KURDISTAN
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bal kişand ser girîngiya têkoşîna 52 salan û got: ‘’Rêber Apo got ‘Ez li vir weke sosyalîstekî dijîm.’ Bidestxistina encamên mezin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e.’’
Kongreya 12'emîn a PKK'ê ya dîrokî di navbera 5-7'ê Gulanê de bi rengekî serketî pêk hat. Em çend wêneyên kongreyê parve dikin.
Cemîl Bayik anî ziman ku bi qasî coş û kelecana ji damezrandina PKK'ê, di biryara bidawîkirinê de jî ew heman coş û kelecanê werdigire û got, "Eger ez careke din bêm dinyayê, ez ê dîsa jî Rêber Apo ji xwe re bikim esas."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku ji bo biryara li ser bidawîkirina têkoşîna çekdarî di pratîkê de bikeve dewrê divê dewleta Tirk tavilê guhertinên qanûnî bike.
Dûran Kalkan ku di destpêka Kongreya 12'emîn a PKK'ê de axivî, anî ziman ku têkoşîn bi dawî nebûye, ev yek dawîkirin nîne; bi armanca bilindkirina têkoşînê pêşîvekirina li afirandina zemînên nû ye.
Hemû Nûçe
-
Bayik: Çareserî paradîgmaya Rêber Apo ye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Rêber Apo armancên komplogeran têk bir û li Îmraliyê paradîgmayeke nû afirand. Çareseriya şerê heyî paradîgmaya Rêber Apo ye."
-
-
Şandeya rojnamevanan serdana METRO, Rojnews û JIN TV kir
Şandeya rojnamevanan a ku têkildarî qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Behadîn li Silêmaniyê hevdîtinên xwe didomîne, bi rêxistina rojnamevaniyê METRO, ajansa nûçeyan Rojnews û JIN TV'ê re civiya. Şande çû serdana malbata Hêro Bahadîn û gora wê ziyaret kir.
-
-
-
Şîrketa Madenê li Pîranê xwezayê wêran dike
Li gundê Pîrejmanê yê navçeya Pîran a Amedê, dîmenê wêrankariya şîrketa madenê hate kişandin ku nîşan dide, bê çawa xwezayê qirêj dike. Şêniyên gund banga rawestandina vê talanê kirin.
-
-
Şandeya rojnamevanan bi waliyê Silêmaniyê re civiya
Hevdîtina yekem a şandeya rojnamevanên ku têkildarî qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Behadîn ji Ewropayê hate Silêmaniyê, bi waliyê bajêr re çêbû. Walî Heval Ebubekir diyar kir ku wan nerazîbûnên xwe ragihandine balyozxaneya Tirk.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Eren: Tecrîd ne tene meseleyeke hiqûqî ye
Parlamaneterê Amedê Serhat Eren da zanîn ku DMME û Konseya Ewropayê xwe ji cezakirina têkildarî binpêkirina "mafê hêviyê"’ dûr dixin û got: "Tecrîd ne tene meseleyeke hiqûqî ye, di heman demê de parçeyeke hesabpirsîneke siyasî ye."
-
Li Amedê berteka li dijî tecrîda Îmraliyê
Ciwanan li Amedê berî mîtînga 13'ê Cotmehê li ser diwaran nivîsên "Em li hemberî komployê li ber xwe didin û ji bo azadiyê em li Amedê tên ba hev" nivîsîn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
-
HPG’ê şehîdên Avaşînê bi bîr anî
HPG’ê 3 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî û got: "Hevrêyên me Azad, Delîla û Lorîn bi fedakarî û wêrekî têkoşiyan, bûn navê bawerî, dilsoziya bêheq û têkoşîna bi egîdan e.”
-
Heta nefesa xwe ya dawî bû dilsozê nirxên azadiyê
Xebat Turkmen ê piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Rojava tevlî têkoşînê bû, bi têkoşîna xwe ya ji bo xwişk û biratiya gelan nîşanî hemû ciwanên Ereb û Tirkmen da ku çawa dikarin xwe ji hêzên desthilatdar û rejîmên zextê rizgar bikin.
-
-
Bayindir: Dijminatiya Kurd rê li ber mirina girtiyan vedike
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li şîna Abdûlkadîr Kûday ê li girtîgehê hate qetilkirin axivî, wiha got, “Dijminatiya Kurdan rê li ber mirina girtiyan vedike. Em ê heta pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan têbikoşin.”
-