KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir û got, "Weke şopdarên hevrêyên xwe yên ku navê xwe li dîroka azadiyê ya gelê me nivîsandine, di şexsê wan de em ê hewl bidin hêjayî şehîdên xwe bin." -
KCK: Divê em bi biryardarî û israr xwedî li zimanê xwe derkevin
Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê diyar kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdî, divê gelê Kurd li her derê bi Kurdî biaxive û got, "Divê em bi biryardarî xwedî li nasname û zimanê xwe derkevin." -
'Divê em li ser bingeha Modernîteya Demokratîk jiyanê jinûve ava bikin'
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku koka Kurdîtiyê di civakîbûnê de ye, lewma herî zêde civaka Kurd divê li dijî jiyana kapîtalîst têbikoşe. Bayik got, divê li ser bingeha Modernîteya Demokratîk em jiyanê jinûve ava bikin. -
Ciwanên Amedî: Li cihê edalet tinebe, krîz heye
Krîza aboriyê weke encamek ji polîtîkayên şer bandorê li her qada jiyanê dike. Nebûna edaletê, polîtîkayên şaş û zordar ên desthilatdariyê dibin sedem ku krîz hîn giran bibe. -
Şivanê ku leşkerên Tirk gef lê xwaribûn hat qetilkirin
Omer Deniz ê ku li gundê Cewekûmbet ê navçeya Bazîdê şivantî dikir, li nêzî nuqteya leşkeran bi awayekî qetilkirî hat dîtin. -
‘Barzanî 20 hezar Sûriyeyî di nava hêzên PDK’ê de bi cih kir’
Endamê YNK’ê Mehmûd Xoşnaw ragihand Mesrur Barzanî 20 hezar welatiyên Sûriyeyî di nav hêzên Zêrevan ya ser bi PDK’ê de bi cih kiriye. -
Atabay: Bi zextên li ser saziyan zimanê Kurdî hedef tê girtin
Hevserokê Egîtîm-Senê yê Şaxa Wanê Mûrat Atabay bertek nîşanî serdegirtinên li ser saziyên ziman û çanda Kurdî da û got, "Polîtîkaya 'bi zimanê xwe nepeyivin, asîmîlasyonê qebûl bikin' li ser Kurdan tê ferzkirin û ev operasyon encama vê yekê ye.” -
DBP’ê nerazîbû nîşanî banga ‘sûîqastê ya li dijî Talabanî’ da
DBP’ê nerazîbûn nîşanî banga “suîqestê” ya li hemberî Serokê YNK’ê Bafel Talabanî da û got, “Em baş dizanin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi tifaq û peymanên qirêjî re hewl dide mudaxilî hilbijartinên Herêma Kurdistanê bike." -
Bi awayekî girseyî serdana şîna gerîlayê li Bagokê şehîd bû kirin
Bi awayekî girseyî şîna gerîlayê HPG’ê Adem Ozkan (Zerdeşt Suruç), ê ku li çoltara Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê şehîd bibû, hat ziyaret kirin. -
Li MED-DER’ê ku mamosteyên wê hatin binçavkirin atolye hate lidarxistin
Li MED-DER’ê ya ku mamosteyên wê hatin binçavkirin, atolya zaravayê Kirmanckî yê Kurdî hate lidarxistin. -
Saziya Sîxurtiyê: PARASTIN
Parastin dezgeha îstixbarata girêdayî PDK’ê ya Başûrê Kurdistanê ye. Ev sazî di destpêkê de ji bo armancên cuda hat damizerandin. Lê her ku çû ew bû amûra sîxurtiya dagirkeriyê û têkbirina têkoşîna gelê kurd. -
Nasnameya 2 gerîlayên şehîd hate eşkerekirin
HPG'ê got, "Hevrêyên me Zerdeşt Sûrûç û Rêbaz Bagok heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya gelê me weke lehegan xebitîn, şer kirin û şehîd bûn." -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Zerdeşt Suruç hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Zerdeşt Suruç yê 1’ê Îlonê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li Bagokê de şehîd bûbû, li gundê Zoncik yê Pirsûsê hat veşartin. -
Li Bedlîsê erd hejiya
Li navçeya Tetwan a Bedlîsê bi mezinahiya 4.5 pileyî erd hejiya. -
Hêzên Îranê êrîş birin ser kolberan: 2 kes birîndar bûn
Hêzên dewleta Îranê li herêma Newsudê ya li Rojhilatê Kurdistanê careke din êrîş birin ser kolberan. Di encamê de 2 kolber birîndar bûn. -
Dersa destpêkê ya piştî serdegirtinê: Qirkirina Çandî
Saziyên çandê yên li bajêr ku piştî operasyona qirkirina siyasî MED-DER vekirin bi sernavê "Qirkirina Çandî" ders dan. Seroka KASED'ê Salîha Ayata got, "Em ê pênûsa hevalên xwe yên binçavkirî li erdê nehêlin." -
Talabanî: Xaka Herêma Kurdistanê firotin dijminên Kurdan
Lîderê YNK'ê Bafil Talabanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê demeke dirêj e di bin rêveberiya yek partiyê de ye û destnîşan kir ku vê partiyê jî xaka Kurdistanê firotiye dijminên Kurdan. -
Dîmenê çalakiyeke hewayî ya gerîla hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke hewayî ya li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar weşand. -
Li Şaxê gelek dever hatin qedexekirin û operasyona leşkerî hate destpêkirin
Gelek deverên navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê dewleta Tirk ve weke ‘’herêma ewlehiya taybet’’ hatin îlankirin û operasyona leşkerî hate destpêkirin. -
Hakî Armanc: Dewleta Tirk a dagirker li Bakur windahiyên xwe vedişêre
Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji gerîlayên li Bakurê Kurdistanê ditirse, lewma timî operasyonan dike û got, artêşa Tirk windahiyên cidî dide. -
Sûltan Yaray: Heta ku tecrîd bi dawî nebe zext û êrîş wê dewam bikin
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray işaret bi xweranegirtina dewletê ya li çand û zimanê Kurd kir û destnîşan kir ku zextên têne kirin ji tecrîda li Îmraliyê ne cuda ne. -
Êrîşa li ser çand û zimanê Kurd: Em xwedî li zimanê xwe derdikevin
Xebatkarê MED-DER'ê Mehmet Asena anî ziman ku serdegirtina li MED-DEER û Payîz Pirtûkê parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e û destnîşan kir ku li gel zext û binçavkirinê jî ew ê ji bo zimanê Kurd li ber xwe bidin. -
Hêlîn Umît: Divê em biryara Konseya Ewropayê ti carî qebûl nekin
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît destnîşan kir ku divê biryara Konseya Ewropayê ti carî neyê qebûlkirin ku dem daye Tirkiyeyê û got, "Pêwîste em li her qadê têkoşîna xwe bigihînin asta herî bilind." -
Cizîra Botan li dijî qirkirina çandê banga mezinkirina têkoşînê kir
Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil diyar kir ku êrîşa li dijî saziyên zimanê Kurdî parçeyek ji tecrîda li Îmraliyê ye û banga mezinkirina têkoşînê kir. -
'Têkoşîna me ya li dijî qirkirina çandê wê ti carî raneweste'
Li Amedê serdegirtina polîsan a li ser saziyên ziman û çandê û binçavkirina kedkarên ziman hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Ya ku tê meşandin tam faşîzma çandî ye. Kurd bi dehan sal in têkoşîna ziman û çandê didin. Ev têkoşîn wê ti carî raneweste.”