HPG'ê bîlançoya Îlonê eşkere kir: Yek jê payebilind 28 dagirker hatin cezakirin

Li gorî bîlançoya şer a meha Îlonê ku HPG'ê eşkere kir, yek jê payebilind 28 dagirker hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Hevrêyên me Sara Tolhildan Goyî - Dilara Urper û Rûken Zelal - Emel Feremez Hisên ên ku 26'ê Îlona 2022'an li Mezîtlî ya Mersînê çalakiya fedî kirin û pêşengên fedaî yên Apoyî hevrê Rojhat Zîlan - Ozkan Şahîn û Erdal Şahîn - Hasan Ogûz ên 1'ê Cotmeha 2023'an li paytexta Tirkiye Enqereyê çalakiya dîrokî kirin, di salvegera şehadeta wan de bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Pêşengên me yên fedaî bi rengekî profesyonel û serketî çalakiya fedaî kirin û di pêvajoya herî giran de serdemeke nû dane destpêkirin. Bi bilindkirina fedaîtiya Apoyî re asta tevlîbûna li têkoşînê bilind kirin, pîvana têkoşîn û jiyana rast a li ser xeta Apoyî jinûve diyar kirin. Fedaiyên me mohra xwe li rabirdûyê xistin, ev dem bi rê ve birin û siberoja me diyar kirin. Em soza xwe dubare dikin ku rêbazê çalakiyê û jiyana Apoyî ya fedaiyên xwe her tim bişopînin û timî xwedî lê derkevin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku şopdarên xeta fedaîtiyê ne, di nava meha Îlonê de li dijî êrîşên artêşa dagirker û dewleta Tirk a mêtinger qirker bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe dan. Li Bakurê Kurdistanê ji Mêrdînê heta Botanê, ji Amedê heta Dersîm û Garzanê artêşa dagirker operasyon û bombardûmanên bêhejmar kir. Di şerê li hemberî artêşa Tirk a dagirker de li Eyaleta Mêrdînê hevrêyên me Zerdeşt Sûrûç - Adem Ozkan û Rêbaz Bagok - Selman Dagdelen, li Eyaleta Amedê hevrêyên me Hebûn Pîro - Zirav Taş û Botan Osyan - Fehmî Başkûrt bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Di meha Îlonê de ku bombardûman û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teknîka şer zêde bûn, Herêmên Parastinê yên Medyayê 51 caran bi teqemeniyên qedexekirî, 8 caran bi droneyên bombebarkirî, 169 caran bi helîkopterên êrîşê û 303 caran jî bi balafirên şer hatin bombekirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî van êrîşên artêşa dagirker bi ruhê fedaî yê Apoyî û taktîkên gerîla yên profesyonel bersiv dan. Di nav ameha Îlonê de gerîlayên me performanseke çalak nîşan dan, ji hewayî carekê, ji bejahî 111 caran; bi taktîkên cuda 112 caran çalakî kirin. Di encama van çalakiyan de Serdarê Peya Osman Ayan û 27 dagirker hatin cezakirin û 11 dagirker jî birîndar bûn.

Bîlançoya şer a meha Îlonê bi vî rengî ye:

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER

Êrîşên bi balafirên şer: 303
Êrîşên bi helîkopterên Êrîşê: 169
Êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî: 51
Êrîşên bi droneyên bombebarkirî: 8

HEVRÊYÊN ME YÊN ŞEHÎD BÛN

Hevrêyên me yên şehîd bûn: 4

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Çalakiyên gerîla yên hewayî: 1
Çalakiyên gerîla yên bejahî: 111
Temamiya çalakiyên gerîla: 112

KUŞTIYÊN DIJMIN

Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 27
Hejmara dagirkerên payebilind ên hatin cezakirin: 1
Hejmara dagirkerên birîndar bûn: 11

AMÛRÊN HATIN ÎMHAKIRIN

Sîstema Radarê: 2
Cebilxane: 1
Bombeavêja bi zincîr: 1
Drone: 5
Kameraya mobesse: 4
Çeper: 3
Enerjiya Rojê: 1

YÊN KU DERB LI WAN HATE XISTIN

Helîkopterên Êrîşê: 2
Helîkopterên Skorsky: 1
Çeper: 3
Kepçe: 1

YÊN KU HATIN DESTESERKIRIN

Droneyên bombebarkirî: 1"