Bakirhan: Divê aştiya Kurd-Tirk a dîrokî bikeve meriyetê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê bang li her kesî kir ku li ber polîtîkayên şer rabin û got, "Aştiya Kurd-Tirk a dîrokî bêyî rojekê bê taloqkirin divê bi cih bê anîn."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê bang li her kesî kir ku li ber polîtîkayên şer rabin û got, "Aştiya Kurd-Tirk a dîrokî bêyî rojekê bê taloqkirin divê bi cih bê anîn."
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di civîna destpêkê ya serdema nû ya qanûndanînê de bûyerên di rojevê de nirxand.
Bakirhan, bal kişand ser şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de û diyar kir ku niha nêzî 2 milyon kes di qadekê de asê maye û hemû dinya li dijî vê rewşê bêdeng e. Bakirhan, da zanîn ku îsraîlê êrişên xwe ber bi Lubnanê ve berfireh kir û di vê mijarê de di demên berê de hişyariyên xwe kiribûn û mafdar derketine.
Bakirhan, axaftina wiha domand: “Rojhilata Navîn niha di nava agir de ye. Îxtîmaleke mezine ku dê ev şerê li Lubnanê belavî Sûriye û Îranê bibe. Moşek tên avêtin, bajar tên bombebarankirin. Xuyaye ku dê ev bidomin. Mixabin Netenyahu di Lijneya Giştî ya NY’ê de nîşan da ku dê rewş bidome. Bi du nexşeyan nîşan da. Di nexşeyekê de herêma bi rengê reş hatiye nîşandan weke herêma lanetê pênase kir û ya din jî weke herêma nîmetê. Xuyaye ku dê van herêmên weke lanetê hatine nîşandan bikişînin nava şer. Herêmên jê re dibêje herêma nîmetê jî qala korîdora enerjiyê ya ji Hindistanê dest pê dike, ji Efrîqayê re derbas dibe û li gelek deverên cîhanê derbas dibe ye.”
Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku gel li dijî hev şer nakin û wiha pê de çû: “Dewlet li dijî hev şer dikin. Bû sed sal li Rojhilata Navîn feraseta neteweperest, mezhebperest û netewe dewletê hukmê dike. Rojhilata Navîn ji ber vê zîhniyetê xweşî bi xwe nebir. Hêzên emperyal jî hewl dan li wir pergalekê ava bikin lê nekarîn. Her duyan jî ne demokrasî ne jî azadî anîn. Lê em dibêjin ku rêyeke sêyemîn heye. Di vê rewşa Rojhilata Navîn de careke din xuya dibe bê ka Rêya Sêyemîn rêyeke çiqas biwate û biqîmet e.
Serokkomarê Îranê tiştekî gelek girîng îtîraf kir. Got ku heke em hindik jî aloz bibin dê Kurdistan, Belucistan bên avakirin. Em jî li vir ji wan dipirsin; çavkaniyên sererd û binerd ên herî dewlemen ên we bûn. Heke li şûna ku hûn li wir rejîmê îxrac bikin, li şûna ku ji rêxistinan re bişînin, heke we ji bo kurdan, azeriyan, belucan xerc bikira, heke we nasname û baweriyên wan nas bikira, heke we demokrasî û azadî serwer bikira, îro ne Îsraîl lê tevahiya cîhanê jî bhata dê ev tirs di dilê we de nebûya. Vaye dema ku em dibêjin Rêya 3’yemîn, em qala Neteweya Demokratîk dikin. Herî zêde pêdiviya Rojhilata Navîn bi pergala Neteweya Demokratîk heye. Neteweya Demokratîk çi ye? Ew e ku her kes di nava sînorên tê de dijî dikare nasname, bawerî, maf û azadiyên xwe bi dilrehetî bijî. Em qala vê rejîmê dikin.
Ma ji bilî vê çi rêyên din ên Rojhilata Navîn hene? Yek dixwaze li wir bi cih bibe û bike mêtingeha xwe û dewlemendiyên wê bixwe. Herêma herî dewlemend a cîhanê di nava birçîtî û xizaniyê de ye. Ya din jî ji bo malbat û pêşeroja xwe ya şexsî her ku diçe bêhtir otorîter dibe. Ev çareserî nîne. Rêya xelasiya Rojhilata Navîn, neteweya demokratîk e, Rêya Sêyemîn e. Ev şer ne şerên gelan in. Gel li dijî hev şer nakin û naxwazin jî. Ev, şerê dewletan e. Weke DEM Partiyê em ê li dijî vî şerî bisekinin. Dê têkoşîna me ya ji bo pêşîlêgirtina şer û pêkvejiyana gelan bidome.
Mixabin Tirkiye jî zêde hêviyê nade mirov. Li Tirkiyeyê xizanî, bêkarî, şer, çete, mafya û hwd. serdest e. Ji roja Meclis hatiye girtin heta niha DEM Partî li qadan e. Ji Qersê heta Balikesîrê, ji Sêrtê heta Manîsayê, em bi kedkar û gelan re hatin gel hev. Tevî hevseroka me Tulay Hatîmogûllari em mal bi mal, gund bi gund, bajar bi bajar geriyan û dê bigerin. Li her derê xelk di nava xizaniyê de ye û edalet nema ye.
Ez çima qala van dikim; divê TBMM di vê mijarê de berpirsyartiyê li xwe bigire. Heta ku Tirkiye li korîdorên qesrê bê birêvebirin, dê keştiya kedê hêj bêhtir noqî avê bibe û edalet bêhtir birize. Çavê wan li berîka xelkê ye û li pey bacan ketine. Divê meclis êdî ji vê pergala şêlandin û talanê re bibêje bese. Divê berpirsyartiya xwe ya li hemberî gel pêk bîne. Hewceye di vê serdema nû ya qanûndanînê de bêhtir edalet, wekhevî û aştiyê biparêze û qanûnên di vê çarçoveyê de çêbike. Heke nekare vê berpirsyartiya xwe bi cih bîne, wê demê bila derkeve û bi eşkereyî vê bibêje.
DEM Partî dê encamên ji serdanên xwe yên gel bi dest xistin, daxwazên kedkar û gelên me li ser kursiyê vebêje. Ne îktîdar ne jî muxalefeta heyî nikare Tirkiyeyê vê ji vê tarîtiyê rizgar bike. Di van rojên dawî de em tevek bi hev re dibin şahid bê ka muxalefet çi ye. Lê piştrast bin ku dê ev pergala talan û şêlandinê bi dawî bibe û yên ku dê Tirkiyeyê xelas bikin jî DEM Partî ye. Parolaya me ya serdema nû dê bibe têkoşîna demokratîk û siyaseteke berfireh. Em ê bêhtir têbikoşin û bêhtir çareseriyê pêş bixin.
Me di civînên berê de gotibû ku li welatekî ku bi biryarên DMME’yê nayê kirin, ya ku tecrîda li ser birêz Ocalan didome, girtîgeh veguherîn kampên komkirinê yên Guantanamoyê, heta paqijiyeke rêyê neyê kirin nabe ku nîqaşên li ser destûra bingehîn bên kirin. Binêrin, em careke din bi bûyereke xemgîn re rû bi rû man. Hevalê me Abdulkadîr Kuday ku yek ji girtiyên nexweşiya wan giran bû û tevî gelek serlêdanên me jî nehatibû berdan, jiyana xwe ji dest da. Îcar heta ku ev girtiyên nexweş di girtîgehê de bin hûn ê çawa qala nîqaşa destûra bingehîn bikin? Dê civak çawa ji we bawer bike? Dê bi çi tiştê we bawer bin? Ji ewil paqijiyeke rêyê bikin, derkevin pêşberî gel û bi eşkereyî bibêjin bê ka hêviya we ya ji destûra bingehîn çi ye, gelo wê demokratîk be, sivîl be wê tiştekî çawa be. Wê demê em ê bi hev re biryara xwe bidin.
Hinek pirs hene ku gelek caran ji me tên pirsîn. Ez ê cara dawî bersiva vê bidim. Hem îktîdar hem jî muxalefet bila baş lê guhdar be. Tu pirsgirêka DEM Partiyê bi sembol û nirxên tu derdoran re nîne. Lê bila tu kes destûreke bingehîn a hemû nasnameyên etnîkî di nava etnîkekê de teng dike jî li me ferz neke û destûreke bingehîn a wiha bi me nede qebûlkirin. Divê pênaseyeke nû ya hemwelatîbûnê were kirin û meclis di vê mijarê de gavên biwêrek biavêje. Her wiha çi pirsgirêka me bi paytex û zimanê vî welatî re nîne.
Lê divê hûn jî qebûl bikin ku li vî welatî gelên cuda dijîn û axaftina van gelan a bi zimanê dayikê, perwerdeya bi zimanê dayikê mîna şîrê dayika wan li wan helal e. Tu pirsgirêka me bi komarê re nîne lê kesek nikare destûreke bingehîn a komara yekperest û înkarger li me ferz dike bide qebûlkirin. Daxwaza me, komareke demokratîk e ku gel, bawerî û nasnameyên cuda bikarin hebûna xwe bijîn û jê re rêz were girtin. Em ji bo komareke demokratîk têdikoşin. Destûrên bingehîn ên demokrasiya herêmî ne di nav de, ruhê destûra bingehîn a 12’ê Îlonê di xwe de dihewîne. Nabe ku destûreke bingehîn a mafê gotinê yê herêmê tune dihesibîne, demokrasiya herêmî binpê dike were çêkirin. Em bi eşkereyî dibêjin; çêkirina kompyaya destûra bingehîn a heyî ne dibe destûra bingehîn ne jî dibe destûreke bingehîn a demokratîk. Ji tevahiya qanûnên heyî bêhna ruhê 12’ê Îlonê tê. Divê pêşdaraziyên bidin aliyekî li ser temamiya destûra bingehîn nîqaş bên kirin.
Dixwazim bangî muxalefetê jî bikim; hinek pratîk û gotinên wan ên di demên dawî de mîna gel, me jî matmayî dihêlin. Gelo hûn li gel îdiaya guherînê ne? Heke hûn li gel îdiaya guherînê bin, wê demê divê hûn di mijara destûra bingehîn de hişk nêz nebin. Nexwe em ê tenê bi kopyayeke xerab a destûra bingehîn a heyî re rû bi rû bimînin. Hûn nikarin siyaseta ku ev sed sal in berê gelan didin hev biparêzin. Bila her kes pêşdaraziyên xwe bidin aliyekî. Wê demê em amade ne, em li gel in û amade ne ku nîqaşan li ser destûra bingehîn a nû bikin.
Şîfreya destûreke bingehîn a nû û demokratîk, nêzikatiya li hemberî meseleya kurd e. Şertê ewil ê destûra bingehîn a demokratîk ew e ku di serî de kurdan, tevahiya gel û baweriyên li welêt di çarçoveya hemwelatiya wekhev de bibîne û li ser vê esasê bê avakirin. Rêya cîbicîkirina destûra bingehîn a demokratîk a di sedsala duyemîn de, statûya gelê kurd e. Divê peymaneke civakî ya ku rê nade mêtingehkirina gel û baweriyan were îmzekirin. Em vê baş dizanin ku, rêya çareserkirina meseleya kurd a li Tirkiyeyê, Enqere ye. Divê dewleta Tirkiyeyê, îktîdar û gel êdî biryarekê bidin. Li seranserî cîhanê 60 milyon kurd dijîn. Herî zêde jî li Tirkiyeyê dijîn. Divê dewlet, îktîdar û sazî vê biryarê bidin; yan dê bibin dijminên kurdan yan jî xizmên kurdan?
Ji kerema xwe di vê mijarê de êdî biryara xwe bidin. Em dixwazin ku hûn gel kurdan bibin xizm, mafên wan nas bikin û bihêlinb ku kurd jî li vî welatî li gel gel û baweriyên din bi hev re û bi awayekî wekhev bijîn. Heke hûn dijminatiyê hilbijêrin, wê demê em tevek dê bi hev re heman pêvajoyên nebaş bijîn. Heke hûn dijminatiyê nebijêrin dikarin li Rojhilata Navîn bibin welatekî mînak.
Welatekî biîstîqrar dikare sûdê bide gelên Rojhilata navîn ku bi îstîqrar bikarin bijîn. Divê di serdemeke ku li herêmê û cîhanê şer dijwar dibe de her kes li Tirkiyeyê daxwaza aştiyê bike. Di vê mijarê de hewceye her kes dilwêrek be. Her gotina di vê mijarê de tê kirin, her gava tê avêtin em pir binirx dibînin. Divê aştiya dîrokî ya kurd û tirkan neyê vehêlandin. Em careke din bang dikin ku her kes banga aştiya civakî bêhtir biqîre û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk erk û berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.”