KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bi girseyî serdana şîna Şehîd Rûken Spêrtî hate kirin
Ji bo gerîlaya YJA Starê Rûken Spêrtî li Silopyayê şîn hate danîn. MEBYA-DER û DEM Partî bi girseyî serdana şînê kirin. -
Rêveberê DEM Partiyê Avşar li edliyê hat derbkirin
Rêveberê DEM Partî yê Êlihê Bariş Avşar li edliyê hat derbkirin û binçavkirin. -
Li Wanê 7 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Artemêtê di encama serdegirtinên malan ên danê sibehê de zarok jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin. -
HPG: Dagirkerek hate cezakirin, droneyek, radarek û mobesseyek hatin îmhakirin
HPG'ê ragihand ku li herêmên Metîna, Garê û Rojavayê Zapê di çalakiyan de dagirkerek hatiye cezakirin, droneyek, sîstemeke radarê û mobesseyek hatine îmhakirin. -
Kalkan: Ji ezmên enqazê AKP-MHP'ê dibare
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku faşîzma AKP-MHP'ê 24 saetan di nava tirsê de ye û got, "Tirs bi kêr nayê. Çi dike bila bike lê faşîzma AKP-MHP'ê wê ji hilweşînê rizgar nebe. Di demeke gelekî nêz de." -
Suham Şengalî: PDK siyaseta DAÎŞ’ê li ser jinan dimeşîne
Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Suham Şengalî diyar kir, PDK naxwaze jinên Êzidî yên ji destê DAÎŞ’ê rizgar bûne li Şengalê bimînin û got: “Siyaseta PDK’ê ji siyaseta DAÎŞ’ê ne cûdatir e. PDK, dixwaze jin û zarok ji çand, ziman û axa xwe dûr bikevin.” -
Gerîla bi taktîkên afirîner serketinê misoger dike
Hêzên gerîla ku bi şerê xwe ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo hemû gelên di bin zilma dagirkeran de ne bûne hêvî, bi taktîkên xwe yên afirîner serketinê misoger dikin. -
Mehmet Saît Uçlu li Rihayê hat bibîranîn
Nivîskar û siyasetmedar Mehmet Saît Uçlu ji hêla hezkirî û xizmên xwe ve hat bibîranîn û got: “Beriya 45 salan li Curnê Reş dest pê kir. Em mizgîniya Curnê Reş didin wan. Ev keda wan a bi heqîqetê dest pê kir roj b roj mezin dibe.” -
Bîlançoya xespkaran hate eşkerekirin
Hevşaredariya Êlihê Gulistan Sonuk diyar kir ku mal û milkê şaredariyê, li saziyên dewletê hatiye belavkirin. -
DBP û DEM Partiyê ji bo mîtînga li Colemêrgê banga tevlîbûnê kirin
Rêxistinên Wanê yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê ji bo mîtînga li Colemêrgê banga tevlîbûnê kirin. -
Meşa Demokrasiyê: Heta ku desteserkirin bi dawî dibe, em ê li ber xwe bidin!
Meşa Demokrasiyê ya li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, didome. Di meşê de peyama “Heta ku desteserkirin bi dawî dibe, em di çalakiyê de ne. Divê her kes tişta ku ji destê wî/ê tê, bike” hate dayîn. -
Gund û zozanên êrişa dagirkeriyê lê heye, hatin qedexekirin
Li Geverê, di êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk de ketin û derketina 2 gund û zozanan hate qedexekirin. -
231 roj in rojnamevan Silêman Ehmed girtî ye
231 roj in rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, girtî ye. -
HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn
HPG’ê 2 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn, bi bîr anî û got: “Hevrêyên me Avînar û Rûken bi hevrêtiya xwe ya saxlem û tevlîbûna xwe ya fedayî bûn parêzvanên jiyana Partiyê.” -
'Xiyanet li wan mirovan hate kirin ku li dijî DAÎŞ'ê şer kirin'
Nivîskara pirtûka 'Ronahiya Şengalê' Sara Lucaroni got, "Bûyerên ku niha li Kurdistanê diqewimin yek ji encamên nebaşiya bêdawî ya ruhê mêtingeriya rojavayî ye ku li vê xakê dike. Xiyanet li wan mirovan hate kirin ku DAÎŞ têk birin." -
Hêzên gerîla êrişên artêşa Tirk têk dibin
Di salvegera Pêngava 1'ê Hezîranê de gerîla li Avaşîn, Zap û Metînayê çalakiyên bi bandor kirin û careke din nîşan dan ku ti hêz nikare li hemberî îradeya şervanên azadiyê bisekine. -
Yekemîn roja 'Meşa Demokrasiyê' bi dawî bû
Roja yekem a "Meşa Demokrasiyê" bi piştgirî û coşa gel bi dawî bû. Di civînên gel de hat gotin ku ew ê destûrê nedin desteserkirina vînê. -
Beriya mîtînga Colemêrgê Meşa Demokrasiyê destpê kir
Beriya mîtînga li Colemêrgê 'Meşa Demokrasiyê' destpê kir. Bang li gel hate kirin ku tevlî mîtîngê bibe. -
Gerîlayan li Zap û Metînayê gelek çalakî lidar xistin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zap û Metînayê gelek çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de hat tespîtkirin ku leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, 3 mobesse û dronek hatin îmhakirin. -
Dîmenê xistina ANKA'yê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê xistina balafira bêmirov a bombebarkirî ya bi tîpa ANKA weşand, ku 6'ê Hezîranê li Asosê hate xistin. -
'Divê her kes li ber pergala êşkenceyê ya Îmraliyê rabe'
Endama Koordînasyona KJAR’ê Denîz Derya got, “Divê li dijî pergala êşkencê ya li Îmraliyê û li dijî pergala darvekirin û êşkenceyê ya Îranê, hemû alîgirên demokrasiyê, hunermend û saziyên civakî yên sivîl helwesta xwe raber bikin.” -
Rojnamevan Silêman ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, nayê berdan
230 roj in rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, nayê berdan. -
Di temenê xwe yê ciwantiyê de mohra xwe danî binê gelek serketinan
Canşêr li gel temenê xwe yê ciwan bi berpirsyariyeke dîrokî, bi xwînsariya fermandarekî şer meşiya. Rûmet û serketina şerê gerîla yê demê di temenê xwe yê 20 salî de bi cih kir. -
Bi hezaran Amedî li dijî desteserkirinê meşiyan
Li Amedê bi hezaran kes astengiya polîsan ji pêşiya xwe rakir û meşiyan ber şaredariyê. -
‘Meşa Colemêrgê’ sibê ji Şemzînanê dest pê dike
Li Colemêrgê li dijî desteserkirina şaredariyê dê mitîng bê lidarxistin. Beriya mitîngê bi 3 rojan dê meş bên lidarxistin. Starta meşê sibê ji Şemzînan dest pê dike.