Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn wê sibê li Silêmaniyê bên bîranîn

Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, wê sibê di çil rojiya şehadeta xwe de bi merasîmekê li Ofîsa Kompanyaya Çatir a Silêmaniyê bên bîranîn.

Dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê bi balafira bêmirov û biçek wesayîta ku rojnamevanên çapemeniya azad tê de bûn bombebaran kir. Di encama êrîşa hovane de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn.

Sibe wê rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn di çil rojiya şehadeta xwe de, bi merasîmekê werin bîranîn.

Merasîm sibe wê saet 14:30’an li ofîsa Kompanyaya Çetir ya li Silêmaniyê bê lidarxistin.