KURDISTAN
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dersimê li dijî xespa li ser şaredariyan, meşek hate lidarxistin. Jinan diyar kirin ku ew ê qeyûm qebûl nekin û wê berxwedanê bidomînin.
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zap û Xakurkê droneyek hate xistin, sîstemeke radarê hate îmhakirin.
Fermandariya Biryargeha NPG'ê têkildarî sala 47'an a damezrandina PKK'ê got, "Weke fedaiyên ku berê xwe li azadiya Rêber Apo û gelê me ye, em ê bi performanseke bilind û tempoya serketinê wezîfeyên xwe yên dîrokî pêk bînin."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku ew dixwazin sala 47'an a PKK'ê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd û got, "Ev yek heta niha têkoşînek bû, lê niha di asta pêkhatinê de ye."
HPG’ê gerîlayê şehîd bi bîr anî û got, “Heta nefesa xwe ya dawî bê teredut meşa xwe domand û bû milîtanekî Apoyî yê ku navê xwe li dîroka azadiyê ya gelê me nivîsandî.”
Hemû Nûçe
-
Li Şirnexê kesek hate girtin
Hêzên dewleta Tirk di 16’ê Gulanê de li navçeyên Şirnexê di serdegirtinên malan de 40 kes binçav kiribû û yek ji wan 40 kesan piştî proseya dadgehê hate girtin.
-
-
-
70 Malbat vedigerin Şengalê
Piştî zextên li ser Malbata Berzanî û rayedarên PDK'ê, îro rê ji 70 malbatan re hate dayîn ku vegerin Şengalê. Bi sedan malbatên din jî amadekarî dikin ku di rojên pêş de vegerin ser cih û warê xwe.
-
Gerîlayê HPG’ê Sîdar Serhed şehîd bû
HPG’ê diyar kir ku gerîla Sîdar Serhed (Tûran Derdîyok) şehîd bû û got: “Li dijî hemû êrîşên li dijî gelê me hatine kirin, bi fedayî şer kir û wezîfeyên xwe yên şoreşgeriyê bi cih anî.”
-
-
Gerîlayan Hakî Karer bi bîr anîn
Gerîlayên HPG û YJA Starê yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Hakî Karer bi bîr anîn û gotin, "Bi hêza ji gel û Rêberê xwe werdigirin em ê têkoşîna xwe hîn mezin bikin."
-
Li Licê êrîşên dagirkeriyê
Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Şehîd Remzî ya Licê êrîşeke leşkerî ya berfireh da destpêkirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku dengê teqînên bihêz û dengê çekan hatiye bihistîn.
-
-
-
-
-
Ciwanên Mexmûrê: Ziman yekane rêya xwenaskirinê ye
Ciwanên Wargeha Mexmûrê diyar kirin ku ji bo zimanê Kurdî divê li cîhanê zagonek taybet were avakirin û wiha gotin: “Ji bo ku em hebûn û rastiya xwe bidin îfadekirin, divê em zimanê xwe di astekî herî pêş de pêş bixin û xwedî lê derbikevin.”
-
-
-
-
-
-
Gerîla li Zapê li dijî dagirkeran gelek çalakî lidar xistin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker gelek çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de derbe li 2 çeperan hate xistin, 2 kamerayên mobesse jî hatin îmhakirin. Dagirker bi çekên kîmyewî û qedexekirî êrîşên xwe didomînin.
-
-
Wan di bin dorpêçê de ye
Li Wanê piştî berxwedana gel bi ser ket, li ser gel ambargoya ewlehiyê xistin meriyetê û ev pêkanîn bandoreke neyînî li ser jiyana gel a rojane dike. Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî û parêzer Mahmût Kaçan diyar kirin ku gelê Wanê tê cezakirin.
-
PKK jîndarbûna Hakî Karer e
PKK, Hakî Karer e û şehadeta Hakî Karer e. Di bingeha PKK’ê de şehadeta mezin a vî hevrêyê mezin heye. Hakî Karer bi pêngava avakirina partiyê û partiya ku di encama vê de ava bû, nemir bû. Di vê wateyê de PKK jîndarbûna Hakî Karer e.
-
-
-