zarok 2 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê serê sibehê di serdegirtina malan de yek jê zarok du kes hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de li navçeya Serêkaniyê bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de zarokê 17 salî O.C. û welatiyê bi navê Abdullah Robînduz hatin binçavkirin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê. 
 
Hat zanîn ku welatî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin û di serdegirtinên malan de telefonên wan hatine desteserkirin.