MAK'ê li Geverê li navenda polîsan xist

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê ragihandin ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê li navenda polîsan xistine û piştre li polîsên tîmên taybet jî xistin. MAK'ê diyar kir ku di çalakiyê de gelek dagirker birîndar bûne.

MAK'ê daxuyaniyek weşand û got, "Milîsên me 2'ê Cotmehê saet di 22:00 de li taxa Eksî Kişla ya Geverê li hemberî navenda polîsan a 75. yil çalakî kirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dema ku polîs û notirvan li hewşa qereqolê bûn, milîsên me bi teqemeniyan derba giran li dagirkeran xistin. Di encama teqîna giran de dagirker ketin nava panîkê û tirsiyan û di navbera dagirkeran û milîsên me de demekê şer qewimî. Piştî teqînê ku qareqara dagirkeran bû, dagirkeran dest bi revê kirin. Dagirkerên li herêmê li derdora xwe reşandin û wesayiteke zirxî êrîş bir ser nuqteya ku milîsên me lê bûn.

Milîsên me jî bi teqemeniyên li wesayita zirxî xistin û nehiştin ku dagirker ji wesayitê peya bibin. Saet di 22:30'î de polîsên tîmên taybet navenda polîsan dorpêç kirin û bi wesayitên zirxî êrîş birin ser taxa Eskî Kişlayê. Milîsên me bersiv dan êrîşan û di navbera milîsên me û dagirkeran de ji bo nîv saetê şerekî giran qewimî. Piştre polîsên dagirker neçar man xwe ji taxê vekişînin. Di encama teqînê û şer de gelek dagirker birîndar bûn, lê hejmara wan nehate diyarkirin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Dem hatiye ku bi Rêber Apo re ku bi komploya li derveyî mirovahiyê dîl hatiye girtin û 25 sal in tecrîdkirî ye li ser bedenên Amedê govenda azadiyê bê gerandin. Ji bo civandina li vê govenda azadiyê ku wasiyeta şehîdên me yên leheng bû, em bang li her kesî dikin ku xwedî li pêngava azadiyê derkevin û dîwarên mêtingeriyê yên li Îmraliyê hilweşînin."