Andok: Komploger nekarîn bibin asteng ku Rêbertî bigihêje bi milyonan mirovî

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok komploya 9'ê Cotmehê nirxand û got, "Hêzên komploger dixwestin Rêbertî bêbandor bikin, lê belê Rêber Apo îro li tevahiya cîhanê bûye rêberê bi milyonan mirovî."

NIRXANDINA ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK'Ê XEBAT ANDOK

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok Komploya Navneteweyî nirxand ku 9'ê Cotmeha 1998'an bi derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê destpê kir.

-Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komploya 9'ê Cotmehê bi berfirehî pênase kir. Armanca komplogeran teşhîr kir. Bi giştî dema mirov li vê rewşê mêze dike, Rêber Apo ji bo ku komplo rast bê fêmkirin gelek ked da û hewldanên mezin kirin. Hûn vê bi giştî çawa dinirxînin?

Di destpêkê de em bi berîkirin, hezkirin, rêzdarî û minetdariyek pir mezin Rêber Apo silav dikin. Di heman demê de di şexsê şehîdên 'hûn nikarin roja me tarî bikin' em hemû şehîdên şoreşê bi mînetdarî û bi rêzdarî bi bîr tînin. Soza ku me dane şehîdan em dubare dikin. Em dibêjin armanca şehîdan wê teqez bi ser bikeve. Bêguman wek we jî anî ziman rastî jî di derbarê komployê de yê ku herî zêde nirxandin kir, yê ku detayên komployê raxist ber çavan û bi her awayî şîroveyên pir berfireh kir Rêber Apo bû. Bêguman di asta herî jor de pêwîstî bi fêmkirina komployê heye. Ji bo vê yekê jî têra xwe nirxandinên Rêbertiya me hene. Hem di parêznameyan de hem di notên hevdîtînan ê ku li girava Îmraliyê pêşxistin de hene. Bi awayekî  giştî bi kurtasî dixwazim bibêjim yê ku detayê komployê merak dikin dikarin bi awayek hûr û kûr di wan nirxandinan de têra xwe fêr bibin.

Bêguman 26 sal ser komployê derbas bûn. Em dikevin sala 27’an. Ji wê rojê heta roja me ya îro komplo her tê nîqaşkirin. Ji ber çi ev komplo hate kirin, wek me anî ziman jixwe Rêbertiya me bi her awayî aniye ziman. Ji bo mirov ev komplo ji ber çi pêk hat fêm bike, yanî komplo li hemberî kê hate kirin, konjektur çi ye, çi bû, çi hate armanckirin ev hemû hev û du re girêdayî ne. Wekî ku dixuye komplo li dijî Rêbertiya me pêk hat, lê Serokatiya me dema komplo li hemberî wî hate kirin Serokê PKK’ê bû. Eşkere ye komplo di heman demê li hemberî PKK’ê hate kirin. Gelê Kurd Serokatî wê demê weke Serokê xwe didît. Yanî Serokê gelê Kurd bû. Wê çaxê di şexsê Serokatî de komplo li dijî gelê Kurd hate kirin ku em wek Kurdê azad pênase dikin, doza xwebûnê dike, li ser axa xwe wek mirov dixwaze bijî û dixwaze azad bijî. Li ser vî esasî jî ev komplo di heman demê de li dijî gelê Kurd hate kirin. Bi awayekî giştî dîsa Serokatiya me temsîliyeta bindestan dikir. Bi îdeolojiya sosyalîzmê li ser nirxên demokratîk û komunal têkoşînek da meşandin. Û ev têkoşîna jî bêguman piştî rûxîna sosyalîzma pêkhatî jî dewam dikir. Wek hêviyekê jî ji aliyê mirovahiyê ve dihate dîtîn. Bêguman ev komplo di heman demê de di şexsê Serokatî de li dijî hemû nirxên demokratîk û komunal, li dijî îdeolojiya sosyalîzmê bi awayekî giştî jî li dijî hemû hêzên li dijî sîstemê, li dijî modernîteya kapîtalîst têdikoşin hate kirin. Ev bi awayekî giştî wisa komplo li dijî kê hatiye kirin çarçoveyek derdixe pêş. Bêguman yê ku ev komplo kir kî bûn? Ev komplo ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve hate kirin. Ji xwe Serokatiya me ev komplo weke komployeke mezin a gladyoyê bi nav kir. Yanî binavkirina vê komployê di lîteratura me de komploya mezin a gladyoyê ye. Gladyo çi ye? Gladyo hêza dendikî ya NATO'yê ye. Hêzêke ku di çarçove, di armancên xwe yên ku dixwaze li ser civaka serweriya xwe çêbike, xwe bi rêk û pêk kiriye. NATO kî ye? NATO jî hêza lêdanê, hêza leşkerî, hêza di heman demê de bêguman siyasî ya modernîteya Kapîtalîst e. Wê demê ev komplo ji aliyê hêzên modernîteya kapatalîst ve hatine kirin. Li ser vî esasî sîstemê ku komplo pêşxistiye jixwe Serokwezîrê dewleta Tirk ê wê demê Bulent Ecewît wexta komplo nirxandibû ev gotibû, “rastî jî min fêm nekir Abdullah Ocalan çima dane me?” Yanî yê ku komplo kirin, rêvebirin û Serokatiya me teslîmî Tirkiyeyê kirin bêguman hêzên modernîteya kapîtalîst bû. Nexwe heftê heft bavê Tirkan zêdetir bû ku komployê di wê astê de pêş bixîne û Serokatiya me bi vî şeklî yanî dîl bigire. Gelo hêzên modernîteyê kapîtalîst ev tişt çima kirin? Di kîjan konjektûrê de ev komplo hate kirin? Wextê mirov wê jî dinirxîne mirov dehna dide ku yanî wek min anî ziman Serokatiya kî ye, Serokê Partiyekî ye partiyek çawa? Pêşengê gelê Kurd e. Gelê Kurd li ku derê dijî? Li Rojhilata Navîn de dijî. Di Rojhilata Navîn de bi şeklî dijî? Bê nasname dijî. Nava çar welatan, dewletan hatine parvekirin. Di bin dagirkeriyê de ne. Di bin lepê qirkirinê de ne. Ev bê bêstatûbûna Kurdan jî ji aliyê hêzên modernîteya Kapîtalîst ve hatiye damezrandin. Ji xwe piştî şerê cîhanê ê yekemîn pirsgirêka Kurd çêkirin ku dema wextê wê hat, bi rêya pirsgirêka Kurd mudexileya Rojhilata Navîn bikin. Vaye ew dema hatibû. Piştî rûxina sosyalîzma pêkhatî yanî piştî 1990’î hêzên modernîteya Kapîtalîst bi pêşengtiya Emerîkaye, Îngîltere û Îsraîleyê mudexaleyeke nû dixwestin li ser Rojhilata Navîn çêkin. Di Rojhilata Navîn de jî bi rêya kîjan pirsgirêkê dikaribûn mudexelê bikin. Bêguman bi rêya pirsgirêka Kurd. Ji bo vê yekê jî ji wê deme heta roja me ya îro dîqat bikin şerê cîhanê sêyemîn di rojevê de ye. Hinek dibêjin gelo destpêkir an destpê nekir. Ew li gorî xwe şîrove dikin. Ya rastî şerê cîhanê sêyemîn piştî rûxîna sosyalîzma pêkhatî 35 sal e di Rojhilat Navîn de li navenda Kurdistan bi vî şeklî didome. Çi kirin van hêzan. Bêguman çîrok pir dirêj e, lê kurtasî dixwazim vê bêjim. Yanî wexta dehna didin Serokatiya me PKK’ê nav sîstemî nabe divê bê tasfiyekirin. Dixwazin bi vê re mudexileya Rojhilata Navîn bikin. Dixwazin hêzêk li ser navê civakê li ser navê gelan bi taybet jî li ser navê gelê Kurd divê ji vê pêvajoya nû pêvajoyek yê mûdexale bikin divê jê sûdê wernegirin. Lewre Rêbertiya me ji valatiyan baş sûdê werdigere, konjukturê baş dinirxîne û encaman distîne. Ji bo vê yekê mesela çi kirin? Wexta mudexela xwe ya Rojhilata Navîn di çarçoveya şerê cîhanê yê sêyemîn de hewl dan ku bi pêş bixînin divê pêşiya xwe paqij bikirina. Di Kurdistanê de divê çi bikin? Li Kurdistanê Kurdê wan heye. Jê re tê gotin ku Kurdê Barzanî. Barzanî ser vî esasî di çarçoveya stratejiya der heqê Kurd û Kurdistanê de modela hêzên NATO ye, hêzên Gladyoyê ye, hêzên modernîteya kapîtalîst e. Yanî tişta ku modernite Kapîtalîst dixwaze li Kurdistanê bibîne û pêşiya wî vebike û wî bike hêz li Kurdistanê xeta Barzanî ye. Xeta Barzanî li ser navê gelê Kurd tê çi wateyê? Tê hevkariyê, tê sîxûrtiyên, tê manayê ajantî. Lewre di hişê wan de çavkaniya hêzê ne civak e. Çavkaniyê bi hêzên desthilatdar ve bi hêzên dewletparêz ve tê çiqas têkilî daniye. Ji bo wan esas ew e. Li ser vî esasî wexta xwestin mudexila Rojhilata Navîn bikin, mînak mesela navenda ji vê mudexaleyê ji wî Kurdistan hebe û di Kurdistanê de hêzêk heye pêşiya polîtîkayê wan asteng e. Kî ye ev hêz. Serokatî û partiya me ye. Li ser wî esasî jî xwestin di Kurdistanê de hêzên li gorî berjewendiyê wan tevbigerin pêşiya wan vekin. Vaye parlamenta Başûrê Kurdistanê li ser wî esasî çêbû. Yekitiya hêzên Başûrê Kurdistanê hêzên başûr li ser vî esasî çêbû. Di encamê de çû 1998’an de bi peymana Washîngtonê Kurdên derveyî PKK’ê kirin yek û ev ji bo bikaribin têkoşîna li dijî PKK’ê li dijî Serokatî bi ser bixin ev hatin cem hev. Avabûna parlamentê dîsa jî bi vî şeklî bû. Em dîqat bikin li ser vî esasî dîsa dixwazin Kurdistanê dizayn bikin. Beriya mudexelaya xwe bikin, mudexileya xwe ya duyemîn ya Rojhilata Navîn de kar bikin. Vaye em taybet li dijî dewleta Tirk têdikoşin. Dixwazin di nava dewleta Tirk de jî dîzaynek çêbikin. Lewre dema mudexile kirin eger ku PKK pir xurt be Serokatî pir xurt be dikare guhertin û veguhertin Tirkiyeyê di çarçoveya nirxên demokratikbûna Tirkiyeyê û azadiya Kurdistanê de binirxîne. Ji bo ev tişt dernekeve, yanî ji bo plana heyî li gorî berjewendiyê hêzên modernîte kapîtalîst biçe mudexelayê Tirkiyeyê jî kirin. Mudexelaya li dijî Serokatî di heman demê de mudexelaya li Tirkiyeyê bû. Di heman demê de Tirkiyeyê jî dizayn kirin. Çi kirin, mesela Fethûlah Gulen dîqat bikin 1999’an piştî girtina Serokatî hildan birin Emerîkayê. Jê û pê ve çi kirin? Vaye AKP’ê ji bo van armancên bi komployê dabûn pêşiya xwe bi ser bixin Tayîp Erdogan pêşiya wî vekirin û partî pê dan damezrandin. Biriqandin û di Rojhilata Navîn de wek hêzêk derxistin ji bo ku kurtasî komployê bi ser bixin ji Tayîp Erdogan anîn kirin desthilatdar. Vî şeklî em dîqat bikin hem mudexelek li dijî Rojhila Navîn dike ji bo di Rojhilata Navîn de tişt li gorî plansaziya wan tevgere Serokatiya ji pêvajoyê sûdê wernegire. Di heman demê mudexela li ser Kurdistanê dike ji bo li Kurdistanê her tişt li gorî berjewendiyê wan biçe pêşiya Barzaniyê vedikin. Barzanî dikin hêzêke ku qaşo Kurd û Kurdistanê temsil dike. Hêza ne li gorî wan hêza li gorî plan û plansaziyê wan tevnagere wek Serokatî dixwazin tasfiye bikin. Di heman demê de yên mudexile bikin li Tirkiyeyê guhertin çêbibin ji bo li Tirkiyeyê ew guhertin li gorî xwestek û armanca gelê Kurd û demokratîkbûna Tirkiye çênebe Fetûlah Gulah radikin dibin, Tayîp Erdogan dikin partî û dikin desthilatdar. Li ser vî esasî jî em dîqat bikin mesele mudexeleyek li ser vî esasî mudexeleyek giştî çêbû. Yanî piştî rûxîna sosyalîzma pêkhatî, reelsosyalîzmê wexta xwestin di çarçoveya şerê cîhanê sêyemîn de Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bikin pêşiya xwe paqij kirin ji wan re lazim bû. Lewre hêzêkê ku Serokek ku ne li gorî wan bû. Plansaziya wan derheqê Tirkiyê plansaziya wan derheqê Kurdistanê plansaziya derheqê Rojhilata Navîn serûbinê hev û dû dikir. Yan jî pêşiya wê dibû asteng Serokatî. Li ser wî esasî jî Serokatiya me kirin hedef komploya navneteweyî bi vê armancê çêbû. Esas çarçoveya giştî armancê wê ya teng çi bû? Bêguman îmhakirina Serokatî bû. Yanî ev komploya mezin a Gladyoyê ji binî ve armanca xwe bi vî rengî bû. Serokatî ji xwe re kirin hedef û Serokatî wexta kir hedef çi armanc kir? Bêguman îmhaya fîzîkî kirin armanc.

-Ev projeya Rojhilata Navîn a mezin ji bo zemîna wê bidin avakirin parçeyekê wê rewşê bû. Rewşa ku îro li Rojhilata Navîn diqewime di kîjan çarçoveyê de çêdibin?

Hemû di wê çarçoveyê de çêdibin. Me got ya şerê cihanê ya sêyemîn wê çaxê destpê kiriye û heta roja me ya îro didome. Tişta ku dixwazin ser bixin projeya mezin a Rojhilata Navî heye. Xwediyê vê projeye hêzên modernîteya Kapîtalîst in. Hêzên mezin in. Îşte roja me ya îro de şer li rojhilata Navîn çawa dimeşe, ev li Kurdistanê çawa dimeşe ev tiştên çêdibûn hemû ev çarçoveya komploya navnetewî de tişte ku me behskir hemû di zik hev û du de tê pêşxistin.

-Baş e, komplogeran bi kîjan zemînê xwestin vê komployê bi pêş bixin û zemînek çawa avakirin? Armanca wan çi bû vana dest nîşan kirin. A girîng di vir de Sekna Rêber Apo bû. Rêber Apo çawa pêşwazî kir? Bi taybetî Rêber Apo kesê ku ne li bende bû seknek raber kir, ferq û cudatiya xwe derxist holê. Yê ku xwestin bi komployê mudexeleya Rêber Apo bikin, di esas de em dibînin ku Rêber Apo mudexeleya wan dike û hîn zêdetir vê dizivirîne rewşek cuda. Yanî mudexeleya Rêber Apo ya ku dost û dijmin ne li bende bû çi bû û hûn vê çawa dinirxînin?

Niha em wexta lê dinêrin dibêjin demekî kes li bende nebûye. Wê deme jî kes ne li bende bû, lê niha bi vî şeklî axaftin rehet e. Lewre encam derketiye. Lê mirov wan şert û mercan bigire ber çav wê ji nav çawa bihata derketin kes nizanîbû.  Mesela komplo Serokatî ji xwe re kir hedef, di şexsê Serok de PKK hedef bû,  PKK pêşengê gelê Kurd bû gelê Kurd hedef bû. Yên ku Serokatî û PKK’ê ji xwe re hêvî didîtin û yên digotin em ê bi rêka wan xwe bigihînin azadiyê, her kes hedef bû. Dema ku ji nişkê ve komplo li ser Serok çêbû. Bi rastî kesî nizanîbû wê çi bike. Li ser vî esasî her kesî bi şewayekê komplo pêşwazî kir. Yek jê jî  pêşwazîkirina Serokatî bû. Weke we jî anî ziman şêwazê Serokatî ya pêşwazîkirina komployê pir cuda bû. Ya rastî em jî di nav de gelê Kurd, bi awayekî giştî dostên gelê Kurd jî di nav de her kes, wekî din dijmin jî hinekî şaş ma.

- Ne li benda rewşeke wisa bûn.

Belê. Mînak dema ku komplo pêşket wekî me got armanca komployê îmhakirina Serokatiyê bû. Zexteke pir mezin li ser rêveberiya Sûriyeyê kirin ku Serokatiya me ji wir derxin. Behra Spî tije keştî kirin. Emerîka giraniya xwe danî ser. Ji xwe yê ku ev pêvajo bi rê ve di bir Emerîka bû. Bi koordînatoriya Emerîkayê ev tişt dimeşiya. Hatin zext kirin,kirin. Mînak heke Serokatîya me ji Sûriyeyê derkeve wê derkeve, heke dernekeve wê çi bikin. Wê êrîşî Sûriyeyê bikin û dagir bikin. Serokatiya me hîn li Sûriyeyê bû ev tişta dît û vala derxist. Çi kir? Ji Sûriyeyê derket. Nehişt ku komploger û hêzên modernîteya kapîtalîst bi vî awayî li şerekî herêmî derbixînin, Sûriyeyê dagir bikin û ev jî bibe sedema êşên pir mezin ên li ser Rojhilata Navîn. Bala xwe bidinê komplo destpê dike Serokatî jî li hemberî komployê gavên xwe davêje. Komplo dixwaze şer çêbike, ji ber ku hemû amadekariya xwe li ser şer çêkiriye û dagir iyeke herêmî çêbibe. Serokatî vê yekê vala derxist.

Ya duyemîn; Serokatî çi tercîh kir. Derketin tercîh kir. Komplogeran dixwest şer gur bibe û Serokatî berê xwe bide çiyê. Serokatî ev tercîh nekir. Heke Serokatî bihata çiyê, armanc îmhakirina Serokat bû wê hemû hêzên modernîteya kapîtalîst li ser vî esasî seferber bibûna û şerê li Kurdistanê wê hîn gurtir û mezintir bibûya. Serokatî vê tercîh nekir.  Ji ber ku difikirî êdî bi şer hatiye merhaleyekî. Yanî şer êdî rola xwe lîstiye. Divê rêyên cuda çêbibin. Li ser vî esasî berê xwe da Ewropayê. Çima berê xwe da Ewropayê? Ji ber ku Ewropayê xwe ewqasî dinepixand û xwe kiriye berdevkê nirxên dermokratîk, xwe wekî dergûşa demokrasiyê, heq, hiqûq û edaletê dihesibîne, Serokatî ji wan re got; “We ev pirsgirêka çêkir. We polîtîkayên qirkirinê li ser Kurdistanê ava kir, va ez hatim vê derê. Hûn ewqas qala heq, hiqûq û edaletê dikin vaye pirsgirêka Kurd wiha ye, de çareser bikin. Serokatî bi vê hewldana xwe ew maskeyên Ewropayê hemû raxist ber çavan. Hemû maskeyên wan darxist û qirêjiya wan bi her awayî derket holê. Ev jî gaveke cuda bû. Bi vê re hêzên modernîteya kapîtalîst şaşo maşo bûn.
Ya sêyemîn; Mesela hêzên modernîteya kapîtalîst dixwestin çi bikin? 5 meh şûnde, yanî di 15’ê sibatê de Seroaktiya me dîl ket. Dixwestin Serokatiya me îmha bibe. Bi îmhabûna Serokatiyê dixwestin çi çêbibe? Dixwestin şerê Kurd û Tirkan ê daîmî çêbibe. Temam dikarin Serokatî îmha bikin lê berteka vê, bersiva vê ya ji aliyê rêxistin û gel wê çawa bûya. Rêxistina me hemû bûbû Zîlan. Ji ber ku Zîlan di 96’an de xet diyar kiribû. Êrîşeke li ser Serokatî çêbibe sekna milîtanên PKK’ê wê çawa be diyar kiribû û asta şoreşgertiyê diyar kiribû. Ev ji bo hemû milîtan û fedaiyên Partiyê derbasdar bû.Li ser vî esasî hemû endamên Partiyê amade bûn ku xwe biteqînin û çalakiyên fedaî bi her awayî bikin. Yan din gelê Kurd, ji pîremêran kal û pîran bigire heta zarokan hemû gelê Kurd li ser piyan bû û wê çi bikira ne diyar bû. Ji ber vê yekê îmhakirina Serokatî wê bibûya şerê Kurd û Tirkan ê daîmî. Serokatî dît ku yên vê komployê çêdike hêzên modernîteya kapîtalîst e, ev operasyon di heman demê de li ser gelên Tirkiyeyê ye. Her çiqasî rêveberên wan ketin nav kibreke cuda û atmosfereke cuda jî Serokatî ev tiştana dît. Ji bo şer di navber Kurd û Tirkan de dernekeve, planên hêzên modernîteya kapîtalîst bi ser nekeve Serokatî bi guhertina stratejiyê, bi sekna xwe ya pêşwazîkirina komployê ev jî vala derxist. Yanî dixwestin şerê herêmî çêbibe, herêm bê dagirkirin ev çênebû. Dixwestin Serokatî belkî berê xwe bide çiyê şer gur bibe û dagirkeriyeke cuda çêbibe, Serokatî ev jî vala derxist. Dixwestin Serokatî di milê fîzîkî de tasfiye bibe, îmha bibe û pêşiya şerê Kurd û Tirkan bi her awayî vebibe, Serikatî van jî vala derxist. Bi taybetî Serokatî piştî kete Îmraliyê û şûndetir bi sekn, pêşwazîkirin û helwesta nîşan da, bi taybet di çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya Kurdistanê de guhertina stratejiyê û hwd. xist rojevê. Wexta şerê aştiyeke bi rûmet xiste rojevê û  tevî hemû zehmetiyan li ser vê sekinî. Ev encameke çawa derxist. Pêşiya êrîşa îmhaya fîzîk girt. Wê demê Serokatî bi darvekirinê dihate darizandin û cezayî darvekirinê hate birîn. Sekna Serokatî ji bo civakê jî esas bû û civakê, gelê Kurd jî sekna Serokatî esas girt û bi têkoşîna hevpar di sala 2002’yan de darvekirin ji qanûna dewleta Tirk rabû. Wexta ku ev darvekirin ji Destûra Bingehîn û qanûn dewleta Tirk rabû, ew plansaziya komplogeran a ku di çarçoveya îmhakirina fîzîkî ya Serokatî danîbûn pêşiya xwe ji holê rabû. Serokatî ji serî heta binî, weke mînak ew bi xwe fikirî, bi xwe ev komplo pêşwazî kir, bi xwe ew dek û dolabên komplogeran bi her awayî dît, bi xwe helwest girt û ji ber ku rastiya wan bi xwe dît, bi şeklî bi xwe bawer û li ser xeta azadiyê têkoşiya û helwest girt. Di 2002’an bi rabûna darvekirinê re ew plana komplogeran a ku ji bo Serokatî di aliyê fîzîkî de îmha bikin danîbûn pêşiya xwe ji holê rabû. Ji ber vê yekê Serokatî ji destpêkê heta 2002’yan bi helwest û sekna xwe plana îmhakirina fîzîkî bi her awayî têk bir. Hêzên modernîteya kapîtalîst bi ser neketin. Serokatî hem beriya têkeve Îmraliyê û hem jî li Îmraliyê di merheleya yekemîn de têk bir.

- Bi vê re li Îmraliyê mirov vê jî dibîne. Berxwedaniyeke bêhempa ya ku di dîroka gelê Kurd de mînakên wê nînin di aliyê Rêber Apo de pêş ket. Ev berxwedanî bi xwe re paradîgmaya nû pêş xist. Rêber Apo got, ‘Li vir ji bo min û gelê Kurd weke sazîbûyîn dibe zayîna sêyemîn’ Dema ku mirov vana tîne gel hev çawa dikare binirxîne?

Rast e. Weke min anî ziman, heta 2002’yan mere dikare bibêje komplo merhaleyeke cuda bû. Kîjan merhele? Merheleya ku tê de îhtîmala îmhaya fîzîkî ya di milê qanûnî de hebû û heta 2002’yan ew ji qanûnan derket merhelaya yekemîn têk çû. Merheleya duyemîn gotin ku êdî Serokatî di milî qanûnî de jî bi fîzîkî nayê îmhakirin, wê çi bibe. Îja di aliyê îdeolojîk de her kêm em karibin birizînin. Di encamê de bê wate bikin, em bê bandor bikin. Pirsgirika ku Serokatî dijiya ne tenê pirsgirêka fîzîkî ye. Ji ber ku rêberek li wê derê ye. Mînak nikaribe li gorî rol û mîsyona xwe tevbigere, nikaribe pêşengtiya xwe bike, hêviyan nikaribe zindî bihêle, berê civakê nikaribe bide azadiyê wê demê ji wê pozîsyonê dikeve. Li bendê bûn ku Serokatî li Îmraliyê ku Îmralî weke pergaleke qirkirinê ya ku ji hêla modernîteya kapîtalîst ve hat avakirin û tê birêvebirin e, xwestin wê çêbikin.

Weke merhelaya duyemîn a komploya navneteweyî de xwestin Serokatî di milê îdeolojîk de pûç bikin, bê wate bikin û bê hêz bikin. Di vir de dîsa sekna Serokatî dikeve dewrê. Ew armanca rizandina aliyê îdeolojîk Serokatî wê jî bi erdê re kir yek. Weke we jî anî ziman; mesela di Îmraliyê de çi çêbû?

-Çi çênebû.

Erê çi çênebû. Di  milê îdeolojîk de guhertinên mezin çêkir. Wexta ku Serokatiya me ket Îmraliyê, em bêjin weke Serokê partiyekê bû, Serokê gelê Kurd bû. Lê wexta mirov pêvajoya Îmraliyê heta roja me dinirxîne Serokatî çi ye? Gelo tenê Rêberê PKK’ê ye? Mesela tenê Rêberê gelê Kurd e? Na. Gelek gelên ku Serokatî naskirine û doza serxwebûnê dikin, Serokatî wekî Serokê xwe hesab dikin. Wekî din gelek hêzên li ser navê demokrasî û edaletê li dijî sîstemê têdikoşin, wexta Serokatî nas dikin Serokatî weke Rêberê xwe dibînin. Serokatî  berê ji bo jinên Kurd mêrekî azad bû, niha ji bo hemû jinên cîhanê mêrekî azad e, heval e û jin hemû li derdora wî kom dibin. Demekî sekna Serokatî ya li Îmraliyê ewqasî kûr bûye û berfireh bûye. Xwe ji sînorê PKK’ê û gelê Kurdistanê derxistiye û cîhanî bûye. Ev hemû bi çi çêbûn. Ev bi ew tiştên we beksa wê kir çêbûn. Ev bi guhertina paradîgmayê çêbû. Guhertina paradîgmayê çi ye? Tişta herî esasî û destketiya herî esasî ya ku li Îmraliyê derketiye.Ev jî paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk, Azadîxwaziya Jinê ye. Ev tê çi wateyê? Ev çi ye? Girîngiya xwe ji ku digire, çavkaniya wê çi ye? Yên ku doza demokrasiyê, azad, wekhevî û edaletê dikin, ên ku li hemberî sîstema dewletê têdikoşin, ên ku li hemberî sîstema mêrê desthiltdar têdikoşin û temsîliyeta wan di roja me ya îro de modernîteya kapîtalîst dike, hemê kes dikarin bi vê paradîgmayê têbikoşin. Heta paradîgmaya nû, tiştên dixwestin rast bû lê emelê wan li gorî armancên wan nebûn. Yanî rê û rêbazên ku tercîh dikirin kêrî armancên wan nedihat. Mesela tiştên demokratîk dixwestin, tiştên azadîxwaz dixwestin, tiştin wekhev dixwestin. Tiştên ku bindest bixwazin çi ne ev in. Ji ber ku tên pelçiqandin, dixwaze neyê pelçiqandin. Heqê bindestan tê xwarin, dixwaze demokrasî hebe heqê tu kesî neyê xwarin. Mînak, ji ber ku tê kolekirin, azadiyê dixwaze. Ji ber ku wekhevî tuneye, wekheviyê dixwaze. Ji ber ku bê edaletî heye, edaletê dixwaze. Hemû bindestên cîhanê li ku derê dibin bila bibin wê van tiştana bixwazin û ji bo vana têdikoşe. Mînak yên bi vî şeklî têkoşiyan zehf bûn. Pratîka Sosyalîzma pêkhatî ev bû. Çûn bûn dewlet. Bala xwe danê amûrên ku pê dixwazin xwe bigihînin armancên xwe, armancên ku demokrasî heye, azadî heye, wekhevî heye edalet heye kêrî wê nayê. Dema tu bûyî dewlet tu li dijî van disekinî. Mesela hêzên rizgariya neteweyî ewqasî têkoşiyan, qaşo gihaştin armancên xwe lê bûn dewlet. Bala xwe danê ku dûrî demokrasiyê, azadiyê, edaletê û wekheviyê ketine. Cudahî û girîngiya paradîgmaya nû ev e. Paradîgmaya nû paradîgmayeke çawa ye? Amûra, rê û rêbazan li gorî armanca bindesta dikin. Yanî armanc, xwestek, daxwaz û emel li hev dike, derdikevî derveyî dewletê. Li derveyî dewletê tu ji xwe re rê û rêbazan peyda dikî. Ew rê û rêbaza ku hatî peydekirin weke organîsazyona rêxistinkirina civakê ye. Rêvebirina civakê çi ye? Em jê re dibêjin Konfederalîzma Demokratîk. Di nav wê de Xweseriya Demokratîk heye. Çawa ku civak pireng e, dive hemû reng xweser be. Divê rengek xwe li ser yê din nesepîne û xwe serwer neke. Çawa ku ev xweza rengîn e û ahengek di navbera vê xwezayê de heye, hebûn bi vî awayî ye. Civak jî bi vî awayî ye. Civak jin e, mêr e, Tirk e, Kurd e, Elewî ye, Îslamî ye, Êzidî ye û hwd.  Madem şêwayê civakê rengîn e divê wê demê şêwayê civakî jî rengîn be, yanî xweser be. Serokatiya me ne tenê li ser navê gelê Kurd ne tenê li ser navê PKK’ê, li ser navê hemû bindestên doza edalet, wekheviyê dikin, ji bo xwe karibin bigihînin armanca xwe amûr da destê wan. Em ji vê re dibêjin paradîgmaya nû. Destketiya herî mezin a di pêvajoya Îmraliyê de ev bû. Tişta ku bû bingeh ku Serokatî ji sînorê Kurd û Kurdisanê derbikeve û ji sînorê PKK’ê derbikeve û xîtabî hemû bindestan bike, xîtabî hemû hêzên ku li dijî modernîteya kapîtalîst têdikoşin bike, xîtabî hemû jinên cîhanî û gelên cîhanê bike ev paradîgma ye. Xwe di vê oaradîgmayê de dîtin. Armanc û xwestekên yên wana rast bûn, bala xwe didinê encam weke wan dernakeve.  Rê û rêbaza ku Serokatî pêşniyar dike di çarçoveya paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê bimeşin û têkoşîn bikin wê li gorî armanc û xwestekên xwe cîhanekê ava bikin û wê jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Li ser vî esasî ev guhertin û veguhertina esasî ji bo hemû bindestan encameke wisa derxistiye. Desketiya herî mezin jî ev e.

- Yanî bi giştî dikare bîne ser ziman ku Rêber Apo jî wisa pênase dike: “Eger ez nehatibama vir min ê nikarîba di vê astê de pêşiya vekirineke mezin ji bo pêşketinên mezin çêbikirana, di vê astê de gav biavêtana.” Ev tê çi wateyê? Îmrali rewşeke çawa derxist holê ku Rêber Apo maskê vê pêrgalê hilweşand. Di pirsa beriya niha de jî me got, weke şoreşeke dînî weke zayîna sêyemîn pênase kir. Vana tên çi wateyê?

Divê vana rast bê famkirin. Çawa? Pir kes ketine zindanê. Mînak li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê mirovên neketine zindanê tunene. Serokatî dibêje, ‘Ez nehatibama vê derê ev kûrbûyîn min pêş nedixist. Gelo mesele zindan e yan jî Serok e? Heke zindan mirov ewqas kûr bikiriya, mirov ewqas azad bikira, mirov ewqas xurt bikira wê demê ew kesên ketine zindanê wê wisa kûr bibûyana, azad bibûyana û bi hêz bibûyana. Wê cîhanek ava bikirina, wê pirsgirêkên civakê çareser bikirana. Marîfet ne di zindanê de ye, di Serok de ye. Serok li derve jî wisa bû, di hundir de jî wisa ye. Cudahiya hundir, zindanê çi ye? Serokatî li derve bi pratîkê re gelekî mijûl bû. Hemû pratîka PKK’ê ji aliyê Serokatî ve dihat meşandin. Mînak ji her tiştî agahdar bû. Her tişt dişopand. Bi hemû pirsgirêkên kadroyan re Serokatî mijûl dibû. Hemû kadroyan Serokatî perwerde dikir, dişande şer. Xebatên civakî Serokatî bi rêve dibir. Xebatên îdeolojîk Serokatî bi rê ve dibir û hwd. Ji bo wê jî derfeta milî zîhnî de kûrbûyînê bi qasî ku di zindanê de peyde kir li derve tune bû. Cudahiya li zindanê ev e. Îja tu di mal û baregeha dijmin de bî û di te de sekneke xurt tune be, ev dijmina jî ne tenê dewleta Tirk e, dijmin modernîteya kapîtalîst e û ew jî xwe dispêre daneheva 5 hezar salan a sîstema mêrê desthilatdar, sîstema dewletê. Ji ber vê yekê xwedî danehev e, kûr e û xwedî tecrûbeye. Dixwaze te birizîne. Demekî sekneke ewqas xurt di Serokatî de hebû ku ew biryargeha dijmin kir ku dikare xwe tê de kûr bike, dikare xwe azad bike, dikare xwe bi xurt bike û bi xurtbûna xwe re dikare PKK’ê xurt bike, dikare jinan û civakê xurt bike. Dikare xîtabî mirovahiyê bike. Bala xwe bidinê tu di mala dijmin de yî û dijmin dixwaze koka te biqelî ne. Armanca komployê ji xwe tasfiyekirina te bû. Armanca komployê di milê fîzîkî de îmhakirina te bû. Te wê vala derxistiye û dixwaze di milê îdeolojîk û zîhnî de te têk bibe. Ji ber vê yekê şerê xwe yê li hemberî te her tim didomîne. Wexta ku tu di malaû biryargeha wî de bî, bi sekna xwe qet jê bi bandor nabî û zanebûna xwe ji ya dijmin derbastir dike. Tu wisa lê dikî ku ew biryargeha dijmin dikî cihê dibistanê. Ew dibistana ku destpêkê tu xwe perwerde dikî û xwe kûr dikî. Ew heqîqeta ku te di xwe de ava kiriye belavî civakê dike. Bi vî şeklî xwe jî çê dikî û bi xwe re civakê jî çêdikî. Dixwazim bibêjim ku qet derfetên Serokatî tune bûn. Ne pirtûk û ne tiştekî din tune bû.

-Êşkence, tecrîd her tişt hebû.

Êşkenceya herî mezin ev e. Mirov zarok ji civakê qut bike ev êşkence ye. Zarokek tu ji dayika wî qut bikî, ji bo zarok cezayê herî mezin ew e. Dayika me jî civak e. Mirov hebûneke civakî ye. Dema tu mirov ji civaka wî qut dikî ev dibe êşkence. Ev yek kirin. Wekî din ji bo teslîm bigirin, ji bo bandorê li ser bikin, ji bo bikaribin li dijî Tevgera Azadiyê bi kar bînin, Ji bo bikaribin di çarçoveya tasfiyekirina Kurdê azad e, tasfiyekirina hêvî û demokrasiyê de binirxînin çi ji destê wan hat kirin. Li ser Serok her tim şerekî daîmî her hebû û her heye. Cengeke pir mezin li wê derê heye. Ji bo vê em dibêjin şerê herî mezin li wê derê ye. Berxwedana herî mezin li wê derê ye. Serokatî li hemberî hemû êrîşan de bi ser ket. Ev paradîgmaya nû di vê çarçoveyê de çêbû. Serokatî ewqas parêzname derxistin. Kesî derfeta nivîsandinê nedan Serok. Wexta ku serokatî parêznameya Sosyolojiya Azadiyê nivîsî, Serokatî xistibûn hucreyê, ji xwe di hucreyê de ye zextên li ser Serok kûrtir kiribûn. Mesela pênûs nedabûnê, lênûsk nedabûnê, ji xwe pirtûk nedidaninê. Serokatî ew tiştên ku difikirî bê pênûs û bê lênûsk di xwe de dadihurand, hezim dikir û di hişê xwe de qeyd dikir. Wekî din jî Serokatî ev hemû praêznemayan bi çi şeklî derxist. Normalde wana Serokatî dadgeh dikirin. Dixwestin dadgehên xwe bikin bingeha dadgehkirin û mehkûmkirina Serokatiyê. Serokatî ew dadgeh jî zîvirand. Dadgeh kir cihê xweparastin û mehkûmkirina dewleta Tirk û bi taybet modernîteya kapîtalîst. Ev parêzname hemû rêka dadgehan çêbûn. Serokatî li dijî dadgehan xwest xwe biparêze xwe û civak kir yek. Got; ‘Ez ne şexsek im, Şexs jî civak e, civak jî Kurd e. Welhasilî Serokatî bi sîstem tevgeriya. Madem hêzên komploger sîstemîk in, Serokatî ji parastina xwe sîstemî kir û ev parêzname derketin. Di encamê de parêznameyên sîstemê derketin. Parêznameyên kîjan sîtemê? Parêznameyên sîstema Şaristaniya Demokratîk. Parêznameya civakê, parêznameya hêzên civakî, parêznameya hêzên bindest. Li hemberî kê? Li hemberî hêzên serdest, lî hemberî pergal mêrê desthiladar û pergala modernîteya kapîtalîst. Em bala xwe bidinê, hem di nava pergala êşkenceyeke mezin de ye, hem tê de derfet nîne, her tişt; ew nefesa ku Serokatî digire jî ji bo tasfiyebûyîna, ji bo bêwatebûna Serokatî dixwestin binirxînin. Tûncer Kiliç ê ku weke berdevkê MGK Tirkiyeyê bû digot, em ê wisa bikin ku rojane, kêlî bi kêlî bihele, kêlî bi kêlî birize. Xuya ye ew nefesa ku Serokatî digire dixwazin bikin nefesa êşkencegirtinê. Nefesa rizîne. Eger bikaribin Serokatî bi kar bînin li dijî Tevgera Azadiyê, li dijî gelê Kurd di çarçoveya tasfiyekirina nirxên demokratîk û komunal de dixwestin binirxînin. Serokatî ew nefesa ku digirt baş bi kar anî. Mesela ji valaderxistina îmhaya fîzîkî baş bi kar anî. Dadgeh baş bi kar anî. Dadgehên ku cezayê îdamê dan Serokatî, Serokatî ew dadgeha ku der heqê wî de cezayê îdamê dabû zîvirand wê yekê ku wan hêzan mehkeme bike, mehkûm bike. Civak pê ronî kir, jin pê ronî kir, mirovahî pê ronî kir. Niha paradîgmaya ku pirsgirêkên civakî çareser dike, paradîgmaya ku tê de pirsgirêkên civakî dernakevin da destê hemû bindestan. Ji ber wê yekê bi rastî jî têkoşîneke pir dîrokî ye, têkoşîneke bêhempa û serketî ye.

-Mîna Prometheûs berdelekî wisa giran da ber çavan

Ji xwe xwe şiband Prometheûs. Mirovên mezin dema karên mezin dikin dijminê wan jî bi rengekî mezin bi ser wan de tên. Zêde zêde bi ser wan de tên. Çawa hatin ser Premetheûs niha tên ser Serokatî. Tişta girîng çi ye? Encam e. Di encamê de Serokatî gelê Kurd ronî kir, PKK a ku jê re emrekî şeş mehan dihat birîn, nîşan da ku PKK ji berê qat bi qat bi hêz e. Dema ku komplo çêbû gelê Kurd nizanîbû wê çi bike. Digot, her hal weke beriya niha çawa Rêberên me, pêşengên me, Serokên me hatin tinekirin, wê bi heman rengî bibe. Bi wî rengî fikirî. Lê welê nebû. Li Kurdistanê niha doza xwebûnê dike, weke stêrkan dibiriqe, ya nirxên demokratîk û komunal e. Hîn dewleta Tirk dibêje Kurdî tine, dibêje Kurd tine. Lê belê niha dinya dibêje 'Jin, Jiyan, Azadî'. Ew zimanê ku ji aliyê dewleta Tirk ve weke zimanekî nayê zanîn tê pênasekirin niha ji aliyê hemû mirovahiya cîhanê ve weke dirûşm tê berzkirin. Mirovahî hemû bi Kurdî dirûşman diavêje. Vê dirûşmê ji xwe re dike rêberê jiyana xwe. Ev hemû heqîqetên li ber çavan e.

- Di dema komployê, avakirina sîstema Îmraliyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pênaseyeke bi vî rengî kir: 'Weke berê jiyan jî nabe, şer jî nabe'. Ji bo têkoşîneke serketî li hemberî komployê bê meşandin divê çi bê kirin?

Dema ku mirov ji aliyê eniya Serokatî ve li komployê dinihêre, ya rastî komplo bi erdê re bûye yek. Komploya ku ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve hate kirin, destpêkê xwestin Serokatî ji aliyê fîzîkî ve îmha bikin. Nekarîn bikin. Çima nekirin? Ne ku nexwestin. Ji xwe armanca wan ew bû. Serokatiya me bi helwesta xwe, bi sekna xwe ev yek ji holê rakir. Armanca wan a duyemîn çi bû? Madem kî me ji aliyê fîzîkî ve îmha nekir wê demê em ji aliyê îdeolojîk ve bêwate bikin. Serokatî li Îmraliyê sekna xwe ya îdeolojîk hîn kûr kir, wisa bû ku bû rêberekî cîhanê. Armancên ku hêzên dagirker, qirker danîbûn pêşiya xwe, ew jî pûç kir. Ji ber wê yekê di şexsê Serok de komploya navneteweyî bi erdê re bûye yek. Ji xwe ji ber wê yekê ziravê wan ji Serokatî diqete. Ji xwe nikarin bandorê lê bikin, di mala wan de ye, di bin zexta wan de ye, hemû cûre êrîşan dibe ser, dîsa jî qet ji wan bandor nabe. Ji sekna xwe ya azad qet tawîzê nade û her ku diçe xurt dibe, berfirehtir dibe. Û pêşiya wî neyê girtin wê zêdetir xeter be ji bo wan. Mînak, hêzên modernîteya kapîtalîst hinekî difikirin; Serokatî dema ket Îmraliyê çawa bû, niha çawa ye? Niha dibînin, hemû mirovahiya cîhanê Serokatî weke rêberekî dibîne. 69 xelatgirên Nobelê ji bo Serokatî doza azadiyê dike. Tecrîdeke pir girankirî heye, 43 meh in agahî jê nîne. Ev çi ispat dike? Ev ispat dike, di çarçoveya komploya navneteweyî de tiştên ku armanc kiribûn, hemû bi erdê re bûn yek. Kê ev bi erdê re kir yek? Bêguman Serokatî bi erdê re kir yek. Ji serî heta binî ev hemû encam bi sekna Serok çêbû, bi helwesta Serok çêbû. Bêguman têkoşîna gel çêbû, têkoşîna rêxistinê, dostan çêbû. Ev jî ji ber çi çêbû? Ji ber sekna Serokatî ya berxwedêr, azadîxwaz, azad xurt bû ku çêbû. Eger ew sekn di Serok de nebûya ev tiştên din çênedibûn. Ji xwe bi tasfiyekirina Serok re difikirîn PKK'ê jî tasfiye bikin, Kurdên azad jî tasfiye bibe, koka gelê Kurd jî biqele. Hêviyên der barê jiyana azad û wekhev de ji bo tevahiya cîhanê wê qet zindî nebe. Wê demê ya ku dibe bingeh ev têkoşîna sîstemî li hemberî hêzên modernîteya kapîtalîst çêbibe dîsa Serokatî ye. Ev yek çi nîşanî me dide? Em dikarin encameke çawa ji vê derbixînin? Ev e. Diyar e li dijî komploya navneteweyî, li dijî komploya mezin a gladiyoyê, ya ku armanca wê tasfiyekirina Kurdên azad heye, mudaxeleya mezin a li ser Rojhilata Navîn heye û dîsa berdewamkirina pergala modernîteya kapîtalîst heye, diyar e li hemberî vê komployê mirov dikare bi sekna Serokatî bi ser bikeve. Yanî Serok li hemberî komployê bi ser ket, bi seknekê bi ser ket, bi ruhekî bi ser ket, bi şêwazekî bi ser ket. Em jî eger ku dixwazin bi ser bikevin, wê demê em ê sekna Serok, şêwazê Serok ji xwe re bikin esas. Di vê nuqteyê de bi komplogeran re çi maye? Dîlgirtina Serok maye û azadiya fîzîkî ya Serok heye. Wekî din tiştên ku der barê Serok de ji xwe re kiribûn armanc bi ser neketin. Ji vê û pê ve rol dikeve ser kê? Serokatî tiştên ku li hemberî komployê diviyabû bihata kirin hemû kir. Her tişt kir. Di encamê de weke ku me got, komploger pê nikarin, jê ditirsin, ji fikrên wî ditirsin û di halê heyî de ziravê wan diqete ku 43 meh in tecrîdeke mutleq, êşkenceyeke girankirî li ser dimeşînin. Milê azadiya fîzîkî, mînak dikeve ser milê tevgera azadiyê, dikeve ser milê gelê Kurd, dikeve ser milê hemû jinan, dikeve ser milê hemû civakên bindest. Yê ku hêviyê di komplogeran de hîn jî çêdike û komploger hîn hewl didin ku armanca xwe dewam bikin, ne sekna Serok e, sekna derve ye. Di sekna derve de kêmasî hene. Ev têkoşîna ku divê bilind bibe, ji aliyê azadiya fîzîkî ve jî bi ser bikeve û bi vî awayî komployê, komplogeran vala derxîne, bi qasî ku tê xwestin xurt nîne. Bêguman têkoşîneke xurt heye, lê belê hîn jî ew encam bi dest neketiye. Em ê xwe çawa bigihînin wê armancê, wê encamê em ê çawa bi dest bixînin? Weke me anî ziman, em ancax dikarin bi şêwazê Serokatî tevbigerin em dikarin encamê bi dest bixin. Serokatî li hemberî komplogeran çawa ev şêwaza xurt nîşan da? Serokatî di parêznameyên xwe de behs dike. Esas bi du tiştan çêkiriye. Dibêje, Yek; ez û civaka xwe em yek bûn. Ji ber ku hebûneke civakî ye. Azadiya şexis bi serê xwe çênabe. Li ser wî esasî min ê qedera xwe û Kurd û Kurdistanê, qedera şexs û civakê bikira yek. Ev feraseteke pir girîng e. Pênasekirina mirov girîng e. Mirov hebûneke civakî ye, divê civakî tevbigere. Ev girîng e. Lê belê di halê heyî de modernîteya kapîtalîst dixwaze mirovan di kîjan sînorê de bigire? Di sînorê ezezîtiyê de. Ji xwe wisa lê kiriye ku ne diya xwe nas dike, ne bavê xwe nas dike, ne malbata xwe nas dike, ne miletê xwe nas dike. Welhesil ew nasnameyên civakî ji holê radike, bêwate dike, şexs dihêle. Serokatî di vê ferasetê de nîne, Serokatî bi feraseta ku şexs civak e, şexs bi civakê heye, azadiya şexs bi azadiya civakê dibe tevdigere. Bi vî rengî weke civakekê li hemberî sîstema modernîteya kapîtalîst têdikoşe. Di şexsê xwe de civakê temsîl dike. Ev yek. Ya duyemîn jî; mirov di heman demê de hebûneke tê avakirin e. Tiştên civakî jî tên avakirin, ev avakirin jî bi hêza mejî çêdibe. Mejî jî divê heqîqî be, rast be. Yanî agahî divê rast be. Serokatî li Îmraliyê xwe kir heqîqet. Xwe kir temsîliyeta nêrînên rast a di der barê xwebûnê, mirov, jiyanê û hwd. Bi kurtasî heqîqet temsîl kir. Bi heqîqetê ew derewkeriya hêzên desthilatdar, modernîteya kapîtalîst, sîstema qirker ewqasî deşîfre kir. Asta temsîliyeta Serok a heqîqetê ji ber ku ewqas xurt bû, vê yekê bandor li ser civakê kir. Eger em jî bi vî rengî tevbigerin em ê bi ser bikevin. Tê çi wateyê? Yanî di halê heyî de em çiqasî di bin bandora jiyana ku li pey jiyaneke taybet e? Şexsên li nava civakê, mînak çiqas difikire ku azadiya wî, jiyana wî divê civakî be? Bi civakê re ancax azadî mumkun e. Mirov hebûneke civakî ye. Wê demê madem kî ez mirov im, divê ez civakî tevbigerin. Civak ji holê tê rakirin, biryara qirkirinê li ser gelê Kurd heye. Wê vê çawa qebûl bike? Hemû Kurd eger bi vê ferasetê, mesela Kurdên azad tevgeriya, xwe di sînorê ezezîtiyê de negirt, xwe kir kesekî civakî, wê demê sekna wî ya jiyanê wê biguhere. Di heman demê de ew jiyana ku modernîteya kapîtalîst bi derewan derdixîne pêşiya wî, rastiya wê dît, heqîqeta jiyanê dît, li ser vî esasî jiyaneke civakî, bi hev re azadî, xwebûn dema li pey wê ket; bêguman ji bo vê zanebûn lazim e, xwe zane kir li ser heqîqeta mirov, li ser jiyana azad û wekhev hinekî bi pêş xist, kete vê rêyê û hewl da temsîliyeta vê bike û xwe ji sekna ezez dûr xist, xwe zane bi rêxistin kir û xwe kir hêza çalakiyê wê demê têkoşîna li dijî komploya navneteweyî hîn xurt dibe, xwedîderketina li Serok zêdetir dibe. Têkoşîna di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Serokatî de hîn gur û xurt dibe û desthilatdar jî bi wî rengî lawaz dibe. Bi giştî dixwazim çi bibêjim? Mirov hinekî li ser şêwaza pêşwazîkirina Serokatî ya li hemberî komployê lê hûr bibe, vî Serokatî çawa ev komplo vala derxist. Di mala dijmin de li hemberî van komplogeran çawa karîbû ruhê xwe, zîhniyeta xwe, xwe biparêze? Mirov hinekî hewl bide ku wê fêhm bike wê demê sekna ku divê tu temsîl bike bi awayekî otomatîk derdikeve holê. Li ser vî esasî lêhûrbûna li ser komployê, şêwazê pêşwazîkirina Serok zêde bû, hingî sekna mirovan diguhere. Wê demê mirov dikeve nava sekneke hîn xurt a li hemberî sîstema modernîteya kapîtalîst. Di roja îro de tişta ku pêwîstiya me pê heye ev e. Bêguman em ji berê hîn xurtir in. Hejmara mirovên ku Serokatî ji xwe re dikin esas zêde bûye. Di çarçoveya pêngava azadî ya kûrewî de li deverên cur be cur ên cîhanê her kes daxwaza azadiya Serokatî dikin. Bi wî rengî yên ku Serokatî ji xwe re rêber dibînin pir zêde bûne. Gelê Kurd hîn zane bûye, çalak bûye. Hêzên modernîteya kapîtalîst, qirker, xayinên di nava Kurdan de derketine rûreşiya wan bêhtir eşkere bûye, rastiya wan zêdetir hatiye fêhmkirin. Lewma xîreteke mezin lazim e. Li ser sekna Serokatî lêhûrbûneke hîn kûr lazim e. Û bi vê ve girêdayî di jiyanê de, di şêwazê jiyanê de guhertin û veguhertinên esasî lazim in. Eger ev tişt çêbibin, komploya ku ji aliyê Serokatî ve vala hatiye derxistin, hatibû pûçkirin wê ji aliyê me kesên li derve, ji aliyê me ve jî bê pûçkirin. Bi wî rengî komplo wê bi her awayî têk biçe. Wê demê ew hêviya serketinê ya niha li gel desthilatdaran heye wê ji holê rabin.