KURDISTAN
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bal kişand ser girîngiya têkoşîna 52 salan û got: ‘’Rêber Apo got ‘Ez li vir weke sosyalîstekî dijîm.’ Bidestxistina encamên mezin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e.’’
Kongreya 12'emîn a PKK'ê ya dîrokî di navbera 5-7'ê Gulanê de bi rengekî serketî pêk hat. Em çend wêneyên kongreyê parve dikin.
Cemîl Bayik anî ziman ku bi qasî coş û kelecana ji damezrandina PKK'ê, di biryara bidawîkirinê de jî ew heman coş û kelecanê werdigire û got, "Eger ez careke din bêm dinyayê, ez ê dîsa jî Rêber Apo ji xwe re bikim esas."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku ji bo biryara li ser bidawîkirina têkoşîna çekdarî di pratîkê de bikeve dewrê divê dewleta Tirk tavilê guhertinên qanûnî bike.
Dûran Kalkan ku di destpêka Kongreya 12'emîn a PKK'ê de axivî, anî ziman ku têkoşîn bi dawî nebûye, ev yek dawîkirin nîne; bi armanca bilindkirina têkoşînê pêşîvekirina li afirandina zemînên nû ye.
Hemû Nûçe
-
Li hemberî îxaneta PDK’ê xeta gerîlayan bi ser ket
Nergîz Çiya ya ku 13’ê Cotmeha 1998’an di nava gerîlayên ku li qada Garê ya ji aliyê dewleta Tirk û pêşmergeyên PDK’ê ve hatî dorpêçkirin de cih digirt, bal kişand ku îxaneta PDK’ê ne nû ye û da zanîn ku li hemberî îxanetê xeta gerîlayan bi ser ket.
-
Nasnameya şehîdên Zapê hate eşkerekirin
HPG’ê diyar kir ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 gerîla şehîd bûne û got: “Em lehengên xwe yên ku her kêliya xwe bi fedayî jiyan kirin û di şer de jî bi cesareteke mezin sekin raber kirin, bi rêzdarî bi bîr tînin.”
-
Li gundê Seyid Cejnî garis tê çandin
Dilşad Elî yê ku niştecihê gundê Seyid Cejnî ye û li gundê xwe mijûlî karê çandiniyê ye, wiha got: "Her sal em li gundê xwe gelek berheman diçînin, îsal jî min garis çandiye, lê hikûmet qet alîkariya me nake."
-
Zîn a govenda şoreşê
Kurdistan û Rojhilata Navîn li ber ronahiya Rêber Apo ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve diçe. Li pêşberî berxwedaneke bi vî rengî ya bi heybet, jin a bedew a bi ruhê azad û serhildêr ê çiyê nekarî bisekine. Di sala 2014'an de ew jî tevlî govenda şoreşê bû.
-
Yilmaz: Êrîşên li ser Kurdî zêde dibin
Serokê ÎHD'ê yê Amedê Ercan Yilmaz anî ziman ku di bingeha êrîşên li ser çand û zimanê Kurd de feraseta yekperestiyê heye û diyar kir, êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî her roj zêde dibin.
-
-
-
-
Li Amedê berxwedan didome
Li Amedê berxwedana gelê ku bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hatî ba hev, didome.
-
Li Amedê Meşa Azadiyê: Bijî Serok Apo
Bi hezaran kesên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom bûn, ji gelek deverên bajêr dest bi meşa azadiyê kirin. Gel tim û tim dirûşmên 'Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" diavêje.
-
Di civaknasiya Kurd de dîroka xiyanetê- 2
PDK’ê ji bo ku çeteyên dewleta Tirk milîtanên herî bi nirx ê vî gelî, ewladên wê qetil bike û axa wê dagir bike, her cure desteka îstîxbaratî, aborî û leşkerî dide. Bi vê re jî naqede, av û nanê wan jî dabîn dike.
-
-
-
Rêveberiya Xweser a Şengalê Zelal Efrîn bi bîr anî
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê got, "Em bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji bo pêkanîna xeyalên şehîd Zelal û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê, soz didin ku xeyalên wan ên avakirina Şengala xweser û azad pêk bînin."
-
-
-
-
Karayilan: Her kes divê tevlî pêngava azadiyê bibe
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku divê her kes tevlî pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin û got, "Rêber Apo nasnameyek e. Azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye."
-
-
-
-
Aso Wehab: Şerê elektronîk destpêka ragihandina şer e
Pisporê qada teknolojiyê Aso Wehab anî ziman ku teknolojî bandorê li ser nasnameya neteweyî û ramanê dike û got: “Bikaranîn û gerîna li ser medyaya dijîtal bûye sedem ku nasnameya neteweyî lawaz bibe, armanca van saziyên wiha tunekirina ramanan e.”
-
-
-