Wê 9 welat û 8 rêxistinên navneteweyî çavdêriya hilbijartinên Başûrê Kurdistanê bikin

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku ji bo ewlehiya hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê 41 hezar xebatkarên komîsyonê wê beşdarî pêvajoyê bibin û ji aliyê 9 welat û 8 rêxistinên navneteweyî ve bê şopandin.

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Dadwer Omer Ehmed di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku wê di hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê de derfeta sextekariyê nebe û ti aliyek nikaribe sextekariyê bike.

WÊ AMÛRÊN ELEKTRONÎK BÊN BIKARANÎN

Dadwer Omer Ehmed diyar kir ku bi dehan amûrên elektronîk yên pêşketî wê di dengdanê de bikarbînin û dengdayîn wê saet 7 destpê bike û heta saet 18:00’an bidome.

Di dewamê de Omer Ehmed destnîşan kir ku 41 hezar xebatkarên komîsyonê wê beşdarî pêvajoyê bibin, hinek ji wan perwerde dîtine û hinek jî niha perwerdeyê dibînin da ku bi temamî amade bin.

WÊ RÊXISTINÊ NAVNETEWEYÎ ÇAVDÊRIYA HILBIJARTINÊ BIKIN

Herî dawî Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Dadwer Omer Ehmed da zanîn ku wê 9 welat û 8 rêxistinên navneteweyî çavdêriya hilbijartinê bikin.

Wê roja 20’ê Cotmeha 2024’an hilbijartinên serdema 6’emîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin. Propaganda û kampanyayên ji bo hilbijartinê destpêkirine û berdewam in.