Li Agiriyê kesek hat binçavkirin

Adam Purnek ê li Amedê dijî, bi hinceta parvekirinek xwe ya beriya 9 salan li medyaya dijîtal kiriye hate binçavkirin.

Adam Purnek di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê de hate binçavkirin. Polîsên Tirk di saetên siharê de bi ser mala Purnek ê li navenda bajêr de girtin. Purnek ê ne li mal bû, di saetên nîvro de li sûka navendî hate binçavkirin.

Hate ragihandin ku Purnek, bi hinceta parvekirinek xwe ya beriya 9 salan li medyaya dijîtal kiriye, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate binçavkirin û birin Emniyeta Agiriyê.